3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fîgen Yuksekdag tev li merasîma cenazeyê kekê xwe bû

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, li navçeya Ceyhana Edeneyê tev li merasîma cenazeyê kekê xwe Necmî Yuksekdag bû

Kekê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag, Necmî Yuksekdag ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di şeva 1’ê mijdarê de li Edeneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yuksekdag îro anîn mala malbatê ya li Taxa Gazîosmanpaşa ya girêdayî navçeya Ceyhana Edeneyê.

Fîgen Yuksekdag ji bot evli merasîma cenazeyê kekê xwe bibe bi rêya parêzerên xwe serî li Wezareta Dadê dabû. Piştî ku destûr hate dayîn Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê ya Kocaeliyê bi cendermeyan re bi balafirê ewilî anîn Edeneyê dû re birin ber deriyê xaniyê malbata wê ya li Ceyhanê.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari, parlamenterên partiyê Pervîn Bûldan, Alî Bozan û Adalet Kaya, Hevserokên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu jî di nav de gelek kes beşdarî şîna li ber deriyê xaniyê malbatê hate danîn bûn. Ji Fîgen Yuksekdagê re sersaxî hate xwestin.

Cenazeyê Necmî Yuksekdag anîn ber deriyê xaniyê malbatê û helalî hate xwestin. Cenaze pişt re ji bo ku bê definkirin bi konvoyê birin Goristana Gokova ya navçeya Yûmûrtalikê.

Fîgen Yuksekdag bi wesayîta girtîgehê anîn goristanê. Piştî ku li vir wecîbeyên olî hatin bicihanîn cenazeyê Necmî Yuksekdag hate veşartin.

Yuksekdag piştî merasîma cenaze, ji bo dîsa bi rêya hewayî bibin girtîgehê ber bi Balafirgeha Şakîrpaşa ya Edeneyê ve hate birêkirin.