5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destûrê nadin malbat serdana Ocalan bike

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi mebesta hevdîtina bi miwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di tecrîdeke giran de tê ragirtin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, di 22’yê mijdara sala 2021’yê de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dabûn. Dadgeriyê di heman rojê de bersiva parêzeran dabû. Derketibû holê ku du cezayên din ên qedexeya hevdîtinê li Abdullah Ocalan hatine birîn. Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ku serlêdana parêzeran red kiribû, sedema biryara xwe weke qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan ku di 12’yê cotmehê de hatibû dayîn nîşan da. Dadgeriyê, sedema redkirina serlêdana ji bo hevdîtina bi malbatan re jî biryara Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan nîşan da.

Diviya bû qedexeya hevdîtinê ya bi Ocalan re di 18’ê mijdara sala 2021’ê de bi dawî bûbûya. Lê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bersiva serlêdana parêzeran neda. Li ser vê yekê, parêzeran vê carê di 28’ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Di serlêdanê de parêzeran xwest ku hemû astengiyên derhiqûqî yên li pêşiya hevdîtina malbatan a bi xizmên xwe re bên rakirin û hevdîtin bên kirin.

Dadgeriyê di 29’ê adarê de bersiva parêzeran da û serlêdan red kir. Dadgeriyê di bersiva xwe de destnîşan kir ku cezayekî disiplînê yê nû li Ocalan hatiye birîn û lewma jî serlêdan red kiriye. Bi redkirina serlêdanê re, ji sala 2018’an heta niha 10 car  in ku bi hinceta cezayên disiplînê daxwaza hevdîtinê ya malbatan tê redkirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê cezayên disiplînê û biryara Dadgeriya Înfazê ya Bursayê îtîraz kir.