5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gerokekî kurd li Ukraynayê2

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

…tanq û çekên zirîpoş ên ruxwandin li rast û çepê rê, mîna kîsoyê qalikşikestî li ber çavan dikevin. Dîtbarîya  ruxwandina van hûtên ku mirinê di ser benîademiyan de dibarîne, hesteke xerîb li meriv radike. Gava ez çav li têkçûyina van zir-dûvpişk û engerekên bi jahrînî dikevin, mîna min şekirekî bi mentol xwaribe, wanî navdilan li min hênik dike. Bi vî awayî em dikevin nava bajarê Kramatorskê.

Dostê min ê cizîrî ku bi nîvhenekê min ew ji xwe re dîtibû, bi dengê hêl (bilind): “Tu bi xêr hatî cehenemê!” dibêje û bi kenekî mîna yê Erol Taş dike hak hak û dikene.

Ez li Erol Taş, efû ango ez li dostê xwe yê cizîrî vedigerînim û dibêjim: “Ev çi dojeh e ku ev serê bîstik û pênc salan e tu têde ji xwe re dide  lotikan, birakooo?”. Dostê min ê Cizîrî, li ser bersîva min carek din bi dengê hêlê dikene. Ji ken wêdetir, te digot qey ji xwe re dişihiya.

Ji ber ku bajarê Kramatorskê di bin bandora şerê  germ de bû, awirê mirovan li hemberî hevdu tûj û ew çend jî gûmanbar bû. Gava meriv yekî nola min biyanî be, guman li ser wî tîrtir dibû. Lê xwedê kir dostê min ê cizîrî li vî bajarî, mirovekî bernas bû. Ango esnafekî naskirî bû. Ez dibêjim bajar, di esasê xwe de heta salek berê jî, ev navçeyek bû. Lê piştî şerê Doneksê, serjimara navçê, ji ya bajarekî pirtir dibe. Ji aliyekî ve, silvîlên alîgirê Ukrayna ji Doneksê revyabû vî bajarî, ji hêla din de jî, leşkerên Ukrayna, li nava bajêr bicîh bûbû. Ji vê rewşê dihat famkirin, leşkerên Ukraynayî xwe ji armanckirina moşekên zîrek yên Rûsyayê diefidand. Lema jî xelkên sivîl û leşler di nava hev de bû.

Dostê min, li pêşiya hotêla bajêr a navendî disekine. Li ber devê hotêlê, du leşker li ber derî nobetê digre. Li hundur jî, çend serbaz li pişt maseya resepsiyonê tên dîtin. Dostêmin bi wan re bi Ukraynayî dipeyive. Di mav re ez ji wan fam dikim. Ji rewşê tê fêmkirin ku tiştê min ji wan serbazan re dibêje, xwediyê hotêlê dostê min e.

Ez di dilê xwe de, xwe bi xwe ji xwe re dibêjim, kuro Egîto dîsa tu li ser her çar nigan ket. Carekê qirdê min li pişt hustê (stuyê) dostê min xistiye. Ev dostê min ê cizîrî, tevahiya karekterê kurdiyatiyê di xwe de dihebîne. Ev serê çarîkek sedsalekê ye ji welêt dûrketiye jî, lê dîsa jî xumûm/xumam nehatiye li ser kesayetiya wî ya kurdewar.

Hasilîkelam, dostê min cîh ji min re di wê otêlê de vediqetîne. Ez li asansorê siwar dibim, nobedar di asansorê de ne. Ez di  korîdorê re derbas dibim. Li wir jî nebedar henin. Ez ji rewşê fêm dikim ku payebilindekî leşkerî li wê otêlê dimîne. Ev rewş, min dixîne nava fikaran. Timî min ji xwe re digot, eger Rûs Mojekekê bavêje vê otêlê, ez ê jî biçim ji kîsê emrê xwe. Nola dibêjin ‘Ne şehît û ne gazî. Çem û çem çû Niyazî.’

Piştî heft rojan, ez ji otêlê derdikevim. Vêca ez ji xwe re ji bo hefteyekê, xaniyekî kirê dikim. Xwediya malê, jinek e. Ez, xwediya malê û dostê xwe, em bi hevre diçin mala min a kirêkirî, teslîm bigrin. Mal, di avahiyeke welê de ye, meriv tê de wenda dibe. Bilindahiya avahiya 7-8 qat e. Lê dirêjahiya wê ne serî ye, ne jî dawî. Ev cûre avahî, di serdema Sowyetê de hatine avakirin. De ne min got: meriv di van avahiyan de wenda dibin. Avahiyek ji van avahiya li bajarê Lutskê heye, dirêjahiya wê du hezar û 700 metre ye. Ev di heman demê de avahiya dirêjtirîn a cîhanê ye.

