5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Yemenê agirbesta bi piştgiriya navdewletî

Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî aliyên ku li Yemenê şer dikin li ser agirbesteke ji bo 2 mehan li hev kirine. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Hanz Gothenburg da xuyakirin ku aliyên yemenî di roja duyemîn a hevdîtina li Erebistana Siûdî, bi hevre gihane lihevkirinekê û agirbesteke ji bo 2 mehan îlan kirin.

Gothenburg der barê lihevkirinê de wiha got: “Herdu aliyên şer li ser wê yekê li hev kirin ku hemû tevgerên xwe yên leşkerî yên deryayî, bejahî û ezmanî rawestînin”

Ev peymana bi navbênkariya Siûdiyê û Meclisa Hevkariya Kendavê hatiye çêkirin û dê ev lihevkirin û peymana di navbera Koalisyona ku Siûdiyê serkêşiya wê dike û koalisyona Husiyan ku Îranê piştgiriya wê dike di roja yekemîn ya meha remezanê ango îro ji seat 16:00’yan û pê ve dest pê bike. Hevdîtin di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hatine kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev agirbesta yekemîne ji sala 2014’an de di nava van aliyên ku bênavber bi salan şer kirine û di encamê de Yemenê ber bi kirîzeke mezin a aborî û insanî de ajotine.