12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çandiniya avî

Rêbaza çandiniya avî digihije heta serdema neolîtîkê. Mirovan bi kişandina avê çandinî dikirin. Bi taybetî bi pêşketina şaristaniyê ji bo avdana erdan çêkirina pergala qenalên avê zêde bû. Ji sumeriyan bigire heta babîliyan heta urartuyan û heta şaristaniya modern a kapîtalîst çandiniyê hertim bi beşeke taybet di polîtîkayên dewletan de cih girtiye. Hin qenalên avê ku urartuyan çêkirine xwe gihandine heta roja me. Di erdnîgariyeke 2000 metre zêdetir ji behrê bilind de qenalên avê ava kirine. Lê heta serdema kapîtalîzmê pergala avdaniyê nebûye pirsgirêk û neketiye rojeva civakê.

Pergala kapîtalîst li ser karkirina zêde pêş ket. Ango fikara wê ne pêdiviyên civakê ye, karkirina zêde ye. Tirkiye jî qaşo bi fikara avdaniyê pergala bendavan xistiye meriyetê. Bi GAP’ê (Projeya Başûr-Rojhilat, di rastiyê de projeya şêlihandina Kurdistanê ye) li Kurdistanê bi sedan projeyên bendavan xistine meriyetê. Li ser çemê Dîcle û Feratê bi dehan bendavên ji bo armanca avdanê hatine avakirin. Li gorî rayedarên dewletê bendava mezin a Ilisu ku Heskîfê di bin avê de dihêle ji hilberîna elektrîkê zêdetir ji bo avdaniyê tê çêkirin. Mixabin rastî ne wisa ye. Heke erdên çandiniyê ku di bin avê de mane, werin hesabkirin dê were dîtin ku ji erdên werin avdan zêdetir in. Bi hezaran bax û bexçe, bi milyonan donum erdên çandiniyê di bin avê de mane. Jixwe li gorî lêkolînên zanistî tê gotin ku bi vê teknîkê av ji sedî 50 dibe xisar. Ava ku di nav erdan de diherike ji aliyê nebatan ve tenê ji sedî 50 tê mijandin û ya din jî dibe xisar. Ji bo avdaniyê teknîkên pêşketîtir hene. Bes dewlet di çêkirina bendavan de israr dike.

Bendava Assuyan erd pûç kir

Temenê bendavên têne çêkirin ne zêde ye û ji fêde zêdetir zirarê didin. Ji ber ku av naherike mîneralên di nav avê de dikevin binê avê û her diçe gola bendavê tije dibe. Ji aliyê din ve ji ber ku mîneralên di nava avê de naherikin nagihijin havzayên ku av lê vala dibe. Ew jî dibe sedema kêmaniya mîneralên di havzaya wê avê de. Dewleta Misirê li ser çemê Nîlê Bendava Assuyan çêkir. Ji bo çêkirina vê bendavê dewlet kete bin deynekî mezin. Bi maliyeteke mezin ev bendav hate çêkirin. Lê bi xwe re pirsgirêkên mezin anîn. Erdên çandiniyê pûç kirin. Ji ber kêmaniya mîneralan cihê ku Nîl vala dibû behrê masî û giyanewerên behrê mirin. Hem ji aliyê xwezayê ve hem ji aliyê madî ve zirareke mezin da Misrê.
Tirkiye bi fînansekirina şirketên navnetewî bendavan çêdike. Li gel nerazîbûn û raporên pispor û endezyaran dewlet maliyet û pirsgirêkên rastî yên van bendavan nayîne ziman. Li gorî rapor û îstatîstîkan çêkirina van bendavan di çandiniyê de şoreş pêk neaniye. Rewşa cotkaran jî ji berê baştir nebûye. Berovajî xerabtir bûye. Her wiha ji ber ku erdnîgariyeke mezin dibin avê de dimîne sewalkarî jî derbeyê dixwe. Erdnîgariya Kurdistanê ji bo sewalkariyê guncav e. Mixabin bi van polîtîkayan zirar dibîne.

