6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevî hemû astengîyan Newroza Stenbolê bû dîrok

Bi sed hezaran gelê kurd û dostên kurdan ji çar aliyên Stenbolê herikîn qada Newrozê. Ji saetên şeveqa sibehê de gel xwe amade kirin û berê xwe dan qadê. Bûn lehî, bûn çem û herikîn. Careke din dîrok nivîsandin.

Piştî demeke dirêj, serê sibeha Newroza Stenbolê tavan xwe bi gele kurd re amade kiribûn ku bi hev re Newrozê pîroz bikin. Li gorî min hêj zû bû ku em herin qadê, lê li gor diya min û gelek dayikên din em dereng mabûn. Şeveqê serê sibehê li hev geriyabûn, cil û bergên xwe nîşanî hev dabûn û divê kêliyek berî keliyekê xwe bigihînin Yenîkapiyê.

Di rê de, ji kîjan erebeyê dengê stranên Newrozê bilind bibû me fêm dikir ku rêhevalên me ne. Dema em gihîştin nêzîkê Yenîkapiyê me dît ku hemû erebeyên di rê de rêhevalên me ne. Ji paceyên erebeyan her kesî tiliyên xwe bilind dikirin û Newroza hev pîroz dikirin.

Bi heyecaneke zêde em gihîştin ber qada Newrozê. Lê belê deriyê ku em bikevin hundir kanî? Em herin bi kîjan alî ve me nakin hundir. Diya min pîr e. Û gelek dayikên din jî hêj neketin qadê westiyan. Têketina qadê tenê bi deriyekî pêkan bû. Bi hezaran kes bûbûn çem, lehî û ji wê korîdorê diherikîn qadê. Ji ber wê yekê li ser rê qelebalixiyeke pir pir zêde çêbû, mirov di rê de diman. Neqeb (Korîdor) xitimî… Sloganên di Neqebê (korîdorê) de didan ser yên li qadê. Ji sloganan dihate fêmkirin ku gel çiqasî hêz dibû ewqasî sloganên xurt diavêt. Ne ji coşa sloganan bûya ew koridor bi tu awayî nediqediya. Bi kotekî em gihîştin ber devê qadê. Li wê derê jî lêgerîn hebû; heyfa wan şal û şepikan ku nehiştibûn gel bi cil û bergên xwe bikevin hundir! Li gel vê yekê jî piraniya mirovan bi cil û bergên xwe ketibûn qadê. Ez jî nizanim çawa çêbû, lê em dizanin ku ti qedexe nikarin li ber gel bibe bend. Gel bend û asteng nas nekirin.

Di qadê de coşeke pir zêde hebû. Her kesî silav dida hev û Newroza hev pîroz dikir. Dayikan xwe li hev digihandin hev, hevdu hembêz dikirin û lîlelîla wan dibû hevalên hev. Ciwanan bejna xwe bi xeftanên ji hev xweşiktir dihejandin. Li aliyekî hin kesan kilam distrandin û dest bi govendê dikirin. Li aliyê din daholvanan bi hunera xwe gel pêşwazî govendê dikirin.

Govend hate gerandin, slogan hatin avêtin, li ber hewaya xweş mirovan kêf û eşq kirin û tî bûn. Ka avfiroşek tune ye gelo? Mixabin, nehiştine avfiroşekî tenê jî bikeve hundirê qadê. Li derveyî qadê av dihate firotin, mirovên ku tî dibûn bi piranî ji qadê derdiketin û rêya mala xwe digirtin. Ji ber wê koridora dûr û dirêj mirov venedigeriyan qadê, û mafdar jî bûn. Newroz nehate qedexekirin lê bi hesabekî qirêj plana derketina mirovan a ji qadê hatiye kirin, dilê mirov dihele!

Bereketa xwedê li siyasetmedarên me be, çav berdane karê stranbêjan. Axaftina wan a dûr û dirêj a li ser dikê bi tu awayê din nayê ravekirin. Jixwe stranên Newrozê hatine qedexekirin û me jî ev qebûl kiriye û di Newrozê de stranên Newrozê nayên strandin, qet nebe rê bidin hunermendan ku li ser dikê çend stranekê bêjin û gel kêfê bike.

Di derketina qadê de jî dîsa rêgeheke tenê wekî korîdoreke cuda çêkirine. Ev koridor bi temamî dişibe labîrentê, mirov her dimeşe û li dora xwe digere. Gelê ku hêrs bûyî dîsa dest bi sloganan kir, jehra dilê xwe li hev kirin şahî û coş, di çavê dijmin de jî kirin kelem. Kêmasiyên organîzasyonê û qedexeyên di qadê de gelo hatin nirxandin an nehatin nirxandin? An jî saleke din wê li dijî vê ferasetê xebatên çawa dê bêne rêvebirin nayê zanîn. Lê divê baş were zanîn ku li gel hemû astengî û organîzeyeke qels jî gelê Kurd qada Newrozê tije kiribû. Ji bo vê yekê, Newroza îsal pir taybet e; li gel hemû astengiyan jî gel li cejna xwe xwedî derket û bi coşeke zêde pîroz kir.  Newroz Pîroz Be.