spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

7 sal in darbe didome

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Dogan li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Dogan der barê salvegera 4’ê Mijdara 2016’an ku siyasetmedar û parlamenterên HDP’ê ku hatin girtin de axivî û xwest siyasetmedar demildest bên berdan.

Darbe 7 sal in didome

Dogan diyar kir ku pêşî îradeya gel hat desteserkirin, piştre jî doz hatin vekirin û ev doz ji bo girtina HDP’ê weke hincet hat bikaranîn û wiha got: “Em dibînin ku ev hewldan hê jî didome. Bi vê doza hatiye amadekirin re, em dibînin ku çima ew hîn jî berdewam e. Ji ber ku çend roj berê parlamentera me ya berê Huda Kaya hatibû binçavkirin û girtin. Dema ku me weke rojnameger bi Hûda Kaya re hevpeyvînek kir, wê mexdûriyeta ku di 28’ê Sibatê dîtibû vedigot. Ew bi hêvî û kelecan bû, ji ber ku wê bawer dikir ku bi wê mexdûriyetê re rûbirû bibin. Lê îro Huda Kaya ku herî dawî ji aliyê darbeya 28ê Sibatê ve hat girtin, ji aliyê hikûmetê ve dîsa ket girtîgehê. Ew desthilatdara ku bi îdiaya wan rojên 28’ê Sibatê biguherîne derket rê, îro heman pêkanîna xistiye dewrê û xedartir bûye. Em behsa darbeyeke siyasî dikin ku ev darbe 7 sal in bênavber berdewam dike. Em behsa operasyona îmha û hilweşandina partiyekê dikin. Ji bo vê em ji Doza Kobanê re dibêjin Doza Komploya Kobanê. Siyasetmedarên me tevî demên dirêj ên girtinê jî di girtîgehê de ne. Yanî biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn nayên naskirin. Ev pêlên operasyonê ne tenê li dijî partiya me û siyasetmedarên me, li tevahiya welat belav bûye û her kes dikeve ber pêla binçavkirin û girtinan.”

Çareserî naskirina vîna kurd e

Dogan destnîşan kir ku siyaseta partiya wan HEDEP’ê jêvengerî ye, enyad û têkoşîna bi biryardarî ye û ew ê her qada siyasetê têkoşîna xwe ya bi biryardarî û mafdar bidomînin. Dogan bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd û wiha axivî: ““Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, ne mimkûn e ku Tirkiye jî demokratîk bibe. Ya esas ew e ku pirsgirêka kurd pirsgirêka nedemokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Ji nedîtî ve tên û pirsgirêkê çareser nakin. Ne mimkûn e ku ewqas sal û zeman nehatibe fêmkirin. Yên ku tehamûlî mezinbûna siyaseta demokratîk nakin û yên ku ji siyaseta demokratîk aciz dibin, dixwazin xwe li ser konsepta şer li ser pêya bigirin.”