Polîtîkayên Ewlehiyê

“Ihaleya teqez avakirina projeya 11 bendavên ji bo ewlehiya sînor a ku di sala di 2007’an de di bernameya etut-proje hatibûn amadekirin di bin navê Bendên avê yên werimandî de pêk hat.” (Ji rapora faliyetê ya DSÎ-2007’an)
Dewlet dibe ku cara ewil aşkere kir ku ji bo ewlehiyê bendav têne çêkirin. Di nav sînorê Colemêrgê de 4, di nav sînorê Şirnexê de jî 7 bendavên ewlehiyê hatine çêkirin. Di navbera navçeyên Qilaban-Bêşebabê de di nav 40-50 km dirêjahiyê de heft bendav li pey hev hatine rêzkirin. Li Dêrsimê jî nêzî 20 bendav hatine çêkirin. Li ser çemê Pêrî bendav avakirine. Ev bendav ne ji bo avdan an jî hilberîna elektrîkê, bi tevahî ji bo ewlehiyê hatine çêkirin. Bi van bendavan xisareke gelek mezin didin niştecihên herêmê û hawirdorê.
Her çiqasî behsa yazde bendavan kiribe jî li Kurdistanê di çêkirina hemû bendavan de ewlehî wekî armancekê derdikeve pêş. Her çiqasî ji devê rayedarên dewletê bi awayekî fermî nehatibe ziman jî lê gelek caran hatiye bilêvkirin ku Bendava Germavê (Bendava Ilisuyê) dê ji bo liv û tevgera gerîla astengiyan çê bike û heremê bixe bin kontrola dewletê.

Bi sedan gund di bin avê de man

Mesele tenê ne bi astengkirina liv û tevgera gerîla ve girêdayî ye. Dewletê bi hinceta ku alîkariya gerîla dikin bi hezaran gund şewitandin û vala kirin. Ji ber vê polîtîkayê dewlet di dadgehên navnetewî de mehkum bû. Piştî salên 2000’î dewletê ji aliyekî ve pêşiya vegera gundan vekir ji aliyekî ve jî poltîkaya valakirin û koçberkirina gel xiste meriyetê. Bi çêkirina bendavan bi sedan gund di bin avê de man. Niştecihên ku warê wan di bin avê de man neçar koçî bajaran kirin.
‘Heke projeyên 2000 bendav û HES’an bi tevahî bikevin meriyetê dê di navbera 500 hezar û milyonekê de mirov rastî koçberiyê bibin. Heke koçberên di nav sînorên Irak, Sûriye û Gurcîstanê de lê were zêdekirin ev hejmar dê bigihije çend milyonan.’(ji rapora Bendavên Ewlehiyê ya Hewldana Jiyandina Heskîfê 2013. Di vê raporê de polîtîkaya bendavên ewlehiyê bi hurgilî hatiye ziman.)
Dewlet bi zanebûn erdnîgariyê bêmirov dihêle. Tansu Çîller digot “heke behr zuha bibe masî dê ji ber xwe bimirin.” Bi vê polîtîkayê bi milyonan mirov ji cih û warên wan hatin xistin. DSÎ (saziya karên avê ya dewletê) jî tîne ziman ku bi van projeyan di têkoşîna li hemberî “terorê” de ew alîkariyeke mezin bi artêşê re dikin.
Li tu cihê dinyayê nehatiye dîtin ku ji bo ewlehiyê bendav hatine çêkirin. Lê Tirkiye ji bo ku mafê kurdan nede û têkoşîna gelê kurd lewaz bike bendavan çêdike. Tişta balkêş jî ew ku ev bendavên ewlehiyê di demeke ku hewldanên çareseriyeke demokratîk di rojevê de bûn pêk hatin. Dewlet ji aliyekî ve dibêje ez ê pirsgirêkê bi riyên demokratîk çareser bikim ji aliyê din ve erdnîgariyê talan dike û qerekol, kalekol û bendavan çêdike.

Kontrolkirina avê

Her ku diçe av-hewaya cîhanê diguhere û ber bi xerabûnê ve diçe. Hewa germ dibe û av kêm dibe. Bi awayekî berbiçav xuya dike ku xweza zirarê dibîne. Bêguman xweza bi awayekî dê xwe nûjen bike. Lê pirsgirêka mezin domandina jiyana civakî ye. Ji destpêka çêbûna gerestêrka me bi dehan caran bobelatên pir mezin qewimîne û gerestêrkê her carê bi awayekî xwe nûjen kiriye. Mirovên îro jî di encama bobelatekê de derfeta pêşketinê dîtine. Di encama vê bobelatê de cureyê dînozoran tune bûye. Gelo dibe ku bi bobelatekê cureyê mirovan biqede û cureyek din dest pê bike? Ev di nav îxtîmalan de ye. Wisa xuya dike ku ev bobelat dê bi destê mirovan bixwe be. Ji ber feraseta takekesî û têrnexwarinê gerestêrkê ber bi bobelatê ve dibe.

