28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şakar: Ocalan bi paradîgmaya xwe li Rojhilata Navîn bi cih bû

Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi ‘Komployeke Navneteweyî’ anîn Tirkiyeyê. Ev 23’ê sal in ku tecrîdeke giran li ser Ocalan tê meşandin û ev yek bi piştgiriya hêzên navdewletî re pêk hat/tê. Têkildarî 15’ê Sibatê Roja Komploya Navneteweyî yek ji parêzerê yekem ê Ocalan Mahmut Şakar bi Xwebûnê re axivî.

Birêz Şakar ez dixwazim di serî de ji te dest pê bikim. Wek tê zanîn ku biryara parêzertiya Ocalan bi heman rengî biryareke dozeke dîrokî ye jî. Te çawa biryara vê yekê da, dikarî qala pêvajoya biryara xwe bikî?

Dema birêz Ocalan di 9’ê Cotmaha 1998’an de ji Rojhilata Navîn derket ez wê demê serokê HADEP’ê yê Stenbolê bûm. Di nava demeke kurt de ez û gelek HADEP’î hatin binçavkirin û em hatin girtin. Di danişîna yekem a 12’ê sibatê de ez hatim berdan. Di vê pêvajoyê ku ez di girtîgehê de bûm me pêvajoya çûyîna birêz Ocalan a ji Yewnenistan, Rûsya, Îtalya û Kenyayê ku li vir tu agahî jê nehat girtin, ji nêz ve dişopand. Ev pêvajoya hesas li girtîgehan hê bi hesastir bû. Kesên ku xetereyên vê demê ferq dikirin çalakiyên fedayî dikirin û agir berdidan bedena xwe. Li girtîgeha ku ez lê dimam jî hin hevalan çalakiyên fedayî kirin û agir berdan bedena xwe û bi awayekî giranî birîndar bûn. Yanî di nav pêvajoyeke bi vî rengî de me li girtîgehê ev pêvajo dişopand. Bi vî awayî jî mirov ev bûyera ku xwedî ruhekî dîrokî bû li girtîgehan hê baştir didît. Piştî ku ez di 13’ê sibatê de ji girtîgehê derketim du roj şûn de birêz Ocalan bi komployê anîn Tirkiyeyê. Tabî heta ku ji aliyê PKK’ê ve nehat îlankirin jî yekî ji me jî ji wan bawer nekir. Piştre em ketin nav lêgerînekî ku ka em çawa bikin, malbata wî jî bi heman rengî bû.

Piştî nîqaşên bi hevalên parêzer re ez jî wek parêzerekî tişta herî baş û rast ew bû ku ez parêzertiya Ocalan bikim. Jixwe pêdivî jî bi vê yekê hebû ji ber ku birêz Ocalan di bin çavan de bû tu kesî agahî jê nedigirt. Me bi komek hevalên parêzer re dest bi parêzertiya wî kir. Jixwe tu kes ji me jî neketin nav fikara gelo em dest bi vê pêvajoyê bikin an nekin, wê çawa bibe û çi bibe. Jixwe ev pêvajoyeke dîrokî bû diviya bû ku me hiqûqnasan jî di vê pêvajoya dîrokî de peywira xwe bicih bianiya. Wekî parêzerekî, hiqûqnasekî nerast bû ku em li derveyî darizandina kesayeteke dîrokî bimana. Li derve mayîn ji bo min girantir dihat û ji bo vê yekê jî bi awayekî çalak ez û hevalên xwe tev li vê pêvajoyê bûn. Helbet rîskên vê yekê hebûn. Tu kes ji me parêzeran jî ev tişt nekirin hincet û bibiryar û bênîqaş tev li vê pêvajoyê bûn. Jixwe tişta herî xwezayî jî ev yek bû.

Gelo dema tu cara yekem çûyî gel Ocalan tu ketî nav hîseke çawa. Tu dikare hinkî qala wan hest û çavderiyên xwe yên wê rojê bikî?

