spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ayşe Gokkan: Em nikarin nefesê bistînin li vir îşkence heye

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî di navde 3 girtiyên jin bi koronayê ketin. Ayşe Gokkan bi rêya parêzerên xwe diyar kir ku rewşa wan giran e.

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, aktîvîsta TJA’yê  Zelal Bîlgîn, Jiyan Arikboga û Feyza Aksoy (60) ên li Girtîgeha Jinan a Amedê bi koronayê ketin. Ayşe Gokkan diyar kir ku rewşa wan a nexweşiyê giran e û banga hestiyariyê kir.

Em nikarin nefesê bistînin, lê bijîşk nayên

Gokkan bi rêya parêzerên ev agahî dan: “Heta niha mudaxaleyeke bijîşkî nehatiye kirin. Dema nîşaneyên nexweşiyê derket test nehatin kirin. Me bi zorê test da kirin û ji testa 6 kesan a 4 kesan pozîtîf derket. Em li benda bijîşkan man lê nehatin. Me der barê mijarê de gilî kir. Piştî gilî kirinê bijîşk hatin lê şûna ku tedawî bikin, hesaw ji me pirsîn. Dayika Feyza jî di nav de rewşa me ya nexweşiyê giran e. Em li vir bi mirinê re rûbirû ne. Em nikarin behnê bigirin, lê tu mudaxale nayê kirin.

Girtî ji ber zextan rêya xwekujiyê hildibijêrin

Her wiha dema ku em çûn odeya karantînayê 2 girtiyên jin behsa întiharkirina 2 girtiyên jin ên edlî dikirin. Roja duşemê 2 jin ji ber zext û zordariya li girtîgehê dawî li jiyana xwe anîne. Rewşa yekê ne diyar e. Li vir girtî ji ber zext û zordariyê rêya xwekuştinê hildibjêrin.

Li vir îşkence heye  

Em ê roja duşemê derbarê rewşa xwe de ji Baroya Amedê û ji Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) faks bişînin. Ez carek din dubare dikim li vir îşkence heye û girtî li vir terkî mirinê hatine kirin. Her wiha me derbarê bijîşk de jî gilî kir.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê