3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ez hestiyê birayê xwe dixwazim

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ji bo xizmên windayan bên dîtin û kujer bên darizandin li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê di hefteya 678 dan de daxuyanî dan çapemeniyê. Aligira Serokê Şaxa ÎHD ya Amedê Ezgî Sila Demîr daxuyanî xwand. Demîr bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û wiha got: “Li Tirkiyeyê gelek mafên mirovan tên binpêkirin. Ligel vê yekê daxwaza hevpar a magduran ewe ku faîl bên dîtin û cezakirin. Xwestin bi dîroka xwere rû bi rû bimînin. Lê Tirkiyeyê ji bo vê mijarî tu gav ne avît. Mixabin Tirkiye bi dîroka xwe ya rastî re rû bi rû nema û îradeya siyasî ava nekir.”

Tenduristiya Tugluk her ku diçe xirabtir dibe

Demîr li ser rewşa Aysel Tugluk jî rawestiya û wiha berdewam kir: “10 sal berê Aysel Tugluk li vê derê li ba malbatên ku xizmên xwe winda kiribûn bû. Aysel Tugluk endama me ya ÎHD’ê ye û ew parazvana mafên mirovan e. Ji sala 2016’an ve di girtîgehê de ye. Tugluk di dema herî zor û zehmet de ji bo demokrasiye pir tekoşiya. Piştî hat girtin 9 meh şûnde dayika Aysel Tugluk jiyana xwe ji dest da. Di merasima cenazeyê dayika Tugluk de komek nijadperest êrişên nijadperestî pêş xistin. Vê bûyerê gelek bandor li ser Aysel Tugluk kir. Her diçe tenduristiya wê xirab dibe. Hişê xwe winda dike.”

Dengê Tugluk dan guhdarkirin

Di daxuyaniyê de axaftina Aysel Tugluk a di sala 07’ê Nîsana 2012’an de ku di hefteya 165’an de axivî dan guhdarkirin. Tugluk di axaftina xwe ya wê demê de wiha dibêje: “Gava ku ez têm vê derê dilê min diêşe. Gotin gelek zore. Lê jiyankirin zehmettire. Di vê erdnîgariyê de gelek êş hene û gelek bedel hatiya dayîn. Ev hemû tişt ji bo azadiyê ye. Lê em qet van tiştan ji bîr nakin û bila kes teqez jibîrkirina van tiştan ji me nexwazin. Em naxwazin di navbera me de kîn û rik hebe. Hewceyê ku em bi vê dîrokê re rû bir rû bimînin. Encax wê deme aştî bê. Heta berbirsiyar bên ditin em ê têbikoşin. Ev mijareke demokrasiyê ye.”

2 bira hatin kuştin

Îro çiroka Mehmet Tekdag û Alî Tekdag hat xwendin . Xwişka wan Îffet Mutaş çîroka birayên xwe xwend. Mutaş qala windabûyina birayên xwe kir û wiha got: “Di sala 1993’an de birayê min Mehmet Tekdag ji bo biçe karê xwe ji mal derket. Di rê de rastî erîşa çekdarî hat û birîndar bû. Pewîst bû ku emeliyat bibe. Lê  polîsan asteng kir û li wir jiyana xwe ji dest da. Birayê min ê din jî li derî çiyê hat revandin û di binçavan de winda kirin. Ez û diya xwe 2 mehan em li birayên min geriyan. Em gelek caran çûn DGM’ê û me daxwazname da. Lê hemu bê bersiv man. Di nûçeya rojnameya Evrenselê de me dit ku dibeje ‘Alî 20 roj îşkence dîtiye û ew piştî îşkenceyê birine navbera Fargîn û Amedê’. Ez her çiqas di wir re derbas dibim dibêjim ‘Alî cenazê tê li vir e tû min dibînî, lê ez te nabînim.’ Dewletê di rojnameya xwe ya fermî de got ‘Me wî şewitand û cenaze wî xist nava axê’ Ez heta saxbim ez ê hestiyê birayê xwe bixwazim. 2 birayên min, dewletê herdu birayê min ji ji me stendin.”

Malbatan piştî çîroka Mehmet û Alî Tekdag xwendin ji bo winda bên dîtin deqeyekê çalakiya rûniştinê li dar xistin û piştre bi çepikan belav bûn.