2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Foruma rola Jinan di Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê de dest pê kir

Foruma Jinan û rola wan di Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dirûşma “Jin jiyan azadî ber bi şoreşa azadiyê ve” li Hesekê dest pê kir

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Navenda Lêkolînan a Jinelojiyê Foruma Jinan û rola wan di Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinan ve” li Hesekê li dar xist.

Forum li seyrangeha Şeto ya bajarokê Tiwêne yê Hesekê bi beşdariya 150 delegeyên partiyên siyasî, rêxistinên jinan, Kombûna Jinan a Zenbûya, Yekitiya Jinên Ciwan û endamên desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Di destpêkê de Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser Îlham Metlî axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Îlham wiha domand: “Li gel şert û mercên heyî em di pêvajoyeke istîsna re derbas dibin. Di encama erdhejê de bi hezaran sûrî bûn qurban. Gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê berdewam in.”

Îlham destnîşan kir ku tevî van şert û mercan û zihniyeta baviksalarî lê bi saya têkoşîna jinan a berdewam û hêviya nûkirî, jinan gavên taybet di avakirina pergaleke demokratîk de avêtin.

Îlham wiha domand: “Gava yekemîn, amadekirina jinan di aliyê derûnî û fikrî de bû ku ji zulm û zihniyeta baviksalarî û urf û adetan xilas bibe yên ku jiyana wê di mal de sînordar kiribûn û wê ji hemû qadên jiyanê dûr xistibûn.

Îlham diyar kir ku di civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgereke dîrokî û geşepêdaneke civakî ya berfireh heye ku tevlêbûna jin di teoriya avakirinê û pêşxistinê de teqez dike.

Li gorî bernameyê forum ji du beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de 4 mijar hene. Ya yekemîn Hevjiyana azad e ku dê ji aliyê endama Navenda Jnelojiyê Nofa Elî ve bê dayîn.

Mijara duyemîn bi serenavê “Hevserokatî di navbera têgîna teorî û pratîkê de” ye ku hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid dê bi rê ve bibe.

Di ya sêyemîn de dê sînevizyonek têkildarî rola jinan di şaredariyên cîhanê de bê pêşandan.

Di ya çaremîn de, dê îşaret bi rola jinan di şaredariyên dewletên îslamî de, rola jinan di şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de piştî şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an were kirin ku dê hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Stêra Murad bi rêve bibe.

Beşa duyemîn a forumê ji 3 mijaran pêk tê. Ya yekê bi navnîşan “Têkiliya xwezayê û rola wê di parastina jîngehê de” ku dê seroka Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Minbicê Ala Kesmo bi rêve bibe.

Mijara duyemîn bi sernava “Pergala nivîsgehên jinan a şaredariyan, mekanîzmeya karê wê, rola jinan di beşên şaredariyê de” ye ku dê endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Jîn Bekir bi rêve bibe.

Mijara sêyemîn bi sernava “Stratejiya amadekirina projeyan, proje û şaredariya mînak” e ku dê cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer bi rêve bibe.