Pêkenokek xelkê Ukraynayî li ser van avahiyan heye. Dibêjin ‘Rojekê yek riya mala xwe wenda dike. Diçe malekê. Dibêje qey ew mala wî ye. Lê dinere waye mirovek li wê malê rûniştîye. Her du mirov li çavên hevdu dinerin. Lê, her du jî pê nizane ka ew mal ya kîjanî ji wan e (ango her du mirovan jî, riya mala xwe wenda kirine)

Her yek ji wan avahiyan, mîna meriv bîst apartmanan bi serhev vekiribe ye. Wisa heta sibê dirêjin û nêzî bîst heb deriyê têketina apartmanê henin. Jinika xwediya xanî, li ber deriyekî têketina avahiyê disekine. Deriyê polayî, mîna deriyê têketina kelehên bajarên zemanê berê , ew çend mezin û tiral e. Jinik, tilîka xwe ya nenûk-jûjinî dirêjî ser şîfreya derî dike. Şîrqînî jê tê, meqnatêza derî vedibe. Em derdikevin qata çara, jinik qorek nifte ji tûrê xwe derdixîne. Yekê ji wê loda nifteyan dibijêre û derî vedike.

Dostê min ê cizîrî, di guhê min de dibêje, “Ev xatûna hanê, yahûdî ye?”

Ez jî li wî vedigerînim û dibêjim; “Ez bawerim ku qiyamet rabe jî, ew ê xelkên yahûdî bazirganiyê bikin”

Roja têkbirina Hîtler

Dostê min, sibeha 9’ê gulanê sibê zû bangî min dike. Dibêje were dikanê em taştê bi hev re bixwum. Ez ê te îro bibim pîrozbahîyeke taybet. Li parqeke bajarê Kramatorskê, li ber peykerê bîrdarîyê ya jinekê, çûrçûra klarnetekê dihat. Paşê ez ê têbigihêjim, ev pîrozbahiya “cejna zaferê” ye. Zafera/Serkeftina li hemberî têkçûna Hîtler e ku di 9’ê gulana 1945’an de roja serkeftina li hemberî Hîtler e. Ev paraka ku em ber bi dengê klarnetê ve dimeşin jî, navê xwe Parqa Zaferê ye. Her kesên ber bi peykerê bîrdarîyê ya wê jina ku çiqilê darê di desta de dimeşiyan, cil û bergên xwe yên herî xweşik li xwe kiribûn, gulek sor jî li ser pêsîra xwe ya çepê ve kiribûn.

Klarnetjen, her fifî klarneta xwe dikir. Te dê bigota qey bêhna polena kulîlkên darên wê parqê, pufî li ser beşdarvanan dikir. Lewra bayekî hênik, bêhna bihara kemilandî, li ser beşdarvanan dipêland.

Dostê min Cizîrî, ji min re rêbertiyê dike. Destê xwe ber bi peykerê jina bejinzirav dike, dibêje: “Du kurê vê jinikê di şerê li hemberî artêşa Hîtler, şehîd ketine. Wê jî heta dawiyê, miqîm cêbilxane ji bereya şer e kişandiye. Ev tirbên li van deran yên heryek ji wan qornefîlek li ser jî, tirbên cangorîyên hingê (wê demê) ne. Di şerê li hember Hîtler, pênc milyon Ukrayniyan, her wiha 500 hezar yahûdiyan jiyana xwe ji dest dane.”

Nizanim kê, çawa û kengî guleke sor li ser pêsîra min a çepê ve jî kiriye. Ez jî tevî gula xwe ya sor di nava beşdarvanên mîna pîvokan de digerim. Dinerim waye çend heb “general” ji wê de tên. Lê pişta wan xûz û tewandîne. Her wiha li sergopalan dimeşin. Tu nabêje ew “generalên” hezhez yê bi zorê bi destega gopêl dimeşiyan, ew xaziyên şerê li hemberî Hîtler in. Li ser sîng û li ser milên wan mişt madelye û pîleyên lehengîyê bûn. Gava ev lehengên şîrînok wanî dimeşiyan û xişînî ji madalyayên wan dihat, nizanim çima? Lê hema nêriyên bi zengil û xwuronek yên xemilandî dihat bîra min. Her kesê beşdarê pîrozbahiya cejnê dibûn, dihat li ber wan qam digirtin û rêzgirtineke bêdawî ji wan re pêşkêş dikirin. Ez jî silaveke rêzgirtinê ji wan re pêşkêş dikim. Ev rêzgirtina min, di heman demê de rêzgirtina li hemberî bîranîna hemû lehengên cangorî, yên li hemberî Hîtlerên hemû dem û dewranan bû.

Veger

Min dêma xwe sipartiye cama otobosê. Berê min li balafirgeha Xarkovê ye. Derdora 200 km riya min heye. Ez vê neqlê (carê) şiyar im û derdora xwe qenc radiçavînim. Zeviyên gulê qanolayê, yên zerê zerdolekî, dibin du tîş û rast û çepê min, ber bi paş ve diherikin. Ezmanekî şik-î şîn, tu dibêje qey hatiye sîqalkirin, ji asoya zeviyên kanolayên bilind dibe. Gava rengê ezmanê şik-î şîn û rengê kulîlkên qanolayê yê zer-ê zerdolekî dihat gel hev, herdu rengên niwaze yên ala Ukraynayê derdixist holê, ku meriv ji xwe re jêre dibûn bengî. Ezmanê ti welatan bi qasî ezmanên Ukraynayè ew qas ne şîn in. Kulîlkên qanolayê yên tu welatan û tu tiştî bi qasî yê zeviyên Ukraynayê ewqas ne zer-ê zerdolekekî ye. Tenê çavê qîzeke Ukraynayî dikare bi qasî ezmanê wê şîn û porê wê bi qasî kulîlkên qanolayên wê, wanî zer be.