3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li Cizîr Erdîş, Sêrt û Geverê bi girseyî Newroz pîroz kirin

Pîrozbahiyên Newrozê ku ji 15’ê Adarê ve dest pê kiriye, berdewam dike. Îro  jî tevî Gever, Cizîr û Erdîşê bi hezaran gel li gelek navendên din kom bûn û Newroz pîroz kirin.

Bi deh hezaran gel li Gever, Cizîr û Erdîşê daketin qadan û Newroz pîroz kirin.

Gever

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Gever a Colemêrgê li Stadyuma Yenî Şehîrê tê lidarxistin. Bi hezaran kes tevî hewayê sar û barînan jî ber bi qadê ve diherikin. Gelempariya welatiyan cil û bergên kurdî li xwe kirine.   Qada Newrozê bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), flamayên kesk, sor û zer hatiye xemilandin. Bi deh hezaran welatiyên ku ketin qadê bi coşek mezin Newroz pîroz kirin û peyamên xwe anîn ziman. Li qadê axaftin hatin kirin û gel li ber muzîkê û dora agirê Newrozê gavend gerand.

Erdîş

Li Erdîşê Newroz li qada Denîz Feneriyê tê pîrozkirin. Li navçeya li gel barîna berfê ya ji duh bi şev ve gelek rêyên wê hatin girtin, welatiyan tevî rewşên hewayê yên neyînî jî dest bi ketina qadê kirin. Girse li qada ku bi hezaran kes herikînê bi cih nebû û zêdebûna cil û bergên netewî, rengên kesk û sor û zer bal kişand ser xwe. Bername bi rêzgirtinê dest pê kir. Her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û çepik hatin lêdan.  Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Neslîhan Şedal, namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Erdîşê Guler Temel û Baran Bîlîcî, parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevserokê DBP’a Bajêr Harûn Okay, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tev li bûn.

Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin û hunermend derketin ser dikê. Pîrozbahiya Newrozê bi guhdarkirina muzîkê berdewam kir.

Cizîr

Pîrozbahiya Newroza navçeya Cizîrê ya Şirnexê di saetên zû de dest pê kir. Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya Newrozê, kelecaneke mezin a xelkê Cizîrê heye. Xelkê navçeyê di saetên zû yên serê sibehê de berê xwe dan qadê.  Welatiyên gihiştin qadê, li ber noqteyên lêgerînê yên ji hêla polîsan ve hatine danîn hatin sekinandin. Welatî bi saetan li vir hatin sekinandin û piştre karîn bikevin qadê. Polîsan destûr nedan ku fular û cil û bergên bi rengên kesk, sor û zer bikevin qadê. Her wiha destûr nedan ku gel bi kumikan jî bikeve qadê. Lewma bi sedan kes neçar man ku kumên xwe derxînin û li derveyî qadê hiştin.Gelemperiya welatiyan bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê dibin. Welatiyên ketin qada pîrozbahiyê, li ber dahol û zirneyan govend gerandin û li benda destpêkirina bernameyê ne. Hêj jî bi hezaran kes diherike qada Newrozê û tê payîn ku hejmareke zêde tev li pîrozbahiyê bibe.

Sêrt

Newroza ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li qada Newrozê ya taxa Çakmak a Sêrtê tê pîrozkirin, gel bi dirûşmeyan herikîn qadê. Li qada ku bi alên DEM Partiyê hatibû xemilandin govend tê gerandin. Şêniyên Sêrtê yên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî hatin qadê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” qîriyan. Newroza ku bi rengê kesk, sor û zer xemilî bi gerandina govendê didome.