5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AFAD’ê taxa li hemberî wan 4 rojan mudaxele nekir

Mexdûrê erdhejê Mert Arslanyurek diyar kir ku Koordînasyona AFAD’ê ya Hatayê li taxa hemberî wan bû lê 4 rojan mudaxile nekiriye û wiha got: “Bajarê me li ber çavê me tune bû.”

Nûçegihana Ajansa Mezoptamyayê Eylem Akdag bi erhejzede Mert Arslanyurek re der barê rewşa erdhejê de axivî.  Welatiyê bi navê Mert Arslanyurek di dema erdhejê de li Taxa Serînyola Antakyayê ya Hatayê bû. Di erdhejê de hevalên xwe yên zarokatiyê û xizmên xwe winda kirin. Arslanyurek dibêje ku Koordînasyona AFAD’ê ya Hatayê li taxa hemberî taxa wan bû lê 3-4 rojan bi hawara wan nehatiye. Arslanyurek, got ku tevî kesên dilxwaz xebatên lêgerîn-rizgarkirinê domandine û bûne şahidê tunebûna bajêr. Li gel ku ew bi xwe jî mexdûrê erdhejê ye, di Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê de cih digire û ji bo bajarê xwe bi şev û roj dixebite. Arslanyurek qala kêliyên erdhejê û pêvajoya piştre kir.

Tax ji nexşeyê çûn

Arslanyurek diyar kir ku bajarê ku ew lê ji dayik bûye û mezin bûye, ji nexşeyê çûye û wiha got: “Ez ji Antakyayê me. Li Serînyolê dijîm. Ez nizanim rêjeya mirinê ya vê derê çi ye lê dizanim ku pir zêde ye. Hinek tax hene ku ji nexşeyê çûne. Nifûsa taxa me derdora 20 hezaran bû û avahiyên pirqat ên li vir tevek hilweşiyan. Malên mîna yên min ên musteqîl zêde xisar negihiştê. Em bi şens bûn, me karê înşaetê dikir û me bi xwe çêkiribû. Ji xizmên min ên herî nêz kesek nemir lê hevalên min ên zarokatiyê û xizmên min ên hinek ji me dûr jiyana xwe ji dest da. Me dît ku tax û bajarê me tune bû. Ev yek bi tena serê xwe bo me windahiyeke mezin e.”

Koordînasyona AFAD’ê nêz bû lê…

Bi domdarî Arslanyurek anî ziman ku di dema erdhejê de li taxê bû û wiha pê de çû: “Di dema erdhejê de ceyran çû û telefonan nedikişand. Gel nedikarî xwe bigihînin xizmên xwe, cîranên xwe. Xelkê taxê bi derfetên xwe hewl da xizmên xwe ji bin kavilan derxînin. Ji saetên destpêkê ve me hewl da cîranên xwe ji bin kavilan derxînin. Koordînasyona AFAD’ê ya Bajar li taxa hemberî me bû lê 3-4 rojan tu kes nehat. Malbatan li pêşiya AFAD’ê hêvî û rica dikir û alîkarî dixwest. Mixabin AFAD 3-4 rojan nehat. Li taxa me qişleyeke leşkeriyê hebû û hinek deverên wê hilweşiyabûn. Lewma wan jî alîkarî nedan. Di roja 4’an de hinek komên profesyonel hatin lê pir kêm bûn. Me bi derfetên xwe kavil rakirin lê pirsgirêka alavan hebû. Em pispor jî nebûn û me hewl da li gorî hêza xwe bibin alîkar. Ev jî kêm bû. Di halê hazir de îro jî gelek kes av û konan peyda nake. Ava şebekeyê heye lê şaredarî dibêje talûke ye.”