3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Firsend ev  firsend e

Em di rojên zor û zehmet de dijîn ku li 10 bajarên Tirkiye, bakurê Kurdistanê û gelek bajarên Sûriyeyê di encama erdhejên mezin ên ku navenda wan li Mereşê bûn û wêraniyeke mezin bi xwe re anîn.

Li gelek bajaran kevir li ser kevir nemaye û dilê keviran bi mirovan dişewite. Lê 2 aliyên ku dixwazin ji vê felaketê jî sûdê bigirin hene. Yek jê desthilat û hikumeta AKP’ê ye û aliyê din jî hin diz û pêxwas in.

Di vê mijarê de ew gelekî dişibin hev, hin diz û pêxwas hene ku firsenda reva xelkê ji malan ji xwe re bi kar bînin û ji bo diziyê bikevin malên wan kesên ku perîşan û şerpeze bûne.

Pereyên baca erdhejê li ku ne?

Li gorî agahiyan pereyên ku wekî baceya erdhejê ji welatiyan tê standin di dema desthilata AKP’ê de dike derdora 36 milyar dolar, niha partiyên muxalefetê jî ji hikûumeta AKP’ê dipirsin û dibêjin ka ew pere li ku ne?

Ji bilî wê jî bi trilyonên dolaran ji bo alîkariya erdhejên berê hatibûn berhevkirin ew jî ne li holê ne.

Bajarên ku zirareke mezin dîtine ên weke Mereş, Meletî, Hatay û gelek bajarên din bi rojan xelk di bin xirbeyan de man bêyî ku tu ekîbek biçe bi ser wan xirbeyan de û ji xemsarî û bê imkaniyan bi dehhezaran mirov di binê wan xirbeyan de canê xwe ji dest dan.

Li pazarcikê cihê ku navenda erdhejê bû û bajarê ku bûye weke kavilan, xelk birçî û tî li ber sermaya zivistana dijwar de dijîn dîsa jî ji destê diz û şîrheraman xilas nabin. Hinek ciwanên qaşo bi dilsozî bi saziya AFAD’ê de re dixebitin diziya xelkê dikin.

Hikumeta AKP’ê jî tevî hemû xemsarî û qisûrên xwe yên di hewarhatina mexdûrên vê erdhejê bi ser de astengiyan li pêşiya aliyên ku dixwazin alîkariya xelkê bikin, derdixin.

Li gelek deveran waliyên hikumeta AKP dest danîne ser alîkariyên ku HDP ji nava gel daye berhevkirin û dixwaze bigihîne welatiyên mexdûr û rê nade ku HDP alîkariya wan bike. Ji bilî van astengiyan ew dixwaze vê felaketê jî ji xwe re wekî rent û propagandaya hilbijartinê bi kar bîne. Lewre dibêje divê ku her tişt bi riya dezgehên girêdayî hikumetê bên belavkirin da ku bi wan alîkariyan jî propagandaya xwe bikin.

Her wiha ew ketine wê heyrê ku heke HDP zêde alîkariyê bide welatiyan bi wê yekê dengê wan zêde bibin. Ew her ketiye heyra hilbijartinan.

Ji aliyekî din jî ji bo 3 mehan rewşa awarte îlan kir da ku her tiştê dixwaze di vê krîzê de li gorî dilê xwe bi rê ve bibe.

Li şûna ku hikûumet bi lez û bez tevbigere û alîkariyê bigihîne bi milyonan kesên ku bê cih û war mane ew rewşa awarte li van bajaran îlan dike. Der barê vê mijarê de Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay wiha dibêje: “i xwe ev hikûmet wekî ku di hemû rewşên aloz de dike li vir jî dîsa dixwaze sûdê ji vê rewşê bike û bi rewşa awarte polîtîkayên li gorî berjewendiyên xwe bimeşîne.”

Mixabin rewşa bajarê Amedê jî weke bajarên gelek bajarên din ên ku ji erdhejê ziyan dîtine rewşeke aloz e û bêçaretî û tirsa ji erdhejên nû berdewam dike.

Li Amedê ji bilî avahiyên ku xira bûne û hilweşiyane bi sedan avahiyên ku ji erdhejê ziyan dîtine hene û metirsî heye ku her kêlîk ew avahiyên ku zirar dîtine jî hilweşin.

Piraniya xelkên bajêr xwe li gundan girtine, xwe li xaniyên yekqatî girtine, xwe li kon, park, dibistan û navendên civandinê girtine û newêrin biçin malên xwe.