3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên navneteweyî daxwaza azadiya siyasetmedarên Kurd kirin

Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ji bo berdana siyasetmedarên Kurd ên 4'ê Mijdara 2016'an de hatin girtin, bang kirin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, Projeya Piştgiriya li Dozên Mafên Mirovan ên Tirkiyeyê, Komîsyona Hiqûqnasan a Navneteweyî û Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî bi wesîleya salvegera 7’an a girtina siyasetmedarên Kurd daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de ji hikumeta tirk hate xwestin ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne û hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag berde.

Di daxuyaniyê de her wiha pêvajoya dozê û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser binpêkirinê hate bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bi armancên siyasî hatine girtin û divê edalet bi cih bê anîn.

Dîrektorê Asya Navîn û Ewropayê ya Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Hûgh Wîllîamson anî ziman ku Tirkiye berpirsyariyên xwe yên di asta navneteweyî de bi cih nîne, bi rengekî dijî hiqûqê siyasetmedar girtiye û ev yek jî li pêşiya nîqaşkirina demokratîk astengî ye.

Dîrektorê demkî yê Bernameya Asya Navîn û Ewropayê ya Komîsyona Hiqûqnasan a Navneteweyî Temûr Shakîrov jî ragihand ku li gel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxwaza mehkûmiyeta sûcên têkildarî îfadeya siyasî kiriye û armanca dawî ya van dozan jî siyasî ye.

Alîkara Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî Reyhan Yalçindag diyar kir ku dema girtina siyaetmedaran pêvajoya krîtîk a kampanyayê bû û ji Komîteya Wezîran û organên Konseya Ewropayê xwest ku ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan bikevin nava liv û tevgerê.

Dîrektora Projeya Piştgiriya bi Dozên Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Ayşe Bîngol Demîr jî destnîşan kir ku Tirkiye berpirsyariyên xwe yên navneteweyî bi cih nîne û ji Komîteya Wezîran xwest ku kontrolê zêde bike.