13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwan di konferansê de civîyan

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê Tevna ‘Ciwan dîrokê dinivîsînin’ tê organîzekirin li paytexta Fransa Parîsê destpê kir. Konferansê bi axaftina destpêkê û deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Konferans wê sê rojan dewam bike. Ji çar aliyên cîhanê ciwan tevlî dibin.

Konferansa ku ji aliyê ‘Ronahî’ û Tevna ‘Ciwan dîrokê dinivîsînin’ ve tê lidarxistin xwe dispêre konferansên salên 2015 û 2019’an ên li Amed û Kobanê.

Konferans bi dirûşma ‘Em ê dîrokê binivîsînin – Têkoşîna azadiyê ya ciwanan nikare bê astengkirin’ pêk tê. Bi konferansê tê xwestin ku ciwan tecrûbeyên xwe parve bikin, xwe bikin aktorekî civakî, di siyaseta cîhanê de xwedî gotin û agahî be, li dora nirxên hevpar pîvanên xwe ava bikin.

Di konferansê de mijarên li ser azadî, ekolojî, wekheviya jin û mêr û alternatîfên li hemberî sîstema kapîtalîst derdikevin pêş. Di civînê de wê encamên jiyana lîberal a li ser ciwanan, pênaseya zayendîperest, pirsgirêkên ekolojîk, faşîzm û mîlîtarîzm, perwerde, di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ciwanên Rojhilata Navîn, pirsgirêkên aboriyê, koç, dîroka ciwanan, enternasyonalîzm, azadî, li nava civakên dagirkirî û gelên penaberbûyî pirgirêkên ciwanan û pirsgirêkên jin ên ciwan wê bêne nirxandin. Li gorî amadekarên konferansê Ronahî; Navenda Têkiliyên bi Gel re ya ji bo Ciwanan û ‘Youth Writing History’ (Ciwan dîrokê dinivîsînin) rêxistinên ciwanan ên cuda li hemberî kapîtalîzm, zexta ji bo tunekirina xweza û zayendîperestiya civakî li dora lêgerîna li jiyaneke alternatîf li hev kom bûn.

Youth Writing History diyar kir ku armanca wan ji vê konferansa li Parîsê ew e ku konferansê di asta navneteweyî de bi pêş ve bibin.

Rêxistinên beşdar dibin

Arran (Katalonya) – Poder Popular (Arjantîn) – Ciwanên MSD (Sûriye) – YXK/JXK, Yekîtiya Xwendekarên Kurd – Anakbayan (Fîlîpîn) – Partiya Komunîst a Sûdanê – Retomada Aty Jovem (Gelên Guaranî û Kaiowa; Brezîlya) – Youth For Climate Fransa – Ernai (Welatê Bask) – Trinacria (Sîcîlya) – Middle East Youth Initiative – Lista Demokraticnega Studentstva (Slovenya) – Sosialistisk Ungdom (Norwêc), PEPS, Pour une Ecologie Populaire et Sociale (Fransa), Abahlali baseMjondolo (Afrîkaya Başûr).

Her wiha gelek delegasyon li ser medyaya civakî vîdeo parvekirin û ragihandin ku ew ê beşdarî konferansê bibin.

Tora Ciwanên Cîhanê prensîbên ku wê bingeha konferansê pêk bînin wiha rêz kirin:

Xweseriya Ciwanan: Bi armanca xurtkirina însiyatîf û perspektîfa her yekî, konferans wê ji aliyê ciwanan ve ji bo ciwanan bê lidar xistin. Weke ku di dirûşmeya konferansê de û di malpera wê de jî hatiye gotin: “Em nifşê dawî ne, însiyatîfa me wê çarenûsa me diyar bike”.