Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, piştî biryara berdanê ji girtîgehê derket.
Gok ji Girtîgeha Hejmara 1 a Amedê derket. Ji xeynî xizmên Gok Komeleya ji Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MGK), Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqç ya MLSA) û Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrrojhilatê gelek rojnamevan Gok li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Gok li ber girtîgehê axivî û got: “Me tu carî dest ji heqîqetê berneda û ji niha û şûnde jî em ê di şopa heqîqetê de têkoşîna rojnamegeriya azad berdewam bikin.”