8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel û dûgel

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Nîşaneyên hegemonyaya ku dewlet ji aliyê çînên serdest ve hatiye avakirin, di qada bajarî de bi şêweyê maldarkirin û xwedîderketinê, çi qas ku meşrûiyeta xwe winda dike, ew qas jî rê li ber pêkhatina tevgerên civakî yên ji aliyê girseya gel ve ten avakirin, digire.

Mirovên ku li heman welatî dijîn û hemwelatiyên wî welatî ne; kom, komiçk û civatên ku ji aliyê nijad, ol, bawerî û hwd ve tu ferqa wan tune û di navbera wan de têklileyeke xurt û jêneger heye, wekî gel tên hesibandin.

Kom, komiçk û gelên ku di pêşketina dîrokî de li ser heman erdnîgariyê yan jî heman welatî bi hev re dijîn û xwediyê şaristaniyeke hevpar in ku ji bo domandina jiyana xwe û pêkanîna gelek berjewendiyên xwe yên bingehîn hevkariyê dikin, wekî civak tên binavkirin. Civak tenê komeke giştî ya mirovan e. Ew ne ji komek, ol an nijadekê tenê pêk tê. Civak, gelek kom, komiçk, nijad, ol û neteweyên cuda jî di xwe de dihewîne.

Koma herî mezin a mirovên ku bi rengekî rêxistinkirî û li ser xakek diyarkirî bi hev re dijîn û di warê jiyana aborî, ziman, dîrok, avahiya giyanî û taybetmendiyên çandî de hevpariyê nîşan didin, wekî netewe tê bianavkirin.

Rêxistina yasayî ya ku li gorî yekparebûna ax an jî welatekî ku ji aliyê neteweyekê yan jî civaka neteweyan ve ku bi awayekî siyasî tê avakirin an jî wekî dûgel (dewlet) tê navandin. Her wiha rêxistinbûna siyasî ya civakê û hemû rêxistinên wê jî wekî hêmanên dûgelê tên pênasekirin. Belê ramanwer û aborîzanê binavûdeng Marks vê têgihê; wekî “serdestiya çînayetiyê û organa zordestiyê ya çînekê ku li ser çîneke din didome” bi nav dike. Bi rastî Marks dûgelê wekî nakokiya navbera çînan dibîne û pênase dike. Marksîzm wekî doktrîneke ku di qada bîrdozî de teoriya têkoşîna çînan derdixe pêş da ku di encama vê têkoşînê de, dîktatoriya proleteryayê bi ser keve; pergala komînîzmê ava bibe lı tevê cîhanê wekheviya civakî û azadiyê pêk were.

Dûgela ku bi erka parastina rewatiya xwe ya li ber çavê civakê tevdigere, bi taybetî hêmanên hegemonîk û îdeolojîk ên fonksiyonel û diyarkirî bi awayekî ku bi berjewendiyên çînên serdest re li hev e, pêk tîne. Lewre dûgel(dewlet) ne ji bo aramiya hemû çîn û tebeqeyên civakê û pêdiviyên gel tê damezrandin; ji bo berjewendî û pêdiviyên çîna serdest û hêzên desthilatdar tê ava kirin. Rêxistina ku ji bo serdestî, aramî û berjewendiyên dûgelê tê avakirin, qet ne di heyra gel de ye. Gel tenê ji bo berjewendiyên wê rêxistinê tê bikaranîn. Hemû binesaziyê jêrxan û jorxan jî di suxreya vê rêxistinê de ne. Gel û hemû çîn û komên bindest ên ku bi nanzikê dixebitin di suxreya vê rêxistinê (dewletê) de ne.

Dûgela ku wekî dewleta yekem tê zanîn, bi serdestiya sumerên ku xwediyê jiyana koçeriyê bûn û li ser civakên Mezopotamyayê yên ku jiyana wan rûniştî bû hukim dikirin re derketiye holê . Li ser diyardeya dewletê ji feylesofên kevnar heta ramanwerên îroyîn, tesbît û pênaseyên cur bi cur hatine kirin. Gelek caran û ji hêla gelek civaknas û aborîzanên hemdem ên dewletparêz ve dûgel wekî “suxrevana gel” tê binavkirin. Belê ev nihêrîn û şîroveyên dûrî zansıtê, bi rastiyê re ne li hev in. Lewre berjewendiyên gel û dûgelê qet li hev dernakevin. Tu dûgel jî ne ayidê gel in. Pirsgirêka gel a herî mezin dûgel bi xwe ye. Dûgel ne deriyê çareseriya pirsgirêkên gel e; berevajî wê, sedem, hincet û kana pirsgirêkên gel e. Ji roja ku dewlet (dûgel) ava bûye heta îro, her gav nûnertiya çîna serdest dike û di suxreya hêza desthilatdar de ye. Dewletên ser rûyê erdê hemû bi heman ferasetê tevdigerin. Armanca hemû dewletan a bingehîn parastina çînên serdest û hêzên desthialtdar e. Ji artêşê bigirin heta werzîşê; ji tenduristiyê bigirin heta perwerdehiyê; ji hiqûqnasiyê bigirin dadmendiyê; ji şaredariyê bigirin heta meclîsê; ji mezrîngeyên aboriyê bigirin heta zanyariyê, ji zanîngehan bigirin heta perestgehan; ji nexweşxaneyan bigirin heta meyxaneyan û hwd. hemû sazî, dezgeh û mezrîngeyên civakî bi destê dûgelê tên avakirin. Dûgel hemû saziyên civakî bi xwe ve girê dide; di bin banê xwe de digire û bi rê ve dibe. Bêyî dewletê tu tişt nalive. Dewlet heta ku meşrûiyeta xwe bidomîne nahêle ku dijberiyên çînayetî diyar bibin. Hemû dewletên heyî dixwazin îro têkiliyên hilberîna kapîtalîst, misoger bikin. Li gel destwerdanên hegemonîk serweriya xwe teqez bikin û îstismarkirina kedê, her gav û li her deverê bi nermayî bidomînin.

