28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heyeta Freedom House serdana DFG’ê kir

Heyeta Amerîkî ya herêmî Freedom House, serdana DFG’ê kir. Li vir rêveberên DFG’ê û MKG’ê heyet pêşwazî kir

Heyeta Amerîka Freedom House serdana Cemiyeta Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) kir. Li komeleyê Hevserokê DFG Serdar Altan, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, Edîtorê Rojnameya Xwebûn Îsmet Konak, Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Azad Altay û Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk heyet pêşwazî kirin.

Zextên li çapemeneniya kurd

Hevserokê DFG Serdar Altan piştî heyet pêşwazî kir, der barê zextên li ser çapemeniyê agahî da û diyar kir ku rojnagerên kurd her tim bi zextan re rû bi rû ne û got: “30 sal derbas bûn, lê hê jî zextên li ser çapemeniya kurd didomin. Gelek caran rojnamagerên kurd li kolanan hatine qetilkirin.

Rojnameger gelek caran bi girtin û înkarkirinê re rû bi rû manin. Ev zext niha jî didomin. Dewleta tirk hewl da ku rojnamegeriya kurd biqedîne. Di her serdegirtinan de hemû amûrên me yên teknîkî wekî kompîtur, wênekêş û telefonan desteser dikin.”

Seroka MKG’ê Roza Metîna jî anî ziman ku JINNEWS ajansa wan di cîhanê de yekemîn a jinan e û wiha got: “Di heman de me Komeleya Jinan Rojnamegeran a Jinan (MKG) avakir. Bi taybetî li ser rojnamegerên jin zext têne kirin.”

Edîtorê MA’yê Azad Altay jî anî ziman ku her diçe zext û zorî li ser rojnamegeran zêde dibin û ev tişt got: “Her ku diçe li ser rojnamegeran û civakê zext zêde dibin. Zextên li ser rojmageran di sala 2022’an de zêde bû û nêzî 40 rojnamgerên kurd hatin binçavkirin û girtin. Ji van rojnamageran 26 kes hatin girtin. Polîsan di serdegirtinan de gelek amûrên me yên rojnamegeriyê desteser kirin.”

Parêzer Resûl Temûr jî der barê binpêkirinên mafên rojnamegeran de rapor peşkeşî heyete kir.

Di dawiya serdanê de heyetê diyar kir ku dê alîkariyên xwe bi rojnamegerên kurd re bidomîne.