2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

QSD`ê civîneke awarte li dar xist

QSD`ê diyar kir ku meclisa wê ya leşkerî ji bo nîqaşkirina geşdanên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim piştî gefên dagirkeriyeke nû li dijî herêmê, civîneke awarte li dar xistiye. QSD`ê destnîşan kir ku wan bandorên “êrîşê” li ser rewşa mirovî û şerê li dijî DAIŞ`ê jî gotûbêj kiriye.

“Bi amadebûna fermandarên meclisan û girupên leşkerî, Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim piştî gefên dewleta tirk ên pêkanîna êrîşeke nû li dijî herêmê, civîneke awarte li dar xist.

Di civînê de, Fermandariya Giştî detayên destdirêjiyên delweta tirk di demên dawîn de li ser herêmên Til Temir, Zirgan, Minbic û Şehbayê nîqaş kir. Fermandarên meclisên leşkerî li wan herêman rewşa dawîn û bandora wê rewşê li ser jiyana sivîlan û rêbazên parastina sivîlan, şîrove kir.

Di civînê de bandora êrişeke nû ya dewleta tirk li ser rewşa mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet herêmên wekî hedef hatine diyarkirin, hate gotûbêjkirin. Hate piştrastkirin ku êrişeke nû dê Sûriyan vegerîne dema destpêka aloziya Sûriyê û hate diyakririn ku projeyên dagirkeriyê û di nav de gefên dawîn destpêka parçekirina Sûriyê ye.

Di civînê de bal li ser bandora êrîşeke dewleta tirk li ser şerê li dijî DAIŞ`ê jî hate kişandin, ku di demên dawîn de DAIŞ`ê ji êrişên dagirkeriyê sûd wergirt û pê re xeterî zêdetir bû.

Di civînê de hate teqezkirin ku QSD berî her tiştî girîngiyê dide kêmkirina rageşiyê û pabendîbûna bi lihevkirinan. Di heman demê de ji bo parastina xak û şêniyên herêmê, hêzên QSD`ê ji bo bersivdayîna êrişên muhtemel û şerekî demdirêj, asta amadekariyên xwe bilind kiriye.

Her wiha hate piştrastkirin ku êrişeke muhtemel a dagirkeriya tirk dê bandorê li îstiqrar û yekitiya xaka Sûriyê bike, ev êriş ne tenê li herêmên werin hedefgirtin dê were bersivdayîn, lê belê dê herêmên din ên li xaka Sûriyê ya dagirkirî jî bigire nava xwe.

Helwestên şêniyên herêmê ku piştgiriyê didin şervanên QSD`ê hate silavkirin, bang li şêniyan hat kirin ku destekdayîna xwe bidomînin û piştgiriyê bidin her biryara ku QSD`ê li dijî dagirkeriya tirk bide.

Her wiha hate teqezkirin ku ji bo bersivdayîna êrîşeke muhtemel ya dagirkeriya tirk û parastina xaka Sûriyê, hêzên wan amade ne bi hêzên hikûmeta Şamê re koordîneyê bikin.”