7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CPT û dewleta tirk hevkarên hev in

Endamê OHD’ê Bunyamîn Şeker destnîşan kir ku roj bi roj tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girantir dibe û got: “CPT û dewleta tirk di tecrîdê de hevkar in. Fikrên Ocalan ji bo hemû gelan ronahî ye.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdeyî 24 sal in li  Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê tecrîdkirin. Li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtiyên siyasî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî tên tecrîdkirin. 33 meh in bi hinceta “cezayê dîsîplînê” destûr nadin parêzer û malbat biçin serdana wan û bi tu awayî agahî ji wan nayê girtin.

Endamê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker li ser armanca tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku Ocalan ji sala 1999’an ve di şertê tecrîdê de tê girtin û wiha got: “Tecrîd bi destê hêzên navneteweyî hatiye kirin. Dewleta tirk di dîroka xwe de nenaskirina hiqûqê ji xwe re kiriye rêgez. Hewceye ku pirsgirêk bi rêya demokrasiyê bêne çareserkirin. Tecrîd 25 sal in didome. Heta beriya 2011’an dîsa hincetan ‘Keştî xerabûye’ derdixistin pêş. Ji 2011’an şûn ve hevdîtin her ku çû hat qutkirin.”

Dewletê demokrasî talûke dît

Şeker, bi bîr xist ku piştî pevajoya 2013’an gelê cîhanê û Rojhilata Navîn dîtin ku fikrên Abdullah Ocalan, ji bo aştiyê çiqas birûmete û wiha axivî: “Wê demê jî di nava gel de kelecaneke mezin çêbû. Birêz Ocalan wê demê jî dîsa digot ‘baweriya xwe zêde bi pergala heyî neynin. Hewceye ji bo vê pêvejoyê jî zagon bêne avakirin. Eger zagon neyên avakirin dê astengên mezin çêbibin’. Di sala 2015’an ev astengî derketin pêşiyan me. Pergalê dît demokrasî ji bo wan têkçûyîne. Ji ber vê yekê şertên faşîzmê çêtir dîtin. Ji 7’ê hezîrana 2015’na heta 1’ê mijdara 2015’an kaoseke gelek mezin ava kirin. Li bakurê Kurdistanê şer pêş xistin û bajar xera kirin.”

Şeker, destnîşan kir ku ji bo dengê birêz Ocalan dernekeve deriyê Girava Îmraliyê girtin û wiha berdewam kir: “Çûn û hatinê li parêzer û malbatan qedexe kirin. Birêz Ocalan gelek caran gotiye heta ku pirsgirêka heyî çareser nebe dê li Rojhilata Navîn şer bidome. Îro ev rastî li pêş çavan e. Ji ber ku Birêz Ocalan paradigmaya aştiyê, demokrasi û wekheviyê pêş xist, hêzên navdewletî îro tecrîdê giran dikin.”

CPT û dewlet hevkar in

Şeker, anî ziman ku CPT û dewleta tirk di tecrîdê de hevkar in û wiha lê zêde kir: “Heyeta CPT’ê tê hevdîtinan dike. Lê encam ji hevdîtinan dernakeve. Îro li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tecrîdê çalakiya grevên birçîbûnê hatiye destpêkirin. Divê demildest ev bê hiqûqî ji holê bê rakirin. Ji 2020’î heta 2023’yan bi hezaran parêzeran serlêdana kiriye. Saziyên sivîl serlêdana kirin e. Baroya Amedê salekê berê û du meh berê serlêdan kir. Berê jî Yekîtiye Baroyan serlêdan kiribû. Lê tu encam ji serlêdana derneket. Me jî weke parêzerên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê serîlêdan kir. Ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê û heta Amerîkayê hezar parêzaran serlêdanan kirin. Di cotmehê gelek deklerasyon hatin aşkerakirin. 200 saziyan ev deklerasyon îmzekir. Di tu zagon û makezagonan de qedexeya hevdîtinê tune ye.”

Şeker, herî dawî anî ziman ku qedexeyên li girtîgehan bi qedexe û tecrîda li Girava Îmraliyê dest pê kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtîgehên Tîpa F li Îmraliyê ket meriyete û li Tirkiyeyê belav bûn. Niha bi tîpên nû girtîgehên nû ava dikin. Niha girtîgehên Tîpa S ku li gorî yek kesî û tecrîdê ne hatine avakirin. Em wekî OHD li dijî tecridê dixebitin. Ji niha û şûnde jî çi pêwîst be em ê bikin. Heta ku ev tecrîd bidome em ê têkoşîna xwe bidomînin.”