spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Foza Yûsif: Tirkiye û DAIŞ xebatên hevpar dikin

Endama Komîteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif, der barê liv û tevgera DAIŞ’ê ya demên dawîn de destnîşan kir ku Tirkiye şaneyên DAIŞ’ê çalak dike û ev tişt got: “Dewleta tirk ji jor ve û DAIŞ jî bi rêya hucreyên xwe van êrişan dike.”

Tirkiyeyê di 19’ê mijdara 2022’yan de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Piştî vê êrîşê Tirkiyeyê li Moskovê bi rejîma Sûriyeyê re dest bi hevdîtinên fermî kir. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar û Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan li Moskovê bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas re hevdîtin kirin. Piştî vê hevdîtinê jî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê zêde bûn. Piştre jî liv û tevgera DAIŞ’ê ya li herêmên Reqa û Dêrazorê zêde bû. Li hêlekê li bajarên di bin kontrola Tirkiyeyê de bertek zêde bûn û Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad jî got; “Heta Tirkiye ji deverên dagirkirî dernekeve em ê pê re çi hevdîtinan nekin.” Tê payîn ku wezîrên karên derve yên her du welatan di bin garantoriya Rûsyayê de hevdîtinê bikin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî jî got; “Dibe ku Tirkiye di meha sibatê de ji hêla bejahî ve êrîş bike.”

Endama Komîteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, der barê geşedanên dawîn ên herêmê de ji nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mujdat Can re axivî û nirxandinên girîng kirin û agahiyên balkêş parve kirin.

‘Tirkiye û DAIŞ bi hev re tevdigerin’

Foza Yûsif, da zanîn ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê didomin û wiha got: “Di demên dawî de bi SÎHA’yan gelê herêmê hedef digirin. Bi zêdebûna êrişên Tirkiyeyê re liv û tevgera DAIŞ’ê jî zêde bû. Li gorî agahiyên ber destê me, di navbera DAIŞ û MÎT’ê de xebateke hevpar heye. Li deverên ku Tirkiye lê ne çalak, DAIŞ’ê têxe dewrê. Herî dawî jî li Reqa, Dêrazorê û gelek deverên din DAIŞ çalak bû. DAIŞ’ê hucreyên xwe yên li Til Hemîs, Til Berak û herêmên din çalak kir. Lewma jî DAIŞ û Tirkiye operasyonên hevpar dikin. Dewleta tirk ji jor ve û DAIŞ jî bi rêya hucreyên xwe van êrişan dike. Li dijî êrişên Tirkiyeyê, hemû saziyên siyasî û civakî yên li herêmê di nava xebatan de ne. Têkoşîna li dijî van êrişan didome. Erdogan û Bahçelî ji bo di hilbijartinan de bi ser kevin, dixwazin êrişî herêma me bikin. Ev îxtîmal hêj ji holê ranebûye. Gelê herêmê xwe ji bo van êrişan amade dike.”

‘Hevdîtin bi zexta Rûsyayê pêk tên’

Bi domdarî Yûsif, got ku hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê yên piştî 11 salan bi zexta Rûsyayê tên kirin û wiha domand: “Sûriye baş dizane ku hikûmeta Erdogan van hevdîtinan ji bo hilbijartinê dike. Inyeta Erdogan a derketina ji deverên dagirkirî nîne. Lewma hikûmeta Şamê lezê nake. Rûsya jî ji ber şerê li Ûkraynayê girêdayî Tirkiyeyê ye. Lewma dixwaze van hevdîtinan çalak bike û pêş bixe. Lê li gorî min nikare ewqas zû encamekî ji hevdîtinan bigire. Ji ber ku heta Tirkiye ji deverên dagirkirî dernekeve, hikûmeta Şamê şertên Tirkiyeyê wisa bi hêsanî qebûl nake. Lê ev nayê wê wateyê ku di mijarên cuda de gavan navêje. Li gorî me dê Sûriye ji ber zextên Rûsyayê gavên biçûk biavêje lê heta ku dagirkerî hebe dê di mijarên stratejîk de tev li peymanan nebe.”

Tifaqa stratejîk a Sûriye û Rûsyayê’

Yûsif, bal kişand ser tifaqa stratejîk a di navbera Sûriye û Rûsyayê de û wiha derbirî: “Rûsya dixwaze ku rejîm bi hemû sazî û hêzên xwe vegere herêmên xweser. Dixwaze vê jî bi zexta Tirkiyeyê bike. Rûsya dixwaze rêveberiya xweser neçarî Şamê bike û êrişên Tirkiyeyê bi kar tîne. Lê sekna rêveberiya xweser û HSD’ê zelal e. Lê divê çareseriyeke siyasî ya mayînde şert e. Divê pergala Sûriyeyê biguhere. Divê heqê herêmê bê mîsogerkirin. Lewma rêveberiya xweser muzakereyê nake. Her çende ku armancên van êrişan cuda bin jî, dixwazin rêveberiya xweser neçarî tifaqeke neadilane bikin. Lewma jî rêveberiya xweser seknekî xurt û jixwebawer raber kir.”

‘Tirkiye dixwaze komên girêdayî xwe tune bike’

Di berdewamê de Yûsif, got ku rewşa komên girêdayî Tirkiyeyê roj bi roj xerabtir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye dixwaze van koman tune bike. Ji ber ku êdî bi kêrî wê nayên û emrê wan ji bo Tirkiyeyê qediya. Ji bo vê jî hewldanên wê hene. Li gorî nirxandinên me dê ev yek ewqas bi hêsan nebe. Ev komên çete di ferqa armancên Tirkiyeyê de ne. Dizanin ku êdî ji çav hatine derxistin. Ew jî dê li dijî vê li ber xwe bidin. Lê nizanim bê ka dê hêza wan çiqas têrî bike. Ji wan hinek dê qebûl nekin û li dij derkevin û hinek jî dê teslîm bibin. Dê li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê bi perspektîfa MÎT’ê tevbigerin. Colani daxuyanî da û got ku dixwazin serbikevin. Lê nebawerim xwedî wê vînê bin ku planên Tirkiyeyê vala derxînin.”

‘Îhtîmal êrîşê heye’

Foza Yûsif, diyar kir ku dibe heta hilbijartinan Tirkiye êrişeke bejahî bike û ev nirxandin kir: “Erdogan di rewşeke zehmet de ye. Ji bo ku di vê hilbijartinê de bi ser keve dikare her tiştekî bike. Lewma li gorî me êriş, îxtîmaleke zêde dûr nîne. Hewcehiya Erdogan bi serkeftinekê heye. Dibêje qey êrişî vê derê bike dê nîjadperest dengê xwe bidin wî. Lê şerekî vêcarê derdikeve dê neşibe şerê li Efrîn û Serêkaniyê. Ji bo me dê ji her alî ve bibe şerê hebûn û nebûnê. Dê rewşeke ku paşvegavê biavêjin tune be. Lewma divê hemû kes hesabên xwe li gorî vê bike. Ji bilî serkeftinê tu rêyên din li pêşiya me jî nînin. Dê ji bo me bibe şerê qederê. Em bi vî awayî nêz dibin. Hêvîdarim ku nekevin nava hesabên xelet. Dê encama vî şerî bi xwe re encamên pir cuda bîne.”

‘Rêveberiya Xweser li dijî êrîşan amade ye’

Herî dawî jî Yûsif, ev tişt anî ziman: “Rêveberiya Xweser li dijî van êriş û gefan hem ji hêla leşkerî û siyasî ve, hem jî ji hêla civakî, dîplomasî û aborî ve amadekariyan dike. Hemû dibêtiyan hesab dike û amadekariyên xwe wisa dike. Di serdemê berê de hemû kesî digot rêveberiya xweser nikare xwe li ber van êrişan bigire. Gelên herêmê rêveberiya xweser ji bo xwe weke rêya rizgariyê dibîne. Di vê çarçoveyê de jî lê xwedî derdikeve. Ji bo ku rêveberiya xweser hîn bêhtir xurt bibe û pêş bikeve, hemû kes di nava hewldanan de ye. Her kes têdikoşe. Van êrişên dawî nîşan dan ku gelên herêmê bi rêveberiya xweser re ne. Ji bo her êrişekê amade ne. Mirov dikare vê yekê di sekna gel de bibîne. Gelek kesan digotin bi van êrişan re dê gel ji herêmê derkeve lê gel xwedî li rêveberiya xweser derket û ev plan vala derxistin. Dê gelê me li dijî her cureyên êrişan li ber xwe bide.”