17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aqûbeta gelek zarokên di erdhejê de winda bûn nayê zanîn

Têkildarî windabûna Messe Hamvî ya 15 salî kesek bi idea wê revandiye li Bûrsayê hate binçavkirin

Aqûbeta gelek zarokên sûriyeyî ku di erdhejên navenda wan Mereş de winda bûn nayê zanîn. Wêne û agahiyên nasnameya Messe Hamvî ya 15 salî ku yek ji zarokên li navenda Mereşê winda bûye bi erebî li ser hesaba “Prenses Karvar Katrîna” parve kir û ev nîşeye nivîsand: “Ev keçik ji Mereşê hate cem me. Kesekî ku malbata wê nas bike hebe bila bi me re bikeve têkiliyê.” Piştî ku malbat pê re ket têkiliyê xwediyê hesabê malbat asteng kir. Li ser vê yekê malbata Hamvî giliyê xwediyê hesabê kir.

Malbata ku xebatên lêgerîna Messe Hamvî didomîne îro ji bo aqûbeta zarokên xwe bipirsin çûn navçeya Îskenderûn a Hatayê. Miduriyeta Polîsan a Mereşê bi telefonê bi malbatê re axivî. Polîsan ragihand ku nasnameya kesê behsa wî tê kirin hatiye tespîtkirin û li Bûrsayê hatiye binçavkirin. Agahiyên wî kesî bi malbatê re nehatin parvekirin û hate zanîn ku ji ber parvekirinên wî kesî hin kesên din jî ew gilî kirine.

Malbata ku rewş ragihand, xwest piştgiriya hiqûqî bidin wan. Li ser tiştên qewimîn hatin bihîstin Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mereşê kete nava liv û tevgerê. Parêzerên ÎHD’ê diyar kirin ku wê piştgiriya hiqûqî bidin û anîn ziman ku ji bo zarokên wan ên winda bên dîtin wê bikevin nava hewldanan.