21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD’ê ji bo piştgiriya girtiyên di grevê de bangawazî kir

Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Bekîr Sitkî Keçecî ku berê ketibû rojiya mirinê, got: "Heke girtiyan bedena xwe birçî hiştibe, ev tê wê wateyê tu çareyeke wan a din nemaye. Ji bilî piştevaniya girtiyan tu rêyeke din tune ye."

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ve ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hat destpêkirin, di roja 27’an de ye. Ji bo daxwazên girtiyên ku ji bo piştgiriya çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bikin dest bi greva birçîbûnê kirin, heya niha tu gav nehatine avêtin. Li aliyê din malbatên girtiyan jî bi çalakiyên “Nobeda Edaletê” hewl didin dengê girtiyan bidin bihîstin.

Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Bekîr Sitkî Keçecî têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan axivî.

Keçecî ku ji bo mafên mirovan têdikoşe û di salên 90’î de di girtîgehê de maye û kitiye rojiya mirinê, piştî rojiya mirinê nexweşiya Wernicke Korsakoffê lê peyda bûye.

‘Pêşî divê tecrîd rabe’

Keçecî diyar kir ku girtîgehên ku polîtîkayên tecrîdê lê tên meşandin veguherîne “cihê îşkenceyê” û li hemberî girtiyên siyasî “qanûna dijminatiyê” tê sepandin û got ku tecrîda li girtîgehan îro ro veguheriye tecrîdeke civakî.

Keçecî anî ziman ku ev rewş ji nêz ve bi polîtîkaya dewletê ya xitimandinê ya der barê meseleya kurd ve girêdayî ye û got: “Eger dewlet bixwaze pirsgirêka kurd di çarçoveyek aştiyane de çareser bike, dê ev bi tevahî ji holê rabin. Ger tecrîd bi dawî bibe, dê şert û mercên jiyana girtiyan baştir bibe, tayînkirina qeyûman bi dawî bibe, rêveberên siyasî yên girtî bên berdan û dê li Tirkiyeyê maf û azadiyên demokratîk hîn zêdetir pêş bikevin. Budçeya ku ji bo şer tê veqetandin, dê ji bo qadên wekî perwerde, çand û hwd bê veqetandin. Qalîteya jiyana mirovan dê hinekî zêde dibe. Ji ber vê yekê divê beriya her tiştî tecrîd bê rakirin.

‘Ger daxwaz bên qebûlkirin ev yek dê bibe gavek ji bo çareseriyê’

Keçecî pêvajoya diyalogê ya di navbera 2013-2015’an de ku di navbera dewletê û Abdullah Ocalan de çêbû û wê demê tecrîd hinekî sist bûbû, bibîr xist.

Keçecî ev tişt gotin: “Di wê serdemê de mirov hinekî rihettir bi hev re diaxivîn, siyaseta hêrsok û nijadperestiyê tune bû. Dema ku çareserî ji holê rabû, ji wê rojê û vir ve hêrbûyîn û nijadperestî li her derê pêş ket. Ji ber vê yekê, eger pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane neyê çareserkirin, binpêkirina mafê jiyanê ne li zindanan, ne li bajarên kurdan û ne jî li eniya Tirkiyeyê dê bi dawî nebe. Zilm û çewisandin dê neqede. Eger ev daxwaza girtiyan pêk bê, wê bibe pêngava aştî û çareseriyê.”

Keçecî bal kişand ser pêkanînên li girtîgehan û wiha got: “Em di serdemeke wiha de ne ku ne kêmî 12’ê Îlonê ye. Tiştekî wiha tune ye ku dê yên di greva birçîbûnê de di roja 100’î, 200’î an jî 300’î de bimirin. Ger bê bîra we, salên berê kesên ku ketin greva birçîbûnê di roja duyemîn an sêyemîn de mirin. Kesên nexweşiyên bedenî bi wan re hebûn  ji ber xwînrijiya mîdeyê û krîza dil mirin. Girtiyên di greva birçîbûnê de her tim bi xetereyê re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê divê tu carî pêşî li wergirtina tiştêna vî, şekir, xwê û vîtamîna B1’ê neyê girtin. Gava ev neyên dabînkirin, dê xesarên bedenî û zihnî yên mayinde li mirovan peyde bibin.”

Bangawazî

Keçecî anî ziman ku divê hem li ser rewşa girtiyan û hem jî li ser daxwazên wan hesasiyeteke xurt di civakê de bê afirandin û got: “Ger girtiyan bedena xwe birçî hiştibe, ev tê wê wateyê tu çareyeke wan a din nemaye. Divê piştevaniya girtiyan bikin. Wekî din tu rêyeke vê tune ye.”