30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz bû bersiva hesabên şaş

Ev Newroz, Newroza azadiyê bû. Li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev sê sal e tecrîdeke giran heye. Her ku tecrîd giran dibe pirsgirêkên civakî zêde dibin, şerê qirêj bilind dibe. Êdî bi vê Newrozê şikandina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan were teqezkirin.

Newroza îsal bi şîara “Rabe, dema serkeftin û azadiyê ye” hate pîrozkirin. Hêj berî îlankirina deklerasyona Newrozê li kolan û taxan agirê newrozê hate pêxistin. Ji Îdirê bigire heya Amedê, ji Bazîdê bigire heya Êlihê roniya agirê Newrozê mizginiya serkeftina gelê kurd da.

Di 31’ê Adarê de li Kurdistan û Tirkiyê hemwelatî ji bo hilbijartinên herêmî dê biçin ser sandoqan û dengên xwe bi kar bînîn. Kurd û dostên wan jî xwe amade dikin bersiveke dîrokî bidin pergala înkar û tunekirinê. Gel bi vê kelecanê li benda roja mezin bû. Lewma ev Newroz gelek girîng bû.

Berî çend rojan Murat Karayilan di hevpeyvînekê de anî ziman ku PDK’ê ji hêzên xwe re gotiye heya dawiya adarê xwe amade bikin. Her wiha di wan rojan de heyeta dewleta tirk çend caran ser hev bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kirin. Pêre girêdayî şandeyek jî çû Amerîka û hinek hevdîtin pêk anîn. Di encama hevdîtinan de dewleta tirk û Iraqê li ser dijberiya PKK’ê mutabaqatek îmze kirin. Erdogan jî di axaftineke xwe de bal kişand ser vê mijarê û anî ziman ku ew dê heya hezîranê ewlehiya sînorê Başûr ewle bikin û karê wan yê li Rojava di nîvî de maye biqedînin. Ango anî ziman ku ew ê li ser axa Kurdistanê şerê dagirkirinê bidomînin. Erdogan bi aşkera dibêje, “Ez ê li hemberî kurdan şer gur bikim.” PDK jî xwe amade dike ku êdî ew bixwe jî yekeyek bikeve nav şer. Biryara vekişandina PDK’ê ya ji hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî tê wê wateyê ku PDK û malbata Barzaniyan dê bi dewleta tirk re bikevin nav hinek hewldanan.

Hesabên şaş tenê ne li ser Başûr û Rojava têne kirin. Li tevahiya Kurdistanê şerê qirêj didome. Li Bakur bi destê Huda Parê dixwazin kuştin û komkujiyên ji aliyê Hizbul-kontrayan ve hatine kirin rewa bikin. Kî dizane hêj çend cenazeyên welatparêzên kurd di odeyên hucre yên Hizbul-kontra de veşartîne? Kî dizane rêveberên Huda Parê kujerên çend kurdan e? Lê ew wekî tiştek nebûye tevdigerin. Dewlet jî rê ji wan re vedike.

Dema giştî were nirxandin wisa dixuye ku dewleta tirk piştî hilbijatinê xwe ji bo dagirkirina perçeyên din ên Kurdistanê amade dike. Li Başûr û Rojava bi destê PDK’ê, li Bakur bi destê Huda Parê polîtîkayeke qirêj dixe meriyetê. Dibe ku PDK li Başûr darbeyê li parlemento bixe û rêveberiya Başûr bi tevahî bixe destê xwe. Her çiqasî Amerîka li dijî biryara vekişandina ji hilbijartinan derketibe jî di rastiyê de hemû geşedan girêdayî hev in. PDK ji bo xwe hinek hesaban dike. Gel jî di kolan û qadên Newrozê de beyan kir ku ew ê li hemberî hemû hesabên şaş bin.

Newroz ji van hesabên şaş hemûyan re bû bersiv. Gelê ku kolan tije kirin, li dora agir bûne xelek peyameke zelal dan van hêzan. Gel diyar kir ku ew di her şert û mercî de bi tevgera azadiyê ya kurd re ne. Ligel ku rewşa hewayê ne baş bû jî gel ji bo helwesta xwe diyar bike herikî qadên newrozê. Di qadên Newrozê de du dirûşmên sereke hebûn. Yek “Bijî berxwedana zindanan” bû ya din jî “Bijî Serok Apo” bû. Di qada Newroza Amedê de çar keçikên temenên wan 11-12 salî bala min kişandin. Heya qirika wan zuha bû, heya dengê wan hew derket dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Kes nikare bêje wan tenê dirûşm berz dikirin. Pir bi kelecan û hestiyar dirûşm berz dikirin. Di wê kêliyê de careke din min girîngiya şikandina tecrîdê hîs kir. Wan zarokan di heman demê de peyamek didan. “Heke hinek hesabê şaş bikin, em ê hesab ji wan bipirsin.” Tenê ne zarokan, dayikan, kalan, ciwanan bi yek dengî heman slogan berz dikirin.

Ev newroz, Newroza serkeftinê bû. Di heşt salên dawî de dewletê xwest darbe li îradeya gel bixe. Ji aliyekî ve kuştin, ji aliyekî ve girtin, ji aliyekî ve jikaravêtin. Çi kes û deredorên ku ne li gorî desthilatê bû rastî êrîşa dewletê hat. Zirara herî mezin jî gelê kurd dît. Îradeya gel hate xespkirin û dest danîn ser şaredarên di bin rêveberiya HDP’ê de. Di pîrozbahiyên Newrozê de gel diyar kir ku xwe amade dike helwesteke xurt nîşan bide û van şaredariyan ji dest desthilatê bigire.

Ev Newroz, Newroza azadiyê bû. Li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev sê sal e tecrîdeke giran heye. Her ku tecrîd giran dibe pirsgirêkên civakî zêde dibin, şerê qirêj bilind dibe, krîza aborî kur dibe. Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê çalakî hatin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li bakurê Kurdistanê jî pêngaveke nû hate destpêkirin. Di 1’ê sibatê meşa Azadiyê dest pê kir û di 15’ê Sibatê de li Amara bi dawî bû. Piştî demek dirêj bi vê meşê peyameke xurt hate dayîn. Êdî bi vê Newrozê şikandina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan were teqezkirin.

Îsal ji bo bersiva van hesaban û hilbijartinan çavê hemû kesî li Newrozê bû. Newrozê peyameke zelal da. Got; “Kî li hemberî deskeftiyên gelê kurd be em ê jê hesab bipirsin.” “Yên dixwazin kurd xurt bibin û bibin yek bila li Newrozê binêrin.” Hesabên şaş ne ji Bexdayê ji Newrozê dizîvire!