spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ferîşteyên Mirinê yên Înîsherînê

Li pêş şerê Padraîc û Colm, li paş şerê navxweyî yê Îrlandayê ku herkesî bêzar kiriye. Şerê navbera wan jî her ku diçe gurtir dibe. Ji ber ku têkiliya wan baş e, şagirtê muzikê bi derewa bavê wî li ber mirinê ye ji giravê dûr dixe.

Filmê Ferîşteyên Mirinê ên Înîsherinê (The Banshess Of Inisherin ) di sala 2022’yan de ji hêla Martîn Mc Donagh ve hatiye çêkirin. Herwiha senaryo jî ew bi xwe dinivîse. Di fîlm de em bajarokekî biçûk ê giraveka Îrlandayê ye dibînin. Jiyana li bajarokê li giravê jiyaneka rutîn e, seeta nîştecihên wê yê kar ya çûna meyxanê, têkiliyên mirovan axaftinên wan hemû diyar in. Diyar e demeke pir dirêje jî wiha berdewam dike. Em bi serkarakterê fîlmê, bi Podraic re tevlî jiyana giravê dibin. Podraic kesekî ji rêze, dilpak e, zêde ne bi aqil e. Bi ker û çelekên xwe mijûl dibe, dema ji kar û bar mayî jî bi hevalê xwe ê herî nêz Colm re  derbas dike. Hevalê wî Colm mûzîkjen, hunermend û entelektuelek e ku dem bi dem li meyxaneya bajarokê Înîsherinê li kemanê dixe. Her du hevalên ku tim bi hev re ne, seeta wan a çûna meyxanê jî diyar e. Heta roja ku fîlm dest pê bike ku Colm dawî li vê hevaltiyê tîne.  Padraîc kesekî kawik e, bi çêlekan re mijûl dibe, şîrê wan difroşe û wisa debara xwe dike. Colm berevajiya Padraîc mirovekî giran e, zana û hunermend e.

Colm tiştekî tenê dibêje

Ji sehneya yekemîn em dibînin ku Colm naxwaze hevaltiya xwe ya bi Padraîc re berdewam bike. Padraîc metel dimîne, fêhm nake û ji du Colm venaqete. Padraîc tênegahije bê ji bo çi hevalê wî yê herî nêz ku her roj bi hev re ne bi carekê xwe jê dûr dike. Lê Colm bêyî sedemekê nîşan bide dibeje ku hevaltiya wan qediyaye û naxwaze wî bibîne. Li gorî Padraîc, wî tiştekî şaş nekiriye û ji Colm hez dike, naxwaze hevaltiya wan biqede. Lê Colm bi tu awayî bi paş ve gav navêje, daxwaza xwe ya hevnedîtinê û birîna axaftinê dubare dike her carê. Tu xeletîya ku Padraîc kiriye tune ye ku ji bo wê ji Colm lêborinê bixwaze. Colm tiştekî tenê dibêje, ji hevaltiya wî bezar bûye û êdî naxwaze. Dema ku pê re derbas dike wek demeke berhewa dibe dibîne.

 Tirsa mirinê – tunebûne

Sîobhana xwişka Padraîc ku ji mirov û jiyana giravê bêzar bû ye û dixwaze dev ji wir berde, ji bo Padraîc bi Colm re diaxive lê bi kêr nayê. Colm dibêje ku ji axaftinên vik û vala ên Padraîc bêzar bûye û êdî dixwaze bi muzikê re mijul bibe. Pîr dibe û tirsa mirinê – tunebûne ew dorpêç kiriye. Naxwaze tune bibe, lewma dixwaze bi stranên ku çê dike nemir bibe. Bi vî awayî piştî mirinê dê nêyê bîra kesekî, ji vê ditirse.  Siobhan ji jiyana li giravê qet hez nake, têkilî bi niştecihên giravê re deynane, carînan ji bo ku rastî wan nê di rê xwe de xwe ji wan vedişêre, ji xwendina pirtûkan hez dike. Piştî ku derfeta wê çê dibe  giravê terq dike, dema diçe dixwaze Padraîc ji bi xwe re bibie lê Padraîc qebûl nake.  Nikare dev ji Colm, kera xwe ku pir jê hez dike û çêlekên xwe ku berde. Dixwaze ji bêhevîbûn, kîn, tenêbûna xwe ya li giravê li pişt xwe bihêle û biçe balê, lê Padraîc nikare dev ji giravê berde.

