7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye

Saleke zêdetir e ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tipa F ya Îmraliyê 23 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, tu agahî nayên girtin. Her wiha Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013 û 2015’an hatibû destpêkirin de biribûn Îmraliyê jî ji vê tecrîdê para xwe digirin. Tecrîda ku li Îmraliyê hatiye destpêkirin û belavî hemû girtîgehan bûye, bi dayîna cezayên dîsîplînê yên Ocalan bêhtir hat girankirin.

Endama Desteya Rêveber (MYK) a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Sathiye Ok, destnîşan kir ku tecrîda li ser gel, bi helwesta îtaet kirinê tê domandin. Ok, bal kişand ser rewşa girtîgehan û got: “Heya ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, dê tecrîda li ser gelan jî bi dawî nebe.”

Ok, da zanîn ku çend mehên dawî ligel girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sîlîvriyê girtiyên edlî jî ji ber tecrîdê pirsgirêkan dijîn û wiha berdewam kir: “Mixabin piştî 96’an, salên 2000’an şûn de girtîgeh bi darbestan tên zanîn. Em şahidiya demekî ku ji girtîgehan darbest derdikevin dikin. Aliyekî vê yê ne însanî ne jî wijdanî heye. Divê gelên Tirkiyeyê li dijî pêkanînên derveyî mirovahiyê bibin dengê hemû girtiyan, bertekên xwe yên demokratîk bidin nîşandan û ji bo sererastkirina şertên girtîgehê piştgirî bidin.”

Ok, destnîşan kir ku sedema tecrîda li Îmraliyê, merheleya tekoşîna gelê kurd a ku gihiştiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajoya ku di 7’ê hezîranê de dest pê kir, bandor li ser tecrîda li Îmraliyê kir. Çawa ku me di 7’ê hezîranê de hin serkeftin bi dest xistin, konsepteke nû ya şer ket dewreyê û pêvajoya aşitiyê rawestandin. Me dît ku dewlet û desthilata siyasî bi tu awayî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nêzî çareseriyên demokratîk nebû û dixwazin konsepteke şer ya nû bidin destpêkirin.”

Ok, da zanîn ku konsepta şer a heyî encamên hilbijartina 7’ê hezîranê qebûl nekir û ev tişt gotin: “7’ê hezîranê serdemeke ku gelên Tirkiyeyê daxwazên xwe yên wekhevî, edalet û azadiyê diyar kirin, bi awayekî HDP anî asta muxalefeta sereke. Wan bi xwe jî gotibû ku bandoreke girîng a Îmraliyê li ser vê pêvajoyê heye. Ji bo ku desthilata xwe ji nû ve saz bikin, dest ji vê pêvajoyê berdan û tecrîda li Îmraliyê giran kirin. Ger ku pêşî li çareseriyê bê vekirin hem dê tecrîda li hundir hem jî tecrîda li derve dê ji holê rabe. Lê ji ber ku desthilatê rêyên çareseriyê girtin, daxwazên muxalefetê yên demokratîk qebûl nekirin, konsepteke şer ya nû da destpêkirin.”

Ok, bi lêv kir ku rêya aşitiya civakî ji rakirina tecrîdê ya li hundir û li derve pêk tê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em vê yekê baş dizanin ku heya polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê bi dawî nebin, tecrîda li ser girtîgehên din jî bi dawî nabe. Ji ber ku armanca tecrîdê pêşigirtina rêya çareseriyê ye divê tecrîd bê rakirin. Diyar e ku heya tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin, tecrîda li ser gelan jî, astengiyên li pêş mafê axaftin, çalakî û rêxistinê jî ranabin û di heman demê dê aşitiya civakê jî pêk nayê. Ji bo ku gelên Tirkiyeyê wekhev, azad û bi awayekî demokratîk bijîn, divê dest ji polîtîkayên tecrîdê bên berdan. Ger ku em bixwazin li welatekî azad, wekhev û adil de bijîn, divê em li dijî polîtîkayên tecrîdê sekneke bi rûmet nîşan bidin û bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Ez bang li herkesî dikim ku li dijî polîtîkayên tecrîdê bi malbatên girtiyan re bibin dengê girtiyan.”