Dema em û komek hevalên xwe yên parêzer dest bi vê pêvajoyê kir tişta ji bo me ya herî girîng ew bû ku em xwe bigihînin birêz Ocalan. Ji ber me nizanî bû rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye, di rewşeke çawa de ye. Di vê mijarê de tu agahî tune bû. Di serî de ji bo du parêzeran derfet hatin dayîn û du parêzeran pê re hevdîtin pêk anîn. Ez jî di hevdîtina 5’emîn de çûm gel Ocalan. Beriya hevdîtinan dema ji bo serlêdanê çend caran li Mudanyayê ez bi hinceta ‘te leşkerî nekiriye’ min binçav kirin. Carek din jî gotin îfedeyên te hene tu divê îfadeyê bide ji ber wê tu nikarî biçî û hwd. Dawiya dawî di 23’yê adarê de ez û 3 parêzerên din bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Tabî dema em çûn hevdîtinê jî kelecaneke mezin bi min re hebû. Ji ber ku kesayeteke wekî birêz Ocalan kesayeteke dîrokî bû, ji bo gelê kurd çi îfade dikir em di ferqa wê yekê de bûn. Dema em çûn odeya hevdîtinê jixwe hê birêz Ocalan neanî bûn. Jixwe odeya ku ew lê dima nêzî ya hevdîtinê bû û tenê deriyek di navberê de hebû. Dema em li bendê bûn derî vebû û birêz Ocalan bi rûkeniyekiyekî û bi moralekî xweş li me mêze kir, destê xwe dirêjî me kir û got; ‘Hûn bi xêr hatine. Kerem bikin rûnin.’ Di serî de wî dest bi axaftinê kir. Em li derdora maseyekî çargoşeyî rûniştin. Di hevdîtinan de taybetmendiyeke birêz Ocalan hebû ku berê parêzer ji hin deveran nas bikira yan navên wan di çapemeniyê bihistîba dipirsiya. Ya min jî berê di bernameyeke TV’yê de tev li bernameyekê bûbûm û birêz Ocalan jî bi telefonê tev li wê bernameyê bûbû. Li ser vê yekê jî ji min pirsî û got; ‘Mahmût tu yî ne wisa?’ Min jî got belê. Ji hevalên din jî pirsî û rewşa wan pirsî. Bi vî şeklî birêz Ocalan bi moralekî baş bi me re axivî û atmosfereke xweş ava bû. Yanî helbet ji bo me tevan rojeke dîrokî bû. Hem kelecaniyeke erênî hebû ji bo em bi kesayetekî dîrokî re rûniştibûn, ji aliyê din ve jî em xemgîn bûn ku li cihekî wek Îmraliyê, di navbera dîwaran de me ew hevdîtin pêk anî. Hem kêfxweşî hem jî xemgînî bi me re hebû.

 Ji bo kesayeteke wekî ya Abdullah Ocalan we parêzertî kir zehmetiyên derketin pêşiya we çibûn?

Di serî de ez vê yekê bêjim ku dema nû bi komployeke navneteweyî birêz Ocalan dîl hat girtin tenê ne ji bo me ji bo her kesî û bi taybetî gelê kurd pêvajoyeke pir zor, zehmet, giran bû û atmofereke xemgîn hebû. Ya yekem ji aliyê civaka kurd ve pêvejoyeke giran û xwedî psîkolojiyeke giran bû. Dewletê dîlgirtina birêz Ocalan wek serkeftina xwe nîşan dida. Ya duyem jî serokomarê wê demê Suleyman Demîrel digot ‘Yekî wek Ocalan kî yê biparêze, Gelo kesên wisa hene?’ Bi vî awayî metirsiyeke ku serkêşiya wê dewletê dikir ava dikirin. Ji ber vê yekê jî dema me nû serî li dadgehê da li Mudanyayê zehmetî û astengiyên bi her awayî derdixistin pêşiya me. Ligel van astengiyan jî heta em diçûn Îmraliyê xeber ji me re dikirin, heqaret li me dikirin, di demên ji bo hevdîtinên de lêgerînên ku heta asta wan digihîşte îşkenceyan jî dikirin. Ji polîs, leşker û karmendên girtîgehê heta hin komên faşîst li ber derî amade dikirin bi her awayî êrîşî ser me dikirin. Ya sêyemîn jî jixwe parêzertiya ji bo birêz Ocalan bi serê xwe wekîpirsgirêkekê nîşan didan û bi tu awayî hiqûq nediket dewrê. Yanî tenê ji bo birêz Ocalan hiqûqeqke taybet dihat meşandin, mekanîzmeyeke ku tuneyî ji bo Ocalan xistin dewrê. Dema me pê re hevdîtinek bikira jî me ji derveyî dosyayekî nikarîbû bi xwe re bibira hundir an jî ew bide me ku em derxînin derve. Dest danîn ser notên me. Di gelek axaftinên me de diketin navberê û qut dikirin. Hevdîtinên me nîvco dihiştin. Yanî me dizanîbû ku dê parêzertiya em bikin ne parêzertiyeke klasîk be.

