28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel di Newroza Îzmîrê de nerazîbûn nîşanî îktidarê da

Di pîrozbahiya Newrozê ya Îzmîrê de bi hezaran kes ji ber xemsariya îktidarê ya di erdhejê de hêrs û nerazîbûna xwe nîşan da.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Gundogdû ya Îzmîrê bi beşdariya hezaran kesan dest pê kir. Bi hezaran welatiyên ji serê sibehê ve li qadê kom bûn, dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Em li dijî faşîzmê bibin yek”, “Bijî têkoşîna gelan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz dikin. Piştî welatî li ber noqteyên lêgerînê yên polîsan hatin sekinandin, li ser wan lêgerîn hat kirin û paşê ew berdan qadê.

Wêneyê Denîz Poyrazê li qadê bû

Li qadê dovîzên nivîsên weke “Newroz pîroz be”, “Berxwedan jiyan e” li serê nivîsandibûn, alên HDP, Partiya Çep a Kesk, gelek partiyên din û wêneyên Denîz Poyraz hatin hildan.

Gel hêrs bi hêrs bû

Qada Gundogdûyê li şûna pîrozbahiyê cihê xwe ji hêrs û nerazîbûnê re berda. Bi hezaran welatî ji ber xemsariya îktidarê ku di erdhejê de nîşan da, nerazîbûn û hêrsa xwe anî ziman.