28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel pêşengiya Meşa Amarayê dike

MED TUHAD-FED, KCD, TJA, DBP û HDP, têkildarî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rojbûna wî ya 73’emîn li Amedê di 29’ê adarê de civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên rêxistinên civakî û siyasî di civînê de bernameya 4’ê Nîsanê aşkera kirin. Nûneran diyar kir ku 4’ê Nîsana Roja Rojbûna Ocalan ji bo gelê kurd û gelên herêmê bûye roja li dijî şer, koletiyê û mêtingeriyê û bûye sembola aştî, azadî û wekheviyê. Nûneran bang li gel kir ku di navbera 1 û 10’ê nîsanê de li her devera ku lê dijîn ji ber wateya jiyana nû û ji nû ve jidayikbûnê şitilên daran biçînin. Nûneran xwest ku ji bo şertên tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk bê, her kes di roja 4’ê Nîsanê de tev li Meşa Amarayê bibin.
Têkildarî meşa Amarayê hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran diyar kir ku îsal 8’ê Adarê û 21’ê Adarê rol û mîsyonek cuda li ser xwe bar kir û wiha got: “8’ê Adarê û 21’ê Adara 2022’yan bi şiyara “Dem dema azadiyê ye” pêk hat. Gelê kurd fam kiriye ku heta rêberê wan Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe, dê bi tu awayî ji van zext û zordariyan rizgar nebe. Ruhê ku di 8’ê Adarê de derket û di 21’ê Adarê de bi Newrozê li hemû cîhanê belav bû, dê bandora xwe li 4’ê Nîsanê jî bike. 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna birêz Ocalan e. Wekî rojbûna gelê kurd jî tê zanîn. Gelê ku di kûrahiya dîrokê de bi windabûnê re rû bi rû mabû, bi paradigma felsefe, ket û têkoşîna birêz Ocalan geş bû. Bû xwedî nasname û vîn.”

Kurdan bi Ocalan xwe nas kir
Baran, anî ziman ku eger ku îro gelê kurd, keç û xortên kurd xwe nas kiribe, bi felsefe û têkoşîna birêz Ocalan xwe nas kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê yekê 4’ê Nîsanê ne wekî rojbûyînek ji rêzê ye. 4’ê Nîsanê wekî rojek pîroz tê dîtin. Ji ber ku gelê kurd vê rojê wekî rojbûyîna xwe dibîne. Wekî roja vejîna gelê kurd digire dest. Gelê kurd azadiya fizîkî ya Ocalan dixwaze. Tevgera azadiyê wateyek mezin dide xwezayê. Ji ber ku rojbûna Ocalan wekî roja vejîne ye; ji 1’ê nîsanê heta 10’ê nîsanê dê li hemû cih û warên ku kurd û dostên kurdan lê dijîn û kesên ji felsefeya birêz Ocalan bawer kirine dê şitlên daran biçînin. MED TUHAD-FED, TJA, KCD û HDP’ê daxuyaniya hevpar dan. Di daxuyaniyê de plansaziya di navbera 1-10’ê nîsanê de derxistin. Li gorî bernameyê dê li her derê cîhanê, bi boneya rojbûna gelê kurd û birêz Ocalan pîroz bikin, gelê kurd û dostên kurdan dê daran biçînin.”

Amara bûye qibleya azadiyê
Zekî Baran, destnîşan kir ku Amara bûye wekî qibleya azadiyê û wiha got: “Amara bûye qibleya azadî û têkoşînê. Cihekî gelekî pîroz e. Bû xwedî nasname, çand û tevger. Ji ber vê yekê ye ku pergal di çend salên dawî de bi armanca meşa Amara asteng bike her astengiyê derdixe. Ji bo gel vê roja xwe ya xweş pîroz neke astengiyê derdixe. Di 8’ê Adarê û Newrozê de jî li pêş gel astengî derxistin. Lê gel astengî nas nekir. Pergalê astengiya herî mezin li Amedê derxist. Lê gelê xwedî vîn û têkoşîn ku li Serokê xwe xwedî derdikeve, bi vînek wekî pola gavek jî paş ve neavêt û bi israr Newroz pîroz kir. Di Newrozê de li azadiya xwe û Serokatiya xwe xwedî derket. Ji ber vê yekê di dirokê de heta niha Newroza herî girseyî û bi wate hat pîrozkirin. Vîna di Newrozê de derket, di Amarayê de jî derkeve dê astengiyên li pêş xwe rake. Em bawer dikin ku gele me dê 4’ê Nîsanê li gorî ruhê vê rojê, rojbûna xwe pîroz bike. Em bawer dikin ku gelê me dê ji her derê û bi taybetî ji bajarên Kurdistanê tevî sazî û rêxistinên xwe biherike Amarayê. Ev meş dê bibe sedema azadiya birêz Ocalan. Em azadiya birêz Ocalan wekî azadiya gelê kurd dibînin. Ji ber ku birêz Ocalan azad bibe, dê gelê kurd jî azad bibe û hemû gelê Rojhilata Navîn û cîhanê jî azad bibe. Bi vê wateyê dê ji 1’ê nîsanê heta 10’e nîsanê pîrozbahiya vejinê bê lidarxistin.”
Gel pêşengî kir
Baran li ser plansaziya meşa Amara jî rawestiya û wiha domand: “Ji ber gel daket qadan 8 û 21’ê adarê bi hêz û coş derbas bû. Gel pêşengiya van çalakiyan kir. Gel ji ber azadiya birêz Ocalan pêşengî kir. Bi daxwaza azadiya Ocalan pêşengî kir. Gel dê bi derfet û hewldanê xwe berê xwe bidin Amarayê. Ji ber ku azadî ji bo birêz Ocalan e. Ji ber ku azadiya birêz Ocalan azadiya gelê kurd e, tu şensê me yê em xebatê li benda hev bihêlin tune ye. Eger her kes bi misyona peşengiyê li xwe binêre, hemû gelê me di vî alî de pêşeng e. Xebatek ku em li heviya hev bihêlin nîne. Pêşî her kes dê berpirsiyariya xwe ya welatperweriyê bi cih bîne. Hemû kesên ku bi felsefe û paradigmaya Ocalan jinûve ji nava axa xwe şîn bûbin, xwedî berpirsiyar in. Dê bi berpirsiyariya pêşengtiyê tev bigerin.

Gel li azadiya xwe xwedî derket
Baran herî dawî li ser biryar û têkoşîna gelê kurd jî rawestiya û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema her kes bi berpirsiyariya azadiya fizîkî tev bigerin ez bawerim em ê bi ser bikevin. Di 8’ê Adarê de û di Newrozê de em bi ser ketin. Gelê kurd di 21’ê Adarê de peyamek gelek mezin da, dostên kurd û hemû cîhanê. Gelê kurd di 21’ê Adarê Newrozê de got ‘Tu çiqas bi çekên kîmyewî êrîşî min bike, tu çiqas min qetil bike, tu çiqas erdnîgariya min û daristanê min bombe bike jî ez çong danînim. Ez li qadan têdikoşim. Li azadiya xwe têkoşîna xwe û Serokê xwe xwedî derdikevim.’ Teqez serkeftin a gelê kurd e.”