17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ferhenga kurdî-almanî

Mamoste û endamên Yekîtiya Mamosteyên Kurd ya Ewrupa (YMK) Abdulqadir Ulumaskan û Cahît Kaplan xebateke giranbuha bi rêve birine û ferhengeka ku ji 50 hezar peyvên kurdî û almanî pêk tê hazir kirine. Ferhenga bi kurdî û elmanî ji 700 rûpelî pêk tê û ji aliyê weşanên YMK ve hatiye çapkirin. Her wiha redaksiyona ferhengê ya almanî Dagmar Kaplan û ya kurdî jî Rêzan Demir kiriye.

Mamoste Abdulqadir Ulumaskan bi bîr xist ku ji bo mirov karibin bi almanî û kurdî baş hîn bibin pêdiviyek di vî warî de hebû û ew jî hewldane vê kêmasiyê ji holê rakin. Ulumaskan got ku ferhenga nû ji 3 ferhengên berê yên ku wan amade kiriye cudatire û wiha pê de çû: “Armanca me ew bû ku em li gor her du zimanan ferhengeke hinekî standart û pratîk amade bikin. Her wiha me xwest ji bo bikaranîna pêdiviyên rojane tiştekî guncav hazir bikin.”

Ji bilî pêşgotina ku ji aliyê her du mamosteyan ve hatiye nivîsandin di ferhengê de cî dane zimanzanên bi nav û deng yên li ser kurdî xebitîne û her wiha behsa dîroka zimanê kurdî jî hatiye kirin. Zimanzanên weke Maurizio Garzanî (Italî), August Kosciesza Zaba (Rusî), Dr. Ferdinand Justi (Elman), Ely Banister Soane û C.J. Edmond (Ingiliz), Prof. Dr. I.O. Farizov (Ermenî) hatine bîranîn û xebatên Celadet Ali Bedirxan, Qenatê Kurdo, Dr. Kamuran Bedirxan yên di vî warî de jî nehatine jibîrkirin.

Her du mamosteyên ku ferhengê hazir kirine wiha gotin:“Bi demê re me dît ku ferhengên berê weke naverok êdî têrê nakin û pêdiviyan bi cî naynin. Ji lewma me xwest xebateke berfirehtir pêş bixin. Hin rexne û pêşniyazên li ser ferhengên berê hebûn û me bi xwe jî hin kêmasiyan tespît kiribû. Her wiha me xwest hin peyvên kurdî yên ku belavbûne û niha ber bi standarbûnê ve diçin jî li ferhengê zêde bikin.”

Di ferhengê de babetên pevyên her du zimanan wek navdêr, zayend, lêker, rengdêr, daçek, hoker û hwd. hatine diyarkirin. Dîsa alfabe û kurte rêzimana kurdî û almanî, lêkerên almanî yên bêrêzik û navê bajarên Kurdistanê jî di ferhengê de hene. Der barê bikaranîna ferhengê de jî di destpêkê de agahî hene.

Çavkanî: Yenî Ozgûr Polîtîka