3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Me xwest dengê jinên şoreşger derxin pêş’

Derhênerê kurd Hebûn Polat diyar kir ku dema wan fîlm kişandiye gelek zor zehmetî jiyane û wiha axivî: “Me digot dê kamerayê ji destê me bigirin û bişkînin. Min di wir de du qert bikardianî, ji bo dîmenên ku me kişandiye desteser nekin.”

8’emîn Mihrîcana Belgefîlm a FîlmAmed ku di 27’ê Îlonê li Amedê hatibû destpêkirin li gelek devaran derket pêşberî temaşevanan. Kêşana Fîlmê “Dîwarên Dê Bên Hilweşandin” jî di cotmeha 2022’yan de hate destpêkirin. Kêşana fîlm hinek jê li Elmanyayê hatiye kişandin. Fîlm li ser jiyana çar jinên siyasetmedar ên têkoşer e. Karakterên fîlm Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Aysel Tûglûk û Sîbel Yîgîtalp e. Kêşana li Elmanyayê ji aliyê Dîrektor Şerîf Çîçek ve hat amadekirin û ya li bakurê Kurdistanê jî ji aliyê Derhêner Hebûn Polat ve hat kişandin. Fîlmê “Dîwarên Dê Bên Hilweşandin” ku li baxçeyê Zarok Ma yê derketibû pêşberî temaşevanan, rastî eleqeyek mezin hat. Derhêner Hebûn Polat der barê amadekarî û naveroka fîlm de nirxandin kir.

Derhênerê fîlm Hebûn Polat, di destpêkê de diyar ku dema wan kêşana fîlm kiriye gelek zehmetî kişandine û wiha got: “Dema ku mirov ji bo projeyeke bi vî awayî dest pê dike, ji walî destûr dixwaze. Ger ku tu li ku derê kêşanê bikî divê destûr hebe. Lê me dizanibû ku ew ê destûr nedin, ji ber mijara me li ser çar jinên têkoşer e. Dê ji bo me xetere bûna. Me hemû kêşanên xwe bi awayekî veşarî dikir. Em ji koma 4 kesan pêk dihatin. Ji aliyê kêşanên Girtîgeha Kandriya ve me hinek pirsgirêk jiya. Di her çûn û hatinê de kontroleke zêde hebû. Di kontrolê de me qert ji kamerayên xwe derdixist. Me qertê vala dixist kamerayê. Dibe ku di dawiya vî fîlmê de ji bo me gelek pirsgirêk jî derên. Jixwe polis her tim me dişopînin. Her çiqas astengiyên sansurê li ser me hebin em ê dîsa jî fîlmên xwe bidomînin. Armanca me ya yekemîn ew e ku em heqîqetan bidin ber çavan.”

Xetere û qedexe

Hebûn Polat da zanîn ku beriya ew dest bi kêşana fîlm bikin wan destûr ji malbatên girtiyan xwestine û hê dest pê kirine. Polat anî ziman ku dema wan kêşan kiriye ji ber sansurê gelek zehmetî kişandine û wiha got: “Beriya ku me dest bi fîlm kir me ji xizmên karakterên fîlm li ser jiyana wan hatiye amadekirin, dest pê kir. Yê Gultan Kişanak, keça wê li ser navê dayîka xwe beşdar bû. Yê Fîgen Yuksekdag jî hevjînê wê diaxivî, di heman demê de ew jî hevberdevkê berê Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê bûye. Aysel Tûglûk jî birayê wê yên mezin axivî. Sîbel Yîgîtalp ew jî li derveyî welat bû, li wir me kêşan dikir. Em çûn bi malbatên wan re axivîn me destûr ji wan girt û ew jî  bi kêfxweşî ji me re bûn alîkar. Di kêşanê de em hatin Amedê, Stenbol û em çûn girtîgeha Kandirayê bi awayekî veşarî me dîmenan dikişand. Dema ku em diçûn girtîgeha Kandirayê, ji ber xetere û qedexeyan me nikaribûn zêde kamerayan derbixin derve. Me digot dê kamerayê ji destê me bigirin û bişkînin. Me wisa berdewan kir. Kêşan nêzîkî şeş mehan berdewam kir. Hemû projeya xwe me di nava 10 mehan de qedand.”

Rewşeke xemgînî ye

Polat, diyar kir ku dema ew çû cem birayê Aysel Tûglûk û çav lê ket, gelek xemgîn bû û nexwest wê bide axaftin û ev tişt anî ziman: “Dema ku me dest bi projeya fîlm kiribû wê demê Aysel, di girtîgehê de bû. Wê demê ji bo Aysel kampanyayên îmzeyan dihat meşandin û îmze dihatin komkirin. Di wê navberê de em çûn cem birayê wê pê re axivîn, ji bo ku bi me re bibe alîkar. Her sê hevalên dinê jî ji xwe her hefte malbatên wan diçin girtîgeha Kandrayê bi wan re hevdîtin dikin. Meseleya Aysel, ji bo me jî gelek girînge heta me dest bi kêşanê kir jî me nikaribû bi Aysel re hevdîtin bikira. Em gelek caran bi rêya telefonê bi Fîgen û hevalên dinê re diaxivîn. Dema ku em di kêşanê de bûn Aysel Tûglûk, jî hat berdan. Em çûn mala wan lê di aliyê hiş de pirsgirêkek wê ya gelek mezin heye. Ji ber ku me rû bi rû hev dû dît. Dema ku diaxive gelek tişt tên bîra wê lê piştî pênc deqeyan hin tiştan ji bîr dike. Ev rewş ji bo me gelek xemgînî bû. Dema ku em zarok bûn me di televîzyonê de Aysel Tûglûk bi rewşeke cuda didît. Lê dema em çav lê ketin em gelek xemgîn bûn. Me wê jî kişand lê me wê neda axaftin. Ji ber ku rewşa wê ne guncav bû ji axaftinê re. Rewşeke gelek hasas e. Me nexwest ku em wê rewşa wê zor û zehmet derbixin berçavan ji ber ku tişteke hasas e.”

Vegera welat

Polat, bi lêv kir ku Sîbel Yîgîtalp ji ber karekî çû Ewropa û paşê doz lê hat vekirin û wiha axivî: “Êdî nikare vegere. Ji ber ku cezayê wê heye. Jixwe di fîlmde jî her tim valîzê wê jî amade ye, li benda vegera welat e. Di fîlm de jî û jiyana xwe ya rastî de jî wekî aktîvîsta mafên mirovan diçe li cihan digere li ser meseleyan diaxive. Armanca wê ew e ku dengê jinên bindest bigire dest û derbixe pêş.”

Dîl tên girtin

Polat, bal kişand ser meseleyên ku ji bo girtiyan tên destpêkirin lê zû tên jibîrkirin, di rojevê de namînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jixwe nêzîkî 7-8 sal in di girtîgehê de ne. Kampanyên ku ji bo girtiyan tên amadekirin lê mixabin ew jî kêm dimînin. Armanca me ya herî mezin yek jê ew bû ku em van tiştên tên kirin, qels dimînin derbixin pêş. Dema ku em diçin malên wan hevalan ji xwe mesele derdikeve ber çavan. Mesele ne bi tenê siyasî ye, hinek tê li ser wijdanî jî disekine. Niha ji vî fîlmê 2 hevalên me digirtîgehê de ne. Ji xeynî wan jî bi hezaran kurd di zîndanan de bi awayekî bêhiqûqî dîl tên girtin, li ser navê şoreşa azadiyê.”