8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 Fîlmê ′Tnaş′ ê derhênerekî ji Kobanê 8 xelat wergirtin

Fîlmê ‘Tnaş’ ku Ezdeşêr Celal Ehmed ê ji Kobanê derhêneriya wê kiriye, di mîhrîcanên sînemayê yên navneteweyî de 8 xelat wergirtin. Fîlm balê dikişîne ser gelek pirsgirêkên ku penaberên sûriyeyî li Lubnanê pê re rû bi rû dimînin.

Fîlmê ‘Tnaş’ di mîhrîcanên sînemayê yên navneteweyî de wergirtina xelatan didomîne.

Fîlm versiyona erebî ya fîlmê amerîkî ‘12 Mêrên Bihêrs’ e û li Beyrûtê hatiye kişandin. Fîlm balê dikişîne ser gelek pirsgirêkên civaka Lubnanê û doza penaberên sûriyeyî.

Heta niha hêjayî 8 xelatan hatiye dîtin. Ew mîhrîcan li Amerîka û Belçîkayê bûn û herî dawî di Mîhrîcana Fîlmên Serbixwe ya Lubnanê de beriya 2 hefteyan li dar ket, xelata fîlmê herî baş wergirt.

Fîlm di mîhrîcana Socal Film Awards û mîhrîcana Los Angeles Film Awards de xelata fîlmê çîrokî yê dirêj ê herî baş, di mîhrîcana International Festival Festigious, mîhrîcana Oniros Film û mîhrîcana Capital Film Brussel de xelata fîlmê herî baş û di mîhrîcana Studios Ineternational Film û mîhrîcana Five Continents International Fîlm Festival de xelata senaryoya herî baş wergirtin.

Her wiha fîlm di mîhrîcanên din de û di platformên dîjîtal de jî dê were pêşandan.

Senaryoya ji aliyê Ezdeşêr Celal Ehmed ê ji Kobanê ve hatiye nivisandin û derhêneriya wî jî kiriye.

Ezdeşêr Ehmed têkildarî fîlm got: “Fikra fîlmê, li ser esasê `Em hev du guhdar bikin` e. Ji ber ku gelekî hêsan e em der heqê hev du de helwestê nîşan bidin, bêyî ku hev du guhdar bikin. Ji ber wê 12 kes ji beşên cuda û pêkhateyên civakê wek jurî li hev kom dibin, ji bo gunehbûn û bêgunehbûna penaberekî sûriyeyî diyar bikin. Li vir her yek nêrîna xwe dibêje. Behsa êşên xwe dike da ku bigihêjin encamekê.”

Ehmed wiha domand: “Dema behsa doza penaberê sûriyeyî dikin, endamên juriyê, her yek behsa pirsgirêkên xwe dike. Mînak, yek ji wan ê temenmezin ê gihaştiye temenê karbesiyê û dabînên xwe bi dest nexistin, yeka din behsê dike çawa mafên wê hatin binpêkirin û pirsgirêkên qanûnê li Lubnanê û çawa sûriyeyî tên şilandin û şantajkirin ruxmî ku beşeke ji wan nasnameya lubnanî wergirtiye. Ji ber wê neçar dibin ku zaravayê xwe bikin ê lubnanî ji bo ku rûbirûyî van pirsgirêkan nebin. Hin din xiristiyan in ji hebûna sûriyeyiyan li Lubnanê zirar lê hatine, ji ber wê bê sedem helwest li dijî wan tên nîşandin. Her wiha gelek dozên din jî hene.”

Ehmed got wî fikra fîlmê ji pirrengiya civakî û pirsgirêkên penaberiyê yên Sûriye û Filistînê wergirtiye.

Ehmed got nivisandina fîlmê sala 2020`an bi dawî bûye û li şîrketên produksiyonê pêşkêş kiriye. Lê ew red kirine ji ber ku naveroka fîlmê êdî kevn bûye nexasim ku behsa dosyaya penaberên sûriyeyî li Lubnanê dike. Li gor Ehmed şîrketan fikrên nû xwestine, ji ber wê serî li şîrketên taybet daye.

Ehmed aşkera kir ku kişandina fîlmê li paytexta Lubnanê Beyrûtê 3 roj dom kiriye û got: “Di kişandina dîmenên fîlmê de me gelek zehmetî kişandin. Ji ber ku 12 lîstikvan di odeyekê de bûn û heta saetek û nîv gotûbêj dikirin da ku çarenûsa kesekî diyar bikin. Ji bo derhêner gelek dijwar bû bi wan re mijûl bibe û çawa dema fîlmê bê dîmen tenê bi axaftina wan dibore.”

Kişandina dîmenêm fîlm di 3 rojan de bi dawî bûye û li gorî Ezdeşêr bi destpêkirina 2020`an fîlm bi temamî hazir bû û piştre dest bi pêşandana wê di mîhrîcanên navneteweyî de kirin.

ELi rex Ezdeşêr, Pûdî Sifêr û Patrîk Şemalî senaryo amade kiriye. Her wiha fîlm ji aliyê Ezdeşêr, Pûdî û gerînendeyê şîrketa produksiyonê Tariq Haikmî ve hatiye çêkirin.

Ezdeşêr got: “Fîlm li Lubnanê gelek deng veda. Projeyên me yên din hene. Hazirtiya 2 fîlman dikim, yek li ser rewşa Lubnanê û yek din drama ye. Ez rêzefîlmeke zarokan li Siûdiye hazir dikim. Plan dikim ku 2 fîlman li Rojava bikişînim û ji bo ku dest pê bikim, li benda erêkirinê me.”

Der barê projeyên wî yên li Rojava de Ezdeşêr ev agahî parve kirin: “Dixwazim li Rojava kar bikim, ji ber ku ragihandina cîhanî ew qas li gorî tê xwestin, balê nakişîne ser herêmê. Her tim bera xwe dide herêmên din ên bi nakok. Ev me aciz dike. Ji ber ku em fedakariyên mezin dikin, xwe bi xwe ava dikin û dixwazin cîhan pirsgirêk û êşên me bibîne. Çawa me şerê rêxistinên terorîst kir. Ji ber ku gelek girîng e, em behsa wê bikin ji bo ku civakên din wê bibînin.”

Ezdeşêr Celel Ehmed ji Kobanê ye, bawernameya parêzeriyê ji Zanîngeha Helebê wergirtiye, bawernameya masterê jî ji Zanîngeha Îslamî ya Beyrûtê wergirtiye. Sala 2010`an çûye Lubnanê û li wir bi cih bûye. Gelek çîrok û roman nivisîne. Di qada rojnamegeriyê de çalak e. Di gelek qadên din de jî lêkolînan dike. Gelek kurtefîlmên wî hene.