13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobetên Edaletê: Heta em azad bibin em ê têbikoşin

Çalakiyên Nobeda Edaletê li Mêrsîn, Edene, Wan û Amedê berdewam dike. Çalakgeran anîn ziman ku heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Çalakiyên Nobeda Edaletê yên ji bo piştgirtiya greva birçîbûnê ku li girtîgehan ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd hatin destpêkirin, li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê didomin.

Mêrsîn

Li Mêrsînê çalakiya Nobeda Edaletê ku TÛAY-DER a Çûkûrovayê dest pê kiriye, di roja 8’an de ye. Çalakî bi beşdariya dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên civaka sivîl didome. Encama Meclisa Dayikên Aştiyê Meryem Erbey ku di Nobeda Edaletê de axivî, destnîşan kir ku heya agahî ji Abdullah Ocalan neyê girtin dê nobeda xwe bidomînin û got: “Divê em agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin. Divê dewleta Tirkiyeyê gavekê biavêje. Tecrîd, di şexsê Rêbertiyê de li ser hemû Kurdan tê domandin. Em vê yekê qebûl nakin û em ê têbikoşin. Heya em azad bibin em ê bitêkoşin.”

Edene

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) beşdarî çalakiya ku ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene ya Akdenîzê (AATÛHAY-DER) bûn. AKtivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes tev li çalakiya Nobeda Edaletê bûn. Dayika Aştiyê Nejla Kocaman, diyar kir ku divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û bang li hemû derdoran kir ku bibin dengê vê çalakiyê.

Wan

Çalakiya Nobeda Edaletê ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (TÛHAY-DER) li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Wanê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 7’an de dewam kir. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên Şaxa Sendîkaya Malnişînan (Emeklî-Sen) a Wanê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û nûnerên gelek saziyên sivîl serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Serokê Şaxa Emeklî-Sen’ê ya Wanê Tîmûr Sayyîgît di serdanê de axivî û got: “Heta ku ev faşîzm bê rûxandin û zilma li zindanan bê rakirin wê têkoşîna me bidome.” Endama Dayika Aştiyê Perîşan Aslanê jî kesên beşdarî Nobeda Edaletê bûne silav kir û got: “Em ê li cem girtiyên ku li zindanê dest bi grevê kirine, bin.”

Hevserokê TUHAY-DER’ê yê Wanê Çetîn Ûyar jî ev tişt gotin: “Hevalên me yên li 106 girtîgehan ji bo birêz Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê. Ev greva birçîbûnê û Nobeda Edaletê ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan hatiye destpêkirin. Weke sazî û gelê Kurd dê çalakiya me heta 15’ê Sibatê bidome. Em dixwazin her kes bibe dengê vê têkoşînê.”

Amed

Çalakiya Nobeda Edaletê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Dem Partî) a navçeya Rezan a Amedê didome. Di çalakiyê de ku 8 roj li pey xwe hiştin, çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û ji kes û saziyên ku serdana wan kirin re armanca nobeda xwe gotin. Nûnerên DBP’ê, Dem Partiyê, rêxistina Dem Partiyê ya Farqînê û MEBYA-DER serdana Nobeda Edaletê kirin.