4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel piştî 30 salan ew bi girseyî hembêz kir

Gelê Rihayê Cebraîl Vûral ê 30 salan girtî ma, piştî ji girtîgehê derket, ew bi girseyî pêşwazî kir û hembêz kir.

Girtiyê nexweş Cebraîl Vûral (50) piştî 30 salan ji girtîgehê derket. Vûral ku di lîsteya girtiyên nexweş de bû, di sala 1994’an de gava 20 salî bû hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn. Vûralê ku nexweşîna prostat, astim, fitiq û KOAH’ê pê re hebû, ji Girtîgeha Tîpa T a Kirşehîrê derket.

Gel li pêş girtîgehê kom bû û girtiyê nexweş Vûral bi girseyî pêşwazî kir. Vûral û malbata xwe li têketina navçeya Wêranşar a Rihayê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Dema gel Vûral li pêş malê jî pêşwazî kir bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.

Endam û rêveberên DEM partiyê û namzetên DEM Partiyê yên Wêrşar jî tev li pêşwazîkirinê bûn.