3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 Xelk bixwe wê Efrînê rizgar bike

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê di salvegera 5`an a dagirkirina Efrînê de meşiyan û destnîşan kir ku Efrîn dê bi destê xelkê wê rizgar bibe.

Di salvegera 5`an a dagirkirina Efrînê de bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, di nav de endamên saziyên sivîl û partiyan daketin qadan.

Girseya gel li pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn. Şêniyan wêneyên Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan û şehîdên Berxwedana Serdemê hildan. Her wiha pankartên “Bi giyanê berxwedana serdemê û Şêladizê, em êrişên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Efrîn û Xakurkê şermezar dikin”, “Duh Helebçe îro Efrîn e”, “Bi giyanê Garê û Serdemê em dê rizgarkirina Efrînê mîsoger bikin” û “Na ji qirkirinê û dagirkeriyê re” vekirin.

Meş li kolana sereke ya taxê geriya û bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê” hatin berzkirin.

Meş li Qada Cebanat a li beşa rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê sekinî. Li vir Hevserokê Saziyên Civaka Sivîl ên Helebê Kamîran Zaza axivî û got: “Têkoşîna me heta rizgarkirina Efrînê û derxistina dagirkeran ji Efrînê berdewam e.”

Zaza anî ziman ku dewleta tirk a dagirker ji dagirkirina Efrînê û guhertina demografiya wê tunekirina kurdan armanc dike û anî ziman ku bi xwedîderketina gel li Hêzên Rizgariya Efrînê dê xewn û xeyalên dagirkeriyê tune bibin.

Civata navneteweyî bê deng e

Endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed jî îşaret bi bêdengiya hêzên navneteweyî kir û got: “Piştî derbasbûna 5 salan li ser dagirkirina Efrînê û li gel ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê sûcan pêk tînin, hîna civata navneteweyî bê deng e.”

Roşan bal kişand ser hewldanên lihevanîna Şam û Enqereyê û wiha pê de çû: “Li gel nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û Enqere de û hewldanên rewakirina rejîma zordest a navendî, em ji gelê xwe re destnîşan dikin ku ev hemû li ser hesabê gelê Sûriyeyê pêk tê.”

Roşan di dawiyê de diyar kir ku azadiya sûriyeyiyan bi diyaloga sûriyeyî û çareseriya Sûriyeyê ve girêdayî ye  û got, Efrîn wê bi destê gelê wê were rizgarkirin, dê Sûriyeya nenavendî ya demokratîk were avakirin ku taybetmendiya pêkhateyan diparêze.