 Di serî de jî tê zanîn, bi komployeke navneteweyî Ocalan anîn Tirkiyeyê. Têkildarî komploya navneteweyî ji wan rojên heta îro çi bû, çawa bû?

Pêvajoya di navbera 9’ê Cotmeha 1998’an û ya 15’ê Sibata 1999’an birêz Ocalan bixwe vê pêvajoyê wek ‘Komploya Navneteweyî’ pênase dike. Beriya ku bi komployê bînin Tirkiyeyê birêz Ocalan di bernameyeke televizyonê de ji pêvajoya di nav de wek ‘komploya navneteweyî’ tarîf kir û wê demê jî jixwe anî ziman ku dê ev komplo heta bi Tirkiyeyê bidome. Di hevdîtinên ku me bi birêz 0calan re kirî de hema bêje di tevan de wî bal dikişand ser sedemên anîna wî ya Tirkiyeyê, kîjan hêzên navdewletî di nav vê komployê de cih girtine, ji ber çi, rola Tirkiyeyê û bi vê komployê re girêdayî armanca van dewletan çi bû? Ev mesele wek stratejiyekî didît û digot ger em armanca vê komployê dernexin holê em ê nikaribin vala jî derxînin. Birêz Ocalan digot sedema derxistina min a ji Rojhilata Navîn amadekiriya êrîşekê li ser Rojhilata Navîn bû. Jixwe piştî vê komployê jî hêzên navdewletî ketin Rojhilata Navîn û hê jî ev êrîşên wan didomin. Ger îro em bixwazin berxwedana birêz Ocalan a 23 salan fêm bikin, divê ev komplo baş bê zanîn. Bi vê komployê hêzên navdewletî xwestin hemû daxwazên kurdan ên ji bo azadiyê û jiyanek wekhev ji holê rakin. Li hemberî vê yekê jî birêz Ocalan berxwedaneke ku ev 23 sal in didome ava kir.

Dema em îro bala xwe didin polîtîkayên tecrîdê yên ku Tirkiye li Îmraliyê  xistiye merîyetê, gelo em dikarin bêjin di nava 23’ê salan de guherîn pêk hatiye yan na?

Mesela dema ez di navbera 1999-2004’an ku diçûn hevdîtinê, piştî hevalên parêzer diçûn heta îro ez didim ber hev, her ku çûye tecrîd girantir bûye. Hem di warên fizikî de hem jî di warê psikolojik û siyasî de her ku çûye tecrîd girantir bûye. Ji tedbîrên ewlehiya li girtîgehê heta çûyîn û hatina malbat û parêzeran em li kîjan faktorê mêze bikin jî derkeve holê ku tecrîd hê kûrtir û girantir bûye. Bi ‘Pergala Îmrali’yê re (Ocalan wisa bi nav dikir) gav bi gav tecrîda li ser civakê jî zêdetir kirin. Dewletê ev yek wek modelekî pêş xist. Her ku çû ev model bi pratîkên nû cuda kûrtir kir û niha jî li seranserê Tirkiyeyê li ser civakê dimeşîne. Mesela di serî de hevdîtin qut kirin tu kesî dengê xwe zêde dernexist û nekete rojeva civakê jî. Mafên wî yên li girtîgehê ( Wek TV, telefon, name, rojname, kovar û hwd) ji holê rakirin dîsa li hemberî vê yekê tu kesî dengê xwe dernexist. Yanî her kesî jixwe re difikirî û digot ku ev yek tenê ji bo Îmraliyê derbasdar e. Hem aliyên hiqûqî hem jî yê siyasî tim wisa fikirîn û li hemberî vê yekê tu bertek nîşan nedan. Lê îro her ku diçe ev mijara tecrîdê li ser  civakê, di qada siyasî, hiqûqî, aborî û çandî hwd. de dibînin, hîs dikin û dijîn. Yanî ev aloziyên heyî bi tecrîdê re girêdayî ye. Îro hemû derdorên ku çavên xwe ji tecrîdê re girtin niha dibin tecrîdê de ne.