Di roja me de li gelek welatan ji ber tunebûna ava vexwarinê bi hezaran mirov dimirin. Taybetî li welatên Efrîqa ji ber avê jiyan gelek zehmet e. Ji ber kêmaniya ava paqij nexweşiyên curbecur belav dibin. Li aliyekî bajarên wekî Losangels ku di nîvê çolê de hatine avakirin biqasî welatekî avê xerç dikin li aliyekî din ji ber tunebûna derfetan mirov nikarin ava xwe bi kar bînin. Ji kîjan aliyî ve binêrî pergaleke hovane ye. Tirkiye jî yek ji wan dewletan e ku avê li hemberî mirovahiyê wekî çekê bi kar tîne.
Li Tirkiyeyê gelek çem hene ku çavkaniya wan di nav sînorên Tirikyeyê de ne lê ava xwe di nav sînorên hinek dewletên din de dirijînin deryayê. Du çemên herî mezin Dicle û Firat di nav sînorên Tirkiyeyê de (bakurê Kurdistanê) derdikevin û li Iraqê dirijin kendava Besrayê. Çemê Arasê jî dirije Behra Hezarê. Tirkiye bi avakirina bendavan li ser van çeman avê dixe bin kontrola xwe. Tirkiye bi pêşîgirtina li ser avê dewletên cîran tehdît dike.

Tirkiye sûcê mirovahiyê dike

Ferat di nav sînorên Sûriyeyê de dibore. Di nav sînorên Sûriyeyê de ji bo pêdiviya ava vexwarinê û elektrîkê bendava Tebqa hatiye çêkirin. Ev bendav pêdiviya milyonan mirov pêk tîne. Lê ji berê ve Tirkiye di demên krîtîk de avê dibire û nahêle gola bendavê tije bibe. Di salên dawî de ji ber dijberiya kurdan Tirkiye welatiyên li vir bêav û elektrîk dihêle. Tirkiye sûcê mirovahiyê dike. Lê ji ber ku Tirkiye hevpeymanên navnetewî û ya neteweyên yekbûyî yên li ser avê îmze nekiriye guhdarî li nerazîbûnan nake. Raya navnetewî jî ji ber van kiryarên dewleta Tirkiyeyê bêdeng dimîne.
Her cara ku krîzeke siyasî yan jî aborî derdikeve Tirkiye avê wekî çekekê li hemberî van dewletan bi kar tîne. Av ya xwezayê ye. Mafê tu kesî tune avê li ser kesî bibire. Lê xema Tirkiyeyê ne civak e. Ava ku çavkaniya jiyanê ye di destê dewletan de vediguhere çeka herî xedar a kuştinê.
Divê av nebe mijara siyasî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe de di anî ziman ku rojhilatanavîn dikare di bin navê ‘Yekitiya Avê ya Mezopoptamya’ de yekitiyekê ava bike. Çawa ku Yekitiya Ewropa li ser peymana komur û hesin ava bû, yekitiya rojhilata navîn jî dikare li ser peymana parvekirina avê pêk were.

Encamên pirsgirêkan 

Mirov dikare xal bi xal encamên neyînî yên bendavan li ser dîrok, avhewa, demografya, rewşa sosyo-ekonomîk, flor û faunayê wiha rêz bike.
1- Bi sedan cihên dîrokî di bin avê de dimînin.
2- Avhewaya herêmê diguhere. Lê mixabin ev guhertin heta niha nebûye mijara lêkolînên zanistî.
3- Demografya diguhere. Erdnîgarî bêmirov tê hiştin. Dewlet bi taybetî ji bo demografyaya Kurdistanê biguhere bendavan çêdike.
4- Rewşa sosyo-ekonomîk diguhere. Ji ber koçkirina gundan barê bajaran giran dibe. Nufusa bajaran zêde dibe. Ew jî bi xwe re pirsgirêka bêkariyê tîne. Mirovên li gundan hilberînê dikin li bajaran bê kar dimînin. Li aliyekî hilberîn kêm dibe li aliyê din pêdiviya kar zêde dibe.
5- Li ser flor û faunayê talûke çêdike. Gelek cureyên giya û sewalan ji ber çêkirina bendavan bi tunebûnê re rû bi rû dimînin. Bi taybet li ser cureyê çûkên koçber talûke ye. Li gorî lêkolînên zanistî li Tirkiyeyê cureyên çûkên koçber ji çaran yek bi tunebûnê re rûbirûye.
6- Rê li ber bobelatên xwezayî vedike. Ji ber komkirina avê dema zêde baran dibare ji nişkê ve av zêde dibe û di encamê de gelek caran mirov jiyana xwe ji dest didin. Di nava vê salê de ji ber bendavan li herêma behra reş lehî rabûn û bi sedan mirov mirin. Lê dewlet van bûyeran wekî ‘çarenûs’ dide diyarkirin.