7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dem dema azadiyê ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Tiştê ku beriya 24 salan komploger tirsandin di esasê xwe de naskirin û fêmkirina fehm û feraseta Rêber Apo û paradîgmaya wî ya ji bo jiyana nû bû. Komplogerên ku beriya 24 salan bûn sedema esareta Rêber Apo nekarîn pêşî li fikrên wî bigirin, armanca wan jî bi saya berxwedanê negihîşt serî.

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê 24 sal li pey xwe hişt, dikeve sala 25’an. Di vê pêvajoya dûr û dirêj de li ser komploya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan pêk hatî gelek tişt hatin gotin û nivîsandin. Bi demê re hin hêzên ku di vê komployê de cih girtibûn jî li xwe mikur hatin û rola xwe ya di vê bêbêxtiyê de aşkera kirin. Bê guman yê komploya 15’ê Sibatê herî zêde derxist zanebûnê, erk û berpirsyariya hêzên navneteweyî ya di vê komployê de aşkera kir dîsa Rêber Apo ye.

Divê bê zanîn ku qonaxa yekem a komplo navneteweyî 15’ê Sibatê li ser lihevkirina hêzên hegemon di şexsê Rêber Apo de li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd di 9’ê cotmeha sala 1998’an dest pê kir. Qonaxa duyem a vê komployê di 15’ê Sibata 1999’an de li Sefareta Yewnanîstanê ya li Kenyayê bi revandina Rêber Apo û radestkirina wî ji bo Tirkiyeyê temam bû. Rêber Apo sala 2003’yan parêznameyek pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a Atînayê kir û tê de qala sedema komployê û kiryaran kir.

Rêber Apo li vir qala derketina xwe ya ji Sûriyeyê û bi komploya navneteweyî bêbextiya li wî hatiye kirin dike. Lê wî ti carî gazinc nekir û behsa şertên zahmet ên li girtîgeha Îmraliyê nekir. Tevî vê wî di şertên herî giran ên li girtîgeha Îmraliyê de jî, wî lêgerîna xwe ya ji bo azadiyê û heqîqetê dewam kir. Ji ber vê yekê têkoşîna Rêber Apo ya li girtîhega Îmraliyê ji gelek milan ve xwedî wateyeke mezin e. Rêber Apo di vê pêvajoya 24 salan de bi têkoşîna xwe ya îdeolojîk û fikrî ve nîşanda ku çiqas mezin difikire û têdikoşe. Lewma îro ne li Kurdistanê û Rojhilat Navîn tenê paradîgmaya Rêber Apo ya neteweya demokratîk bala gelek neteweyên cuda jî dikşîne.

Tiştê ku beriya 24 salan komploger tirsandin di esasê xwe de naskirin û fêmkirina fehm û feraseta Rêber Apo û paradîgmaya wî ya ji bo jiyana nû bû. Komplogerên ku beriya 24 salan bûn sedema esareta Rêber Apo nekarîn pêşî li fikrên wî bigirin, armanca wan jî bi saya berxwedanê negihîşt serî. Rêber Apo di parêznameyên xwe de diyar dike ku komplogeran di şexsê wî de dixwestin PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tine bikin û dibêje: “Her tişt li gorî mirina min hatibû eyarkirin. Wan dixwest ku bi fizîkî min bikujin heke ev jî nebe bi awayekî manewî min bikujin. Lê min bi helwesta xwe pêşî li vê girt.”

Rêber Apo bi bîr dixe ku hêzên hegemon dixwest dîsa bi dek û doloban gelê kurd ji têkoşîna azadiyê dur bixin. Lê, wî bi sekna xwe ya Îmraliyê ev hewildanên bêyom ango lîstik xira kirin. Der barê sekna Îmraliyê de jî Rêber Apo wiha dibêje; “Min pêvajoya li Îmraliyê weke platformeke îdeal bi kar anî. Ji bo vê jî min li vê derê teoriya xwe zexim kir. Min argumentên felsefî û pratîk ên çareseriya siyasî û aştiyê li vir bi pêş xistin. Ji bo kesên dixwazin sekna li Îmraliyê fêm bikin ev pênase bes e.”

Rêber Apo Komploya 15’ê Sibata 1999’an derxistibû zanebûnê û li dijî komplogeran li girtîgeha Îmraliyê hemleyên xwe dikirin.

Hêzên hegemon ên ku hebûna Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo projeyên xwe yên li Rojhilata Navîn asteng didîtin hewl dan bi komployê pêşî ji xwe re vekin. Lê dîrokê nîşan da ku ne Rêber Apo û ne jî gelê kurd dest ji vê dozê bernade.

Bi armanca şikandina vê têkoşîna li ev 24 sal in li zîndana Îmraliyê pergaleke derveyî mirovahiyê li dijî Rêber Apo di dewreyê de ye. Bi rasthatina salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ve, kurd û dostên wan weke her sal dîsa li qadan bûn û doza azadiya Rêber Apo dikirin. Êdî gelên azadîxwaz esîrbûna Rêber Apo weke esîrbûna xwe dibînin û ji bo dawî li vê esaretê bînin li gelek navendên cuda di nava têkoşînê de ne. Xwedî li berxwedana dîrokî ya Îmraliyê derdikevin.

Rêber Apo, di bin şertê esaretê de, paradîgmaya civaka demokartîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan bi pêş xist. Şoreşeke fikrî ava kir û wisa bersiva komployê da. Hem hêzên komploger û hem jî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dixwazin bi plangeriyên nû komployê bidomînin. Ji ber vê yekê êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gefên li ser Rojavayê Kurdistanê ne ji rêzê ne. Hêzên komploger jî baş dizanin ku îro civak li ser feraseta pergala neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîn dibe û xwe bi rêxistin dike. Pêşketin û mezinbûna vê pergalê qasî dewleta tirk hêzên hegemon ên li ser herêmê xwedî plan jî dixe nava metirsiyê. Ji bo pêşî li vê bigirin jî, ji her milî ve êriş dikin. Lewma divê bê zanîn ku têkoşîna li Îmraliyê ne yek alî ye, gelek şaxên wê yên girîng hene.

Di qada navneteweyî ve di pêşengiya sazî û rêxistinan de piştgiriya ji bo têkoşîna li Îmraliyê her ku çû mezin bû. Di bin navê kampanyaya “Dem Dema Azadiyê Ye” li gelek welatên cuda ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xebat tên meşandin. Gelek kesayetên naskirî û saziyên navneteweyî piştigiya xwe ji bo vê kampanyayê raber kirin.

Li gel vê kampanyaya biwate di pêşengiya dostên gelê kurd de bi navê “Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan” dest bi kampanyeyeke din a biwate kir. Kampanyaya ku bi armanca PKK li lîsteya rêxistinên qedexekirî were derxistin di 13’ê kanûna 2021’î di asta cîhanê de hate destpêkirin. Ji 30 welatî zêdeyî hezar kesayetên naskirî pêşengî ji vê kampanyayê re kir. Ji welatên Ewropa, Îngiltere û Afrîkayê jî gelek sendîka û komele jî piştgiriya xwe ji kampanyayê re ragihand. Di vê wateyê de piştgiriya ji bo kampanyayê di qada navneteweyî de deng veda.

Di encama vê xebatê de tevî astengiyan jî zêdetirî 3 milyon Îmze hatin komkirin. Têkildarî kampanyayê û îmzeyên hatine komkirin di 31’ê çile de li pêşiya avahiya komisyona Yeitiya Ewropa ya li paytexta Belçîka Brûkselê mitîngek hat lidarxsitin. Gelek dostên kurdan ên ku pêşêngî ji kampanyayê re dikirin jî di çalakiyê de amade bûn.

Serokê Partiya Çep a Ewropî Dr. Walter Baier îşaret bi têkoşîna PKK’ê û Rêber Apo ya ji bo azadiya gelê kurd û herêmê kir.

Dr. Walter Baier got; “zêdetirî 3 milyon kesên beşdarî kampanyayê bûne dîlgirtina Ocalan qebûl nakin û PKK jî weke rêxistineke terorîst nabînin.” Ji rêxsitên Enternasyonalist a Pêşverû jî Daniel Kopp jî di axiftina xwe de got, “Divê êdî hêzên navneteweyî qebûl bikin ku PKK ne rêxistineke terorîst e û Rêberê wê jî lîderekî siyasî ye.”

Beşdarên mitîngê di axaftinên xwe de hem dîlgirtina Rêber Apo û hem jî qedexeya li ser PKK’ê bi tundî şermezar kir. Ev jî dide diyarkirin ku têkoşîna gelê kurd a mafdar ji aliyê gelek derdorên cuda ve êdî tê dîtin û ji bo wê piştgirî heye. Bê gûman ev jî bi têkoşîn û rênîşandana Rêber Apo ve gihiştiye vê astê. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe îro xitabî gelên cîhanê dike. Ev jî Rêber Apo dike lîderekî cîhanî û kesayeteke navneteweyî. Ji bo pêşî li vê rastiyê bigirin rejîma AKP-MHP’ê bi hevkariya hêzên hegemon li girtîgeha Îmraliyê pergala tecrîdê xistiye dewreyê. Lê têkoşîna gelan a hevpar wê dawî li vê tecrîda dermirovî bîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê