4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Gelên cîhanê azadiya serok azadiya xwe dibînin’

Hevserokê PYD’ê yê Hesekê Ramadan Fetah anî ziman ku li Rojava hemû pêkhate ji bo azadiya Rêber Ocalan beşdarî çalakiyan dibin û wiha got: “Gelê cîhanê azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibine.”

Pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên cûrbecûr pêk tînin. Heta niha gelek meşên girseyî li dar xistin û konên azadiyê vekirin. Di çalakiyan de bi dowîz, pankartan azadiya Ocalan dixwazin. Bi hezaran kes beşdarî çalakiyan bûn û daxwazên azadiyê anîn ziman. Herî dawî li dêrazorê meşek girseyî pêk hat. Hevserokê PYD’ê yê Hesekê Remedan Fetah têkildarî çalakiyên li  Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê nirxandin kir. Fetah anî ziman ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan ji bo azadiya Rêber Ocalan bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hamle hat destpêkirin û wiha got: “Ev hamleya hat destpêkirin îro li gelek welatên cîhanê didome. Gel û rêxistinên civakî yên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî di 15’ê cotmehê de bi çalakiyên cuda tev li vê pêngavê bû. Li gelek bajaran Konê Azadiyê hatin vedan û gelek meşên girseyî hatin lidarxistin. Ji bo azadiya Rêber Apo civîn û mîtîng hatin lidarxistin. Li Hesekê jî Konê Azadiyê di cotmehê û mijdarê de bi giştî 2 caran hat vedan. Ji kantona Hesekê hemû kes di navde nûnerên partî, komele, saziyên sivîl û rewşenbir jî hebûn, hatin serdana Konê Azadiyê. Hemû kesên hatin tev li çalakiyêbûn ji bo azadiya serokatiyê dengê xwe bilind kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji kurd, ereb, suryan, ermen û hemû pêkhateyan pêk tê, ji bo azadiya Rêber Apo daxwazên xwe anî ziman. Me xwest hemû gelê cîhanê vê yekê bibînin. Me xwest di kon de banga xwe bi gelê cîhanê re parve bikin. Ji ber ku îro bi fikr û felsefeya Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk li vir pergalek hatiye avakirin. Bi vê pergalê hemû pêkhate di nava hev de dijîn.”

Em deyndarê fikrên Rêber Apo ne

Ramadan Fetah diyar kir ku wan xwest di van çalakiyan de bi her kesî bidin bawerkirin ku çareserî di azadiya Rêber Ocalan de veşartî ye û wiha axivî: “Yekitî û jiyana hevpar a gelan bi azadiya Rêber Ocalan pêkan e. Îro 33 meh in tecrîdek giran li ser Rêber Apo heye. Bi tu awayî parêzer û malbat nikarin hevdîtinê bikin û nikarin agahiyan ji Rêber Apo bigirin. Heyetên neteweyî û navdewletî bi tu awayî nikarin agahiyan ji Rêber Apo bigirin. Piştî erdheja li herêma Îmraliyê pêk hat gumanên me zêde kirin. Gelê Rojava û hemû gelên Rojhilata Navîn azadiya xwe di azadiya Serok Apo de dibînin. Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe deyndarê fikr û felsefeya Rêber Apo dibînin. Ji ber vê îro em gihandine vê astê. Ev meş û çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Heta ku Rêber Ocalan bi her awayî azad nebe, dê pirsgirêkên şer, qeyrana aborî û civakî yên li Rojhilata Navîn pêş dikevin tu çar çareser nebin. Îro em dibînin ku ji ber tecrîd heye pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Ji ber pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, pirsgirêkên din jî çareser nabin.”

Dîroka dewlete dîroka komkujiyê ye

 Hevserokê PYD’ê yê Hesekê Fetah, da zanîn ku ji bo ew peyamê bidin hemû gelê cîhanê van çalakiyan li dar dixin û wiha lê zêde kir: “Îro Rêber Apo tenê nûnertiya gelê kurd nake. Nûnertiya hemû gelên cîhanê yên aştî û azadiyê dixwaze dike. Em careke din bang li Neteweyên Yekbûyî û Saziyên Mafên Mirovan ên navdewletî dikin. Ji bo aramî, aştî û azadiya gelên bindest ên cîhanê pêdivî bi Azadiya Rêber Apo heye. Ji bo rêxistinên navdewletî hevkariya dewleta tirk nekin em wan hişyar dikin. Ji ber ku dewleta tirk di dîrokê de her tim talan kiriye, wêran kiriye. Komkujî pêk aniye. Lê hemû gelên Rojhilata Navîn bi hezaran sal in bi hev re di nava aştî, aramiyê de jiyane û dê ji niha û şûnde jî bi hev re bijîn.”

Ramadan Fetah, bilêv kir ku ew ji rejîma Sûriyeyê dixwazin ku mafê wan ê nasname, çand, ziman û parasitne qebûl bikin û wiha pêde çû: “Em jî xwediyê vê axê ne û xwedî doz û nasname ne. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li gel çalakiyan, xebatên dîplomasî têne kirin. Em dixwazin îro her kes vê pergala demokratîk bibîne û ji bo xwe bike mînak. Feraseta tecrîdkirina Rêber Apo, feraseta dewleta tirk a faşist a yek dewlet, yek milet, yek ol û yek ziman e. Em dixwazin di aliyê dîplomasî de jî vê feraseta tecride bigînin her kesî û parve bikin. Bêdengiya hêzên navdewletî ya li dijî tecrîd û kiryarên Tirkiyeyê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em dixwazin dewletên navneteweyî li hemberî vê tecrîdê û polîtîkayên Tirkiyeyê bêdeng neminin.”

Mil dane hev û têdikoşin

 Fetah, bibîr xist ku hemû pêkhate ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin û wiha bi dawî kir: “Hemû bi fikr û felsefeya Rêber Apo tev digerin. Îro hemû çand, ziman û bawerî bi hev re dijîn. Hemû pêkhateyên li ser vê axê ji bo azadiya Rêber Apo mil dane hev û bi hev re têdikoşin.”