3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gefên DAIŞ’ê yên li ser Şengal û Mexmûrê hêj zindî ne

Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 1’ê sibatê de li Şengal û Mexmûrê êrîşên hewayî pêk anîn. Di êrîşan de li Mexmûr û Şengalê 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê bê navber didomin. Piştî êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê Rêxistina HDP’ê heyetek ku ji parlamenteran pêk dihat ava kir û şandin Başûrê Kurdistanê. Yek ji endamê heyete jî Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş bû. Hasan Ozguneş  der barê serdana Mexmûr û Şengalê de ji Rojnameya me Xwebûnê re axivî.  Ozguneş ewil bal kişand ser armanca serdana Şengal û Mexmûrê û wiha got: “Em ji HDP’ê 4 parlamenter çûn Şengal û Mexmûrê. Di demên dawî de hem li dijî Mexmûrê û hem jî li dijî Şengalê êrîşên hewayî pêk hatin. Di êrîşan de li Mexmûr û Şengalê mirovan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa zerarek mezin gihişt cih û warên wan. Em wekî HDP ji bo li wir lêkolîn bikin û der barê êrîşan de bibin xwedî agahî me heyet ava kir û em çûn wir.”

‘Me xwest rastiyê ji niştecihan fêr bibin’  

Ozguneş, destnîşan kir ku bi armanca sedem û encamên van êrîşan raste rast ji niştecih û xwedî cihê Mexmûr û Şeganê fêr bibin çûn serdana Mexmûr û Şengalê û wiha axivî: “Ji bo tiştê bikeve ser mile me em pêk bînin û em karibin pirsgirêkan bînin ziman û bala gel bikişinîn ser van qeyran û êrîşan em çûn Mexmûr û Şegnalê.”

‘Hêzên dagirker dixwazin qirkirina li ser gel bidomînin’

Parlamenterê HDP’ê Ozguneş, çavdêriyên xwe yên herêmê jî parve kir û wiha got: “Me li Şengalê bi gelek partî û rêxistinên siyasî u civakî re hevdîtin kir. Wekî PADÊ, Meclisa Gel a Şengalê, Meclisa Jinan û gelek rûsipiyên civakê re me hevdîtin kir. Di serdanê de ji mere gotin 74 ferman li ser wan hatiye kirin. Li ser wan qirkirinek mezin heye. Anîn ziman ku hêzên dagirker ên wekî DAIŞ’ê dixwazin vê qirkirinê berdewam bikin. Dixwazin vê dijbertiya li diîji çand, ziman û baweriyên wan êrîşan berdewam bikin. Anîn ziman ku ev êrîş bi hevkariya hikûmeta AKP’ê pêk hat. Anîn ziman ku kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane miroavên siyasasetê dikin û kesên sivîl in. Lê hikûmeta AKP’ê wan wan wekî “Terorîzmê” tawanbar dike.”

3 hezar mirovên Şengalê hêj windaı ne

Ozguneş bibîr xist ku di serdanê de nûnerên saziyên civakî anîne ziman ku ne dijminê gelan in û wiha berdewam kir: “Gotin gelê Mexmûrê dostên gelan in û jiyanek hevpar esas digirin. Lê dîsa êrîşî ser gel tê kirin. Ev êrîş berdewama êrîşên DAIŞ’ê ne. Heta niha di van êrîşan de gelek mirovên wan hatine qetilkirin. Di nav de zarok, jin û mezin jî hene 3 hezar mirovên wan hêj winda ne. Dîsa anîn ziman ku piştî van êrîşan dorpêçek pir mezin li dora wan çêkirine û nahêlin ku bi derve re têkevin nava tekiliyê û bi awayekî xistine nava tecrîdê. Destûr nadin ku mirovên wan ên çûne derve disa vegerin ser axa xwe. Dîsa di aliyê aborî de astengiyan derdrixin pêş wan.”

