28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Felsefeya Rêber Ocalan li cîhanê belav dikin

Dostên kurdan di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" dest bi xwendinên pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. Xwînerên Ocalan anîn ziman ku azadî û çareserî di destê Abdullah Ocalan de ye.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dostên kurdan li gelek navendên cîhanê, çalakiyên “Rojên Xwendina Pirstûkên Abdullah Ocalan” li dar xistin. Di çalakiyên xwendina pirtûkan de azadiya Rêber Ocalan xwestin û peyama; “Mifteya wekhevî, azadî û aştiyê Abdullah Ocalan e” dan.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dostên Kurdan li gelek navendên cîhanê, çalakiyên “Rojên Xwendina Pirstûkên Abdullah Ocalan” li dar xistin. Di çalakiyan de çalakgeran beşên ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin, fikrên wî nîqaş kirin û azadiya wî ya fîzîkî xwestin. Çalakgeran diyar kirin ku Ocalan mifteya çareseriyê ye û gotin: “Mifteya wekhevî, azadî û aştiyê Abdullah Ocalan e. Wê tecrîd bê şikandin û gel azad bibin.”

Di çarçoveya pêngava azadiyê de li seranserê Ewropayê çalakiyên “Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan” hatin organîzekirin. Akademîsyen, sendîkavan, nivîskar û siyasetmedarên tevgerên Kurdistanê eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyên xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan. Di çalakiya xwendina pirtûkande beşên ji pirtûkên “Berxwedana Çandan“, “Sosyolojiya Azadiyê“, “Şaristaniya Kapîtalîst“ û “Azadiya Jinê“ hatin xwendin.

 ‘Wê Rêber Apo azad bibe’

Rêveberê KCC’ê Îshak Mîlanî ê axaftina vekirinê kir, diyar kir ku fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû cîhanê bandorek mezin çêkiriye û wiha got: “Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên cîhanê li ser fikrên Rêber Apo yên azadî, wekhevî û demokrasiya radîkal diaxivin, lêkolîn dikin, parve dikin û her yek dibe manîfestoyek.” Mîlanî anî ziman ku gel tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nake û wiha domand: “Em ê tu carî vê tecrîdê qebûl nekin û em ê qet hînî wê nebin. Wê tecrîd bê şikandin û Rêber Apo azad bibe.”

Zarokên kurd ji Rêber Ocalan hez dikin

Piştre li ser navê KJAR’ê Beyan Alî, li ser navê PJAK’ê Kawa Zone, ji Tevgera Azadî Şiwan Avare, ji Civaka Azad Aso Kemalî, ji Meclîsa Jinê ya Jiyan Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd Seyît Pirsûsî û Berfîn Dersim ji Meclîsa Jiyan a Jinan ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên kurmancî, îngilîzî. soranî, farisî û tirkî hin beş xwendin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Li Londrayê jî welatparêzên kurd li malên xwe pirtûk xwendin. Zarokên Kurdistanî Roj û Zana Arî gotin, “Em li pirtûkên Rêber Apo guhdarî dikin, dixwînin û fêr dibin. Em ji Rêber Apo hez dikin.”

Li Zanîngeha Corkê ya Îrlandayê jî pirtûkên Abdullah Ocalan hatin xwendin. Hîndekarê beşa Felsefeyê Dr. Jason Dockstader beşên pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê“ xwend. Dockstader da zanîn ku “Sosyojiya Azadiyê“ ya di cilda sêyemîn a manîfestoya şaristaniya demokratîk de yek ji beşên herî girîng ên Rêber Apo ye û wiha got: “Kûrahiya fikir, berfirehiya xebatên Ocalan û teoriya polîtîk bê çawa li rêzkirina ramanên kozmolojîk û metafizîkî yên berfirehtir li hev tên nîşanî me dide.”

Piştre Dockstader beşa têkildar xwend û wiha domand: “Li gorî min ev yek nîşan dide ku tevahiya teoriya siyasî ya Abdullah Ocalan xwedî bingeheke kûrtir e.”

Konfederalîzma Demokratîk nîqaş kirin

Tora Piştevaniya bi kurdan re li Zanîngeha Sheffieldê çalakiyeke xwendinê li dar xist. Gelek akademîsyen beşdarî çalakiyê bûn. Dr. Justîna, beşên pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê“ hat xwendin. Piştre li ser mijara “Konfederalîzma Demokratîk“ nîqaş hatin kirin.

Dema ku pirtûkên Rêber Apo li Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê hatin xwendin, li ber Edliyeya Combain a Hullê çalakî hate darxistin. Di çalakiya li Hullê de sendîkavan Job Gibbins, Mike Whale û Paul Spooner beşên ji pirtûkên Abdullah Ocalan xwendin. Li bajarê Edinburgh ê Skoçyayê li Pirtûkxaneya Light House ji aliyê Tora Solidarity Kurdish ve çalakiyek hat organîzekirin.

Ji fikrên Rêber Apo ditirsin

Beriya çalakiya xwendina pirtûkê ya li vir hate lidarxistin, bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan û gotin ku xwediyên modernîteya mêrperestî, desthilatdar û kapîtalîst ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin. Hat destnîşankirin ku paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan jiyana gelan a demokratîk, wekhev, azad û azadiya jinê bipergal kiriye. Di çalakiyê de beşên ji pirtûkên Abdullah Ocalan hatin xwendin û nîqaş hatin kirin.