spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Siwêdaya Sûriyeyê daxwaza guhertina rejîmê dikin

Xwepêşandanên li Siwêdayê yên li dijî siyasetên hikumeta Şamê, aloziya debarê û ya rewşa aborî ya xirab didomin û xwepêşandêr daxwaza pêkhatina biryara 2254 a NY’yê û guhertina rejîmê dikin

Hikumeta Şamê li şûna aloziyan çareser bike, pêdiviyên sereke yên jiyanê buha dike û di encamê de alozî kûrtir bûn. Her wiha daxwazên xwepêşandêran paşguh dike û tu girîngiyê nade bangên çareseriyê yên hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

′Ji daxwazên xwe yên mafdar nayên xwarê′

Gerînendeya Navenda Ragihandinê ya Serhildana Siwêdayê Erîc Neîm têkildarî xwepêşandanên li Siwêdayê ji ajansa me (ANHA) re axivî.

Erîc Neîm da zanîn ku xwepêşandanên li Siwêdayê didomin û êdî hemû beş û pêkhateyên civakê di nav xwe de digire. Erîc Neîm got: ′′Xwepêşander roj bi roj teqeziyê bi daxwazên xwe yên mafdar dikin ku ji guhertina siyasî dest pê dike. Xwepêşandêr wê ji daxwazên xwe yên mafdar xwarê. Siwêdayê êdî nema dikare paşketina rewşê, têkçûna aborî û siyasî, tevliheviya ewlehiyê, propagendaya narkotîkê, polîtîkayên birçîkirin, koçberî û çewistandinê tehemul bike, ji ber wê jî guhertina siyasî wekî çareseriya herî guncaw û rêya xilasiyê dît.”

′Çarçoveya xwepêşandanan berfireh dibe′

Ercî Neîm bal kişand ser çarçoveya xwepêşandanan jî û wiha zêde kir: “Çarçoveya xwepêşandanan roj bi roj berfirehtir dibe. Tevahî qadên gundewarê Siwêdayê banga piştgiriya xwepêşandanên êvarî yên li qada Keramê dikin. Îna borî jî mezintirîn malbatên ji Siwêdayê ji bêdengiya xwe derketin û tev li xwepêşandanan bûn. Serokê ruhî yê Durziyan şêx Hîkmet El Hecrî piştgiriya xwe bi daxwazên mafdar ên xwepêşandanan û girîngiya pêkanîna guhertinan re ragihand. Tevgera şaristanî ya aştiyane ya xwepêşandanan di meha xwe ya duyemîn de bi heman hêz û zexmê didome. Daxwazên xwepêşandêran wekî xeta sor e ku vegera jê nine.”

Erîc Neîm destnîşan kir ku serhildana Siwêdayê dengvedana şoreşa Sûriyeyê ya 2011’an e û got, tevî ku daxwaz li tevahî parêzgehên Sûriyeyê yek e, lê dorpêça ewlehiyê ku sala 2011′an li ser Siwêdayê hatibû ferzkirin niha li hemû parêzgehên Sûriyeyê tê meşandin.

Hewldanên rêxistinkirinê

Der barê girîngiya rêxistinkirina xwepêşandanan de Erîc Neîm ev nirxandin kir: “Tevahî beşên ku di xwepêşandanan de beşdar in hewl didin xwepêşandanan bêtir rêxistin bikin da ku di çarçoveya xwe ya aştiyane de bimînin, her wiha da hewldanên derxistina fîtneyê werin têkbirin û xwepêşandêr û saziyên giştî jî bêne parastin.′′

Erîc Neîm destnîşan kir ku tevî astengiyên ji aliyê hikumeta Şamê ve têne derxistin jî, xwepêşandan belavî deverên din ên Sûriyeyê dibin û li seranserî cîhanê xwepêşandanên piştgiriyê ji bo şêniyên Siwêdayê tên lidarxistin.

Daxwaz zêdetir bûn

Erîc Neîm anî ziman  ku êdî daxwazên xwepêşandêran ne tenê di warê xizmetguzarî de, lê derbasî warê siyasî jî bûn û got: “Daxwaz êdî zêde bûn ku niha şênî banga pêkanîna biryara  2254′an a Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin, ev biryar jî hêviya  ji 2011’an de vedijîne.”

Erîc Neîm di dawiya axaftina xwe de got: “Rewşa siyasî roj bi roj xerabtir dibe, pê re jî aloziya aborî gihiştiye lûtkeyê. Çareseriyên ku hikumet pêşkêş dikin êdî bê kêr in û rewşê îfade nakin. Gendelî, tevliheviya ewlehiyê û zextên saziyên dewletê zêdetir bûne, ji ber van hemûyan şênî daketin qadan û bi hêvî ne ku di demeke nêzîk çareseriyên aborî, civakî û siyasî pêk werin.”