1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2 mehin agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayê girtin

Tevî hemû bang û daxwazên serbestberdana rojnameger û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed 2 meh derbas bûn lê hîna jî tu agahî jê nehatiye girtin  

Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 60 rojin agahî jê nayê girtin.

Tevî bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed bi daxuyaniyek ji bo Rojnews de û bal kişand li ser rewşa Silêman Ehmed û got: “Me hewl da ji bo dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

parêzer Nerîman got; “Piştî ku em hatin astengkirin, me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet. Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”