28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel ji bo azadiya Ocalan meşiya

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê û Minbicê ji bo azadiya fizikî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pankartên "Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" vekirin û posterên Ocalan bilind kirin.

Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daket qadan û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin. Li bajarê Qamişlo û Dêrikê di 4’ê kanûnê de meşên girseyî hatin lidarxistin. Îro (5 kanun) jî li deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin. Şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê bi beşdarbûna şêniyên navçe û bajarokên derdorê, endamên saziyên sivî, meclis, nûnerên Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist.

Meş ji qada Jina Azad a li rojavayê navçeya dest pê kir. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Em dixwazin parêzer di zûtirîn dem de serdana Îmraliyê bikin′′ hatin vekirin. Meş li çerxerêya Şehîd Mahsûm veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa PYD′yê ya navçeya Çilaxa Ebduselam Ebas axivî.

Ebas sûcên ku desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne û bêdengiya rêxistinên hiqûqî şermezar kir û got, divê dimildest destûr bidin parêzeran da ku serdana muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bikin û rewşa wî ya tenduristiyê nas bikin.

Ebduselam Ebas diyar ku ku heta agahî ji Rêber Abdullah Ocalan neyê girtin ew ji helwesta xwe nayên xwarê.

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê jî  meşek li kolanên  navenda navçeyê li dar xist û bê navber dirûşmên “Bimire Erdogan”,” Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan” berz kir.

Di çalakiyê de rêveberê meclisa PYD′ê ya Til Hemîsê Hemadî El Hewyan bang li pêkhateyan kir ku li hemberî siyaset û komployên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelên herêmê yek dest bin. Rêvebera Kongra Star a Til Hemîsê Efra Ebas jî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî şermezar kir û got gelên bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in dê têkoşînê berdewam bikin ta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.

Di çalakiyê de serokê Yekitiya Mamosteyan a Til Hemîsê Ziyad Betran jî girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn vegot û anî ziman ku desthilata Tirk nikare ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji gelên azadîxwaz qut bike.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El Ebawî jî bang li şêniyên navçeyê kir ku çalakiyên li dijî siyasetên dewleta berdewam bikin heta hegemoniya wê bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Li navçeya Til Koçerê ya heman kantonê meşek hat lidarxistin. Meş li sûka navçeyê sekinî û hevserokê Şaredariya Gel a Til Koçerê Elî Ubeyd axivî, armanca şêniyên navçeyê ji meşê diyar kir. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku berpirsyariyên xwe yên li hemberî Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Endama Kongra Star Emel Cilûd got, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê têkoşînê berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Emel azadiya Rêber Abdullah Ocalan wekî azadiya jinan nirxand

Firat

Şêniyên herêma Firatê jî bi meşekî girseyî xwestin rewşa Rêber Abdullah Ocalan were aşkaerekirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Meş bi dirûşma “Silametiya Rêber Apo berpirsyariya navneteweyî ye” hat lidarxistin. Meşa ku bi sedan kesî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî tev lê bûn, ji  qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir. Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Meş li pêşiya dibistana Şehîd Seydo ya rojavayê navenda bajar sekinî. Li vir endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Arîn Kobanê axivî. Arîn diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî erdheja ku li Stenbolê rû da, ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi fikar e.

Arîn bêdengiya navneteweyî ya li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, bêdengiya wan nîşaneya tevkariya wan di komploya naveteweyî de ye ku sala 1998′an dest pê kir.

Arîn Kobanê di serî gelê Kurdistanê, bang li tevahî gelên herêmê kir ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan.

Minbic

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbicê jî bi daxuyaniyekê bang li raya giştî ya cîhanê kir ku dimildest bikeve tevgerê û dewleta Tirk neçar bike bila rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bike û daxwazên gelê bibersivîne.

Daxuyanî li Stada 4′ê Nîsanê bi beşdarbûna endamên însiyatîfê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê û rûspiyên eşîran hat dayîn û ji aliyê endamê însiyatîfê Zekeriya El Hesen ve hat xwend.