Xwestin vê pirsgirêkê bikin rapor û bibin meclîsa Tirkiye û Iraqê

Ozguneş, diyar kir ku daxwaza gel û nûnerên Şengal û Mexmûrê ji hikûmeta Iraqê ew bû ku kesên ji ser ax xwe û wargehê koç kirine dîsa vegerin ser axa xwe û wiha lê zêd kir: “Gelek ji wan vegeriyane. Malbat perçe bûne. Nûnerên Şengal û Mexmûrê xwestin ku malbatên perçe bûne bên cem hev. Anîn ziman ku hikûmeta Iraqê vîna wan nas nakin. Hikûmet dixwazin axa wan û vîna wan parçe bikin. Anîn ziman ku bi hikûmta AKP’ê re hevkaiyê dikin. Pirsgirêkên gel ên aborî hebûn. Ji me xwestin ku wekî raporekê amade bikin. Ji me xwestin ku em van pirsgirêkan hem bi hikûmeta Iraqê re û hem jî bi hikûmeta Tirkiyeyê re parve bikin. Dîsa xwestin vê yekê bi gelê Tirkiyeyê re parve bikin û pirsgirêkê bi awayekî çareser bikin. Xwestin hêzên sivîl li wan xwedî derkevin û vîna wan bê naskirin. Xwestin hikûmat Iraqê u Tirkiyeyê vîna wan a xweseriyê qebûl bikin. Anîn ziman ku hêzên Iraqê soz dane wan ku wan biparêzin. Lê li gel vêyekê web i êrîşan re rû bi rû hiştin. Daxwaza wan ew bû ku mafê wan ê hiqûqî bê qebûlkirin û parastin.”

Bombe li deriyê dibistanê ketine

Parlamentere HDP’ê Hasan Ozguneş, der barê xebatên xwe yên ji bo çareseriyê jî axivî û wiha got: “Em wekî HDP’ê resenî û xweseriya wan nas dikin. Ziman, çand û rêveberiya wan pîroz dibînin. Em ê heta dawî li daxwazên wan ên demokratîk xwedî derkevin. Em ê wekî heyet hem li meclisa Tirkiyeyê û hem jî li qada navdewletî bînin ziman. Em ê dem bi dem biçin wan ziyaret bikin û piştgiryê bidin wan. Em dikarin heman tiştî ji bo Mexmûrê jî bînin ziman. Me li Mexmûrê jî bi meclisa şaredariye re hevdîtin pêk anîn. Li Mexmûrê girseyek pir germ û dilxwaz em pêşwazî kir. Me li mexmûrê li pirsgirêkên wan guhdar kir. Me dît ku êrîşa li dijî Mexmûrê bandorek pir mezin li ser zarok kal û piran kirine. Ji ber ku bombeyên hatine avêtin li deriyê dibistanan ketine. Li ber deriyê malan ketine. Van bombeyan tesîra xwe pir pir mezin li ser wan kiriye. Heta me dit ku bombeya li axê ketiye renge axê guhertiye. Me dît ku cihê bome lê ketiye ji ber bêhna wê em nikarin nêzi wê axê bibin. Bi rastî ew bombeya hatiye avêtin tiştekî çawa bû ku ew bêhn li pey xwe hiştibû û herêmek gelek mezin rûxandibû. Ji ber êrîşê renge axê hatibû guhertin. Ji ber vê yekê vê êrîşê bandorek pir mezin li gelê Mexmûrê kiribû. Ji ber vê yekê ev êrîş di aliyê sincî, hiqûqî û siyasî bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

Dorpêçek nayê famkirin heye

Ozguneş bal kişand ser armanca êrîşan û bêdengiyên hêzên navdewletî û wiha berdewam kir: “Di çand salên dawî de hikûmeta Herêma Kurdistanê dorpêç û ambargoyayek ku nayê famkirin danîne ser Wargeha Mexmûrê. Ji ber vê dorpêçê xwendekarên zanîngehê diqetinin nikarin têkevin ezmûnan. Dîsa ji ber dorpêçê bêkarî zêde bûye. “

Bêdengiya wan ji ber hevkariya wan e

Ozguneş, her dawî ser bêdengiya hikûmeta Iraqê û hêzên navdewletî jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Em dizanin di salên 90’î de gelê me yê Kurdistanê ji ber ziman, çand û nasnameya xwe parast ji gund û warên xwe hatin koçberkirin. Ev mirovên Mexmûr û Şengalê tev koçber bûne hatine vir. Li ser wan qirkirinek veşartî hebû. Ji ber baweriya wan  a çand u nasnameya wan heye. Ji ber ku doza wan heye li diji van êrîşan bêdeng in. Ji ber ku li hemberî neheqiyê bêdeng nabin hêzên Navdewletî û hikûmeta Iraqê li hemberî wan bêdeng in. Li dijî van êrîşan bêdengî heye. Mirov dikare vê bêdengiyê wekî hevkariyek veşarî heye. Hêzên navdewletî nêzîkatiya Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Federe esas digire. Ji ber vê yekê vîna gelê herêmê li ber çavan nagire. Ji ber ku naxwazin gelê herêmê bibe xwedî rêveberiya xweser û naxwazin xwe bi xwe biparêzin. Hêzên navdewletî li gori daxwazên hikûmetê dev digerin. Lê dîsa daxwazên gelê Mexmûr û Şengalê ji hikûmeta Iraqê hebû. Dixwestin ku dawi li van êrîşan bînin.”