Nîşaneyên hegemonyaya ku dewlet ji aliyê çînên serdest ve hatiye avakirin, di qada bajarî de bi şêweyê maldarkirin û xwedîderketinê, çi qas ku meşrûiyeta xwe winda dike, ew qas jî rê li ber pêkhatina tevgerên civakî yên ji aliyê girseya gel ve ten avakirin, digire. Ji bo ku têkoşîna gel a ji bo wekhevî û azadiyê asteng bike û daxwaza hemû mafên rewa asteng bike, bi nêzikatiyeke kontra-hegemonîk tevdigere. Dewlet li ser rûyê erdê, ji bo ku hemû qadên jiyanê di bin destê xwe de bigire, peywira xwedatiyê hildide ser xwe.

Ji do û heta îro dewlet xwe li ser sê piyan girtiye/digire. Mayîndebûna her sê piyên dewletê yên tebût û qayîm ku li ser hîmê yekmendiyê ava bûne û hev du temam dikin, bı feraseta mêrîtiyê re misoger dibe. Her sê ling jî lingê mêrîtiyê ne. Bi kurtayî dewlet ji feraseta mêr dinime; berhema mêr e û ji hêla mêr ve tê parastin û birêvebirin. Her sê piyên dewletê; artêş, ol û hêz in.

Artêş; hêza dewletê a êrîş û parastinê ye. Seranser ji mêran pêk tê. Tu dewlet bê şer û pevçûn natebitin. Ol; feraseta mêrane ye. Her çendî ku zayenda Xweda û ferişteyên tune tê hesibandin jî her çar pêxemberên olên semawî (Mûsa, Dawud, Îsa, Mûhammed) – 24 pêxemberên ku navê wan di Qurana Pîroz de derbas dibin-, çar firîşteyên mezin (Cebaraîl Mîkaîl, Îsrafîl, Ezraîl) mêr in. Hêz (hêza tund); mêrane ye û desthilatdari bixwe ye. Hêza mêr a qebe, jinê ji hilberînê bi dûr dixe. Bi dûrketina jinan a ji hilberînê îmkan û îmtîyaza desthilatdariyê dide mêrê xurt û serdest. Ew hêz, dewletbûna mêrê serwer derdixe holê. Ji roja ku dewlet ava bûye û heta îro, hemû jin û komên bindest (mêrên bindest jî di nav de) weki gel bêne zanin jî fermanberên dûgelê ne. Dûgel bi feraseta mêraniyê hatiye avakirin. Heta mêrê bindest bixwe jî li ser serê jinan dibe dewleteke biçûk û îro ro di mala xwe de nûnertiya dewletê dike. Malbat, saziya dewletê ya herî biçûk e. Mêr endamê herî çalak ê pergala baviksalariyê ye. Heta ku feraseta mêrîtiyê hebe dê dewlet jî hebe. Hilweşandina desthilatdariya mêrê ku dûgel avakiriye, bêbandorkirina dewletbûnê û tebatiya dûgelê, bi berxwedana jinan û lebatiya wê pêkan dibe. Her têkoşîna çînî têkoşîneke siyasî ye û têkoşîna çînan, tevahiya civakê ber bi livbaziyên nû ve dike. Tevgerên nû, pêvajoyeke nû bi xwe re tîne. Pêvajoya nû dibe sedema lihemberderketina hilberandina mekan a ku di çarçoveya têkiliyên kapîtalîst ên neolîberal de pêk tên. Bi qasî ku berxwedana gel û dijberiyên çînî, hişmendiya bajar-mekan aşkera dike, dibe sedem ku tevgerên civakî yên bajarî li ser asta cîhanê berbelav bibin û potansiyela xwe ya şoreşgerî bi leztir bikin.

Dûgel bi hemû hêza xwe rê li ber tevgerên nû digire û bi qedexe, çewsadin û rêgezên tundwar gel ditepisîne. Baş tê zanîn ku di tu dem û serdeman de û lıi tu deverên cîhanê, dûgel ne di suxreya gel de ne; her gav gel di suxreya dûgelê de ne. Heman rewş îro jî bi hemû kambaxiya xwe didome.