Pêçika xwe jê dike

Tevî atmosfera giran ya fîlm, vegotineka mizahî heye. Hewaye destpêkê ronak e, keskesor heye û  bi liv û tevger e lê her ku diçe tarî dibe. Li pêş şerê Padraîc û Colm, li paş şerê navxweyî yê Îrlandayê ku herkesî bêzar kiriye. Şerê navbera her duyan jî her diçe gurtir dibe. Padraîcê dilpak, ji bo ku têkiliya wî û Colm baş e, şagirtê muzikê bi derewa ku bavê wî li ber mirinê ye ji giravê dûr dixe. Bi gotina Domînîc, êdî ew jî dibe ên wek giravê ne kesê herî baş e, ew jî xirab e.

Ne Padraîc dev ji israra xwe berdide ne jî Colm ji biryara xwe vedigere. Colm hew îdare dike û Padraîc tehdît dike; heqe ev israra wî berdewam bike wê pêçika xwe jê bike. Padraîc jê bawer nake ji du Colm venaqete. Colm wek ku gotibû, bi meqeseka kevn û mezin pêçika xwe jê dike. Şerê wan ê bi gotinan vediguhere şerekî bi xwîn. Padraîc nizane çi bike, metel dimîne lê ji du Colm venaqete. Colm pêçikên mayî jî jê dike û diçe davêje deriyê mala Padraîc. Kera Padraîc ku pir jê hez dike, gelek caran ew di nav malê de dihewîne dema pêçikên Colm ku diavêje derî dixwe dimire. Padraîc hêrs dibe, wê mala Colm bişewitîne.

Atmosfera fîlm tarîtir e êdî, asimanên Înîsherinê bi ewr e, mirov naxwazin bi hev re têkildar bin, gelek caran ji bo ku rastî hev neyên xwe ji hev vedişêrin. Dem dem bi darê destê xwe jineka pîr  ku qasida mirinê ye digere. Ew ferîşteya mirinê ye, dema ku tê dîtin dê di demeke nêz de nasekî/ê wan kesên ku wê dîtine bimire. Ferîşteya mirinê, bêhêvî bûn û reşbînîya ku li giravê belav bû ye temam dike. Her wiha dengên bombe û çekan jî kêm nabe.

Şervanên ÎRA’yê ne

Îrlandî li hemberî dagirkerên îngilîz demeke dirêj şer dikin, piştî şer li hev dikin. Lê şervanên Îrlandî dibin du beş, ên peymana bi îngilizan re qebûl dikin û ên ku li hemberî vê peymanê derdikevin. Du nav her du aliyan de jî şer dest pê dike.  Kesek nizane bê çima Îrlandiyên ku li hemberî Îngilizan bi ser ketine çima ketine qirika hev û hev dikujin. Ev şer ji bo niştecihên giravê bêwate ye. Ji bo ku pênç şêrvanên Îrlandî bên darvekirin bangî polîs dikin, polîsê şidetparêz bê xem e, wê ji bo darvekirina pênç şêrvanên ÎRA’yî biçe lê ên ku tên darvekirin ÎRA’yî ne an hêzên Hikumeta Îrlandî ne nizane, ne girîng e jî ji xwe. Tevî ku em bi dengên bombeyan de, çekan û axaftinên niştecihê giravê di bin bandora şer de ne, lê tu carê em ne şervanên ÎRA’yê ne jî hêzên Hikumeta Demdar ya Îrlandî dibînin. Em vî şerên navxweyê yê Îrlandayê di nav her du hevalên herî nêz de dibînin. Îrlandiyên bi salan ku bi hev re di heman çeperê de li hemberî dagirkeran şer dikin dema ser dikevin berê çekên xwe didin hev. Colm û Padraîcê ku bi salan hevaltiyeka wan a xurt heye bi carekê pêv diçin.

Derhêner vî şerê dijwar û bi êş bêyî ku eniya şer, şervanan, çekan nîşan bide bi awayekî serkeftî di bajarokekî xeyalî ê giraveka Îrlandayê de nîşan dide. ji destpêka fîlm heta dawiyê rageşî qet kêm nabe, şerê navbera Colm û Padraîc her diçe gurtir dibe. Tevî vê çîroka dijwar şêweyek pêkenî heye lê belê erjenga şer jî kêm nabe. Dawiyê em wan li perava behrê dibînin, dengên çek û bombeyan jî êdî nayê bihîstin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê