3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fransa naxwaze Komkujiya Parîsê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe

Parêzerê dozê Davîd Andîc diyar kir ku tevî salek bi ser êrişa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya re derbas bûye jî di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye û destnîşan kir ku Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe.

Li paytexta Fransayê Parîsê di 23’yê kanûna 2022’yan de li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrişeke çekdarî hat kirin û di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin.

Piştî komkujiyê kurd û dostên wan ên li Kurdistan û Ewropayê di serî de hikumeta Fransayê, Tirkiye şermezar kirin, xwestin ku hêzên li pişt vê êrişê derkevin holê.

Hemwelatiyê fransî William Mallet ku di komkujiyê de tetîkkêşî kir, ewilî mafê xwe yê bêdengiyê bikaranî û pişt re diyar kiribû ku navenda çandê bi taybetî hilbijartiye û hedef girtî ye. Tetîkkêş Mallet, hatibe girtin jî hêj naveroka komkujiyê nehatiye ronîkirin.

Yek ji parêzerê dozê Davîd Andîc têkidlarî pêvajoya hiqûqî axivî. Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Xanî Akdogan jî bal kişand ku çima Kara hedef hatiye girtin.

Dadgeh dibêje mijar ‘Dijminahiya biyaniyan’ e

Prz. Davîd Andîc ji nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dalanî re axivî.  Davîd Andîc anî ziman ku tevî bi ser komkujiyê re salek derbas bû jî di dozê de tu guhertin nînin. Andîc, diyar kir ku di çarçoveya dozê de kesek tenê girtî ye û îfadeyên tetîkkêş William Malet ên di bin çavan de bi bîr xistin. Andîc, bi lêv kir ku tevî tetîkkêş got ku Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hedef girtiye jî dozgerên lêpirsîn dane destpêkirin dosyayê bi ser “nijadperestî û dijminatiya biyaniyan” re dibînin û wiha got: “Tetîkkêş di hevdîtina xwe ya di psîkiyatrî de dibêje ku ji kurdan û PKK’ê hez nake ji ber ku PKK li Tirkiyeyê êrişan dike. Li vir bi awayekî aşkere têkiliyeke siyasî heye. Dadgeh dixwaze li ser dijminatiya biyaniyan dozê bibîne û di vê de jî bi israr e.”

‘Lêpirsîn hêdî bi pêş ve diçe’

Andîc, da zanîn ku lêpirsîn gelek hêdî pêş ve diçe û got: “Naxwazin rastiyan bibînin.” Andîc bi bîr xist ku di destpêka komkujiyê de hat îdîakirin ku tetîkkêş William Malet ji aliyê mejî tenduristiya wî ne di cih de ye û anî ziman ku piştre bi rapora ji aliyê psîkiyatrîst ve hat dayîn re hatiye îspatkirin ku ji aliyê tenduristiya wî di cih de ye, lê belê vê carê hatiye xwestin ku lêpirsîn li ser bingeha nîjadperestiyê were meşandin. Andîc, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dijminatiya biyaniyan be jî li Fransayê her cure netew hene. Çima saziyeke aydê kurdan hedef hate girtin. Ji xwe bersûc di îfadeya xwe de dibêje ‘ez ji kurdên PKK’î hez nakim, ew ji bo min terorîst in’. Anku têtîkkêş naçe loqante an jî restoranekê rast e rast çûye Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya. Ji xwe ew bi xwe jî îtîraf dike. Dibêje ‘Min dizanî ku ev sazî saziyeke kurdan e û bizanebûn çûm.’”

‘Divê komkujî demildest were ronîkirin’

Andîc, bal kişand ku dozger bi israr dixwaze lêpirsînê bi ser “dijminatiya biyaniyan û nijadperestiyê” bi rê ve bibe û ev tişt gotin: “An ku em ji helwesta dozger û polîsan vê fêm dikin; Dozgerê li Fransayê li dozê dinêre naxwaza dozê weke siyasî bibîne. Dibêjin kesê ev komkujiye kiriye bi tena serê xwe kiriye û dixwazin weke nijadperestekî dijminê biyaniyan wî kesî darizînin. Em ji destpêkê dibêjin ev doz ne êrişeke hêsan e û li pişt vê hin hêzên din hene. Lêpirsîn berdewam dike û em dixwazin ev komkujî demildest were ronîkirin.”

Hevseroka CDK-F’ê Xanî Akdoganê jî hevala xwe ya têkoşînê Emîne Kara ya hate qetilkirin bi bîr anî û diyar kir ku Kara bi taybetî hate hilbijartin. Akdogan, da zanîn ku dema Kara di sala 2019’an de ji bo tedawiyê hate Parîsê ew naskiriye û wiha got: “Evîn Goyî xwedî ruhekî gelek dilnizim û têkoşer bû.” Akdogan, bi lêv kir ku Kara bi piştgiriyeke navnetewî hate qetilkirin û di vê yekê de jî rola Tirkiyeyê heye û got: “Kesên ku Evîn Goyî qetilkirin bila vê bizanin ku ew bi fizîkî ji me girtin lê bi hezaran Evîn niha bi me re di nava têkoşînê de ne.”

‘Evîn şervaneke azadiyê bû’

Akdogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Evîn Goyî şervaneke azadiyê bû û ev ji bo me mînak e. Evîn miroveke ku hemû jiyana xwe ji têkoşînê re veqetandibû û gotin û kirinên wê yek bûn. Du salan tenê li Parîsê mal ê herkesê ew nas kirin jê re heyran man. Gelê kurd ew yek ji mala xwe didît. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em dîsa vê êrişa tirsonek şermezar dikin û diyar dikin ku em ê ji kujerên wê re hesabê bipirsin.”

Akdogan, da zanîn ku di 9’ê çileya 2013’an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin û hêj komkujiya Parîsê nehatiye ronîkirin û bi lêv kir ku Evîn Goyî jî ji aliyê feraseta qirêj a dewleta tirk ku hişmendiya DAIŞ’ê diparêze ve hate qetilkirin. Akdogan, diyar kir ku ev komkujî di heman demê de li dijî hemû jinên kurd hatiye kirin û ji bo di 23’yê kanûnê de komkujî were şermezar kirin ev bang kir: “Ez bang li hemû kurd û dostên wan dikim ku ji bo şermezarkirina êrîşên ku pêşengên jin di salên 2013 û 2022’yan de li Parîsê hatin qetilkirin derkevin qadan û rûmeta xwe biparêzin.”