Ji sala 2019’an vir ve nahêlin ku parêzer biçin gel Ocalan û bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Hûn nêzîkatiyên hiqûqa navneteweyî û bêdengiyên wan çawa dinirxînin?

Di serî de ez vê yekê bêjim ku pergala li Îmraliyê hatiye avakirin berdewama pêvajoya komploya navneteweyî ye. Hêzên ku di nav pêvajoya komployê de cih girtine di serî de DYA û Ewropa, ji vê pergala Îmraliyê re tiştek negotin û bi vî awayî piştgirî dane Tirkiyeyê. Yanî Îmralî parçeyeke ji komloya navneteweyî ye. Kesên ku komplo erê kirin, pergala Îmraliyê jî erê kirin. Di hevdîtinên ku me bi birêz Ocalan re kirî de jî birêz Ocalan got ku heyeteke hatiye û li cihê lê mayî mêze kiriye û şert û mercên wî mêzandine. Îxtîmale ku ji Konseya Ewropayê be û ev cih erê kirin. Heta demeke dirêj jî saziyên mafên mirovan li dijî vê pergala li Îmraliyê dengê xwe dernexistin. Yanî Tirkiye bi serê xwe nikare vê pargalê bi rê ve bibe, bi destûr û alikariya hêzên navdewletî ku komlo pêk anîn, vê mekanizmaya tecrîdê didomîne. Bi rastî jî hemû neheqî û binpêkirina mafan li Îmraliyê pêk tînin lê li hemberî vê yekê jî bêdengiyeke pir beloqî heye. Tenê wek meseleyeke CPT û Dadgeha Mafên Mirovan hat dîtin lê modela qereseyî ya hiqûqî û polîtîk ji nedîtî ve hatin. Hewaleyî CPT’iyê kirin, hewaleyî DMME’yê kirin. Serlêdanên me jî di vê çarçoveyê de nirxandin. Yanî ev tev jî nişan didin ku konsepteke tev bi hev ve girêdayî ye. Lê helbet ger ev hêz bixwazin bi awayekî cidî nêz bibin dikarin di kêliyekî de li pêşiya dijhiqûqî û dijmirovî bisekinin.

Di mehên dawî de buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li gelek rêxistinên wek ÎHD, TÎHV, TBB, Konseya Ewropa û gelek rêxistin, saziyên navneteweyî dan. Ji bo çareseriyeke di warê hiqûqî de ev xebat bes e yan na?

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li hemberî tecridê xebatên hiqûqî yên girîng pêk anîn. Li hemberî dijhiqûqiyeke ku 23 sal in didome li ber xwe dide lê helbet tenê bi xebatan wan tecrîd ranebe. Hewceye mirov xebatên hiqûqî tenê li ser pişta Buroya Sedsalê nehêle, bi wan re sînordar neke. Divê hemû saziyên mafên mirovan ên li Tirkiye û Ewropayê, saziyên sivîl ên li cihanê jî tev li vê pêvajoyê bikin. Ji ber ku xebatên hiqûqî yên ji bo birêz Ocalan wisa ne tişteke ji rêzê ye. Berpirsyariyên vê yekê hene, hasasiyetên wê hene. Ji ber vê jî xebatên ku ji bo Ocalan pêk tên divê bi awayekî kolektivî çê bibin Xebatên Buroya Sedsalê yên 23 salan ên girîng û biqimet in. Lê divê saziyên hiqûqê yên serbixwe jî tecrîdê wek meseleya xwe bibînin.