7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me

Mexdûrek erdhejê li Hatayê nerazîbûn nîşanî rayedaran da û got: “Heke li vir av hebe, were li vir bijî. Ez axa xwe jî bixwim ez ê dest ji warê xwe bernedim. Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me"

Li gel ku mehek di ser erdhejê re derbas bû lê hê jî bi hezaran kes bêkon hene. Li Hatayê mexdûrên erdhejê hê jî bêkon mane û tê xwestin li konbajarên AFAD’ê bên bicihkirin û ew jî wê yekê naxwazin. Mexdûrên erdhejê bi alîkarî û piştevaniya partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û hin şaredariyan birînên xwe dipêçin.

Li gorî nûçegihanên ajansa Mezopotamyayê Azad Altay û Mujdat Canbajêr pirsgirêk tenê ne kon in. Pêdiviya mexdûran bi tewalet û serşokan jî heye. Mexdûr dixwazin demildest pêdiviyên wan bên bicihanîn û konteyner û kon bigihînin wan.

Bedrettîn Çekmecelîoglû ku di 7’ê adarê de konê wî di bin ava baranê de ma xwest ku konteynirê bidin wî. Çekmecelîoglû li taxa Çekmece ya navçeya Defneyê dimîne û 11 ferd in û dibêje piştî 21 rojan xwe gihandiye kon.

 Dest ji axa xwe bernade

Çekmecelîoglû da zanîn ku daxwaza wan konteynir e û got: “Wê ev rewş du salan dewam bike. Bila konteynir bidin me ku em dikarin lê bi star bibin û zar û zêçên xwe biparêzin. Bila her kes rewşa me bibîne. Em ava vexwarinê jî nabînin. Xwedîgiravî alîkariyê dikin. Ewqas alîkarî gihîştiye hev, lê alîkarî nagihîje me. Rayedar dibêjin ‘pirsgirêka avê nîne’. Lê bila kerem bikin werin li vir bijîn. Ez ê wan xwedî bikim. Yên ku me di nava jiyanek xweş de dibînin, me matmayî dihêlin. Em 11 kes di konekî de dimînin. Rewşa me perîşan e. Em hewl didin birînên xwe bipêçin, lê hinek kes xwê berdidin birîna me. Dixwazin em dest ji axa xwe berdin. Lê em axa xwe jî bixwim em ê dest ji warê xwe bernedin. Felaketa rasteqîn piştî erdhejê hat serê me.”