22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wijdanê civakê û burokrasiya dewletê

Ruhê civakbûyînê ne tenê girêdayî rehên xwînê ye, girêdayî wicdan û exlaqê ye. Ev jî xwe di nava civakbûyînê de dihewîne. Ev peyama malbata Şenyaşar banga yekitiyê ye, banga mirovahiyê ye û banga xwedî derketinê ye. Ya ku mirovajiyê li piya bihêle jî ev e

Divê em vê ji derveyê xwezayê negirin dest. Lewra mirov û xweza bi hev ve girêdayî ne. Di dîroka mirovahiyê de mirov her tim hewceyê parastinê kiriye û çareserî herî dawî di civakbûyinê de dîtiye. Civakbûyîn mafê mirovan û mafê me bi me dide nasîn. Her wiha berpirsiyariyên mirovan ên li hemberî hev destnîşan dike û di jiyana hevpar de xwenasîn, kêrhatin, xwesteka hevkariyê dide avakirin.

Divê mirov bifikire bê ka li hember mirovahiyê erkê me çi ne û em çi bikin ku em bibêjin em mirov in? Mirovahî ji serê dîroka xwe heta niha her tim bi zor û zehmetiyên jiyanê re rû bi rû maye. Ev zor û zehmetiyên jiyanê bi xwe re parastina rewa ava kirine. Ji bo ku jiyana xwe hêsantir bikin yekitiya xwe ya dildariyê li ser exlaq û wijdan honandiye. Lewra di civakekê de divê her mirovek di serî de bi exlaqî û wijdanî tevbigere.

Wexta em li roja xwe ya îro dinêrin em dikarin mînak li ser edhêja herî dawî ya ku li 10 bajaran pêk hat binêrin ku mirovahî di ezmûneke din de derbas dibe. Lewra heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da û dîsa bi hezaran kes bi giranî birindar in. Her wiha niha gelek kes bê mal, bê hal û neçar mane. Ev wêneya trajîk jî gelek pirsan bi xwe re tîne. Em dikarin şîrove bikin ku exlaq û hiqûqa bêhiqûqiyê niha di nava şerekî dijwar de ne. Lewra di vê bûyerê de liva biexlaq û wijdan (civak) û liva hiqûq û burokrasiyê (dewlet) xwe diyar kiriye.

Pêşî li alîkariya gel digirin

Yekdestiya desthilata AKP-MHP’ê di demekî hew qas girîng de hemû hêzên ku divê bikeve meriyetê dane sekinandin, çav û guhê xwe li qîrîna hewara gel girtiye. Li gel vê hewl dide ku pêşiya alikariya civakî jî bigire ango hewl dide ku rûmeta kesên xêrxwaz bike rûmeta xwe. Dewleta ku divê hemû hêzên xwe têxe xizmeta gel niha di xizmeta AKP-MHP’ê de ye.

Li gel gelek mînakên mirovahiyê yek jê jî malbata Şenyaşar e. Malbata Şenyaşar ku li ber edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digirt. Ji ber ku xizm û parastvanên Parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezirana 2018’an de li Pirsûsa Rihayê ji malbata Şenyaşar 3 kes kûştibûn. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji ber vê di 9’ê adar a 2021’î de li ber edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn.

Dayika ku ev bi sedan roj in ji bo kurê xwe edalet dixwest li gel hemû zordarî û zehmetiyan dev ji çalakiya xwe ya edaletê berneda ango navber neda lewra dixwest ku êdî exlaq û wijdan tevbigere û civak peywira xwe bi bîr bîne. Dayika Şenyaşar bang li mirovahiyê dikir ku bi hewara wê ve werin.

Mînaka malbata Şenyaşar

Yek jê malbata Şenyaşar e; lewra li ser hesabê xwe yê medyayê bi peyamekê ragihandin ku dê heta 13’ê sibatê navber bidin çalakiya xwe û wê heta wê demê alikariya mexdûrên erdhêjê bikin. Di peyama xwe de wiha gotibûn: “Di encama erdhêja çêbû de li welatê me karesetek çêbû. Em ê jî bi qasî ku ji destê me tê alîkariya welatiyên xwe bikin. Ji ber vê em ê heta 13’ê sibatê navberê bidin çalakiya xwe. Dem dema alîkarî û duayan e.”

Ev jî tê wê wateyê ku ruhê civakbûyînê ne tenê girêdayî rehên xwînê ye, girêdayî wicdan û exlaqê ye. Ev jî xwe di nava civakbûyînê de dihewîne. Ev peyama malbata Şenyaşar banga yekitiyê ye, banga mirovahiyê ye û banga xwedî derketinê ye. Ya ku mirovajiyê li piya bihêle jî ev e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê