3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KASED’ê çavdêriyê erdhejê bi raporek aşkera kir

KASED'ê derbarê erdheja ku di 6'ê sibatê de pêk hatî de bi ser navê "Xemsarî û binpêkirina mafên jinan û pêşniyar" rapora xwe ya çavdêriyê aşkera kir

Komeleya Wêje, Huner û Çandê ya Jinan (KASED), rapora xwe ya derbarê herêmên erdhejê de aşkera kir û diyar kir ku li herêmên erdhejê bêtir mafê jin û zarokan hatiye binpêkirin û ji bo wan jiyaneke bi ewle nehatiya organîzekirin. Di raporê de wiha hat gotin: “Di roja 2’yem a erdhejê de koma ku ji jinan pêk dihat çûn Hatay, Mereş, Dîlok, Semsûr û Meletiyê. 7 û 12 rojan li herêmên erdhejê man. Li herêmên erdhejê  xebatên bingehîn hatin kirin. Hewcedariyên jinan hatin tespîtkirin û binpêkirina mafên mexdûrên êrdhejê hatin tespîtkirin.

Bêtir li herêmên erdhejê mafê jin, zarok û penaberan hatiye binpêkirin. Li herêman bêtir starbûna welatiyan pirsgirêk bû. Kon li nezî hev hatine danîn. Herêmên mehrûmiyetê ji holê hatine rakirin. Ji bo jinan qadên bi ewle nehatine amadekirin. Jin ji şîdetê nehatine parastin, rê li ber şîdeta zayendî ya di nava malbatê nehatiye girtin. Pirsgirêka avê, tualet û serşûştin nehatin çareserkirin. Pirsgirêka paqijiyê nehatin çareserkirin. Di rewşeke wisa de di serî de jin û zarok ji ber newekheviya di nava civakê de bêtir mafên wan hatine îhlalkirin.

*Ji ber ku jinên di pêvajoya doza hevberdanê de nehatin parastin bi êrişan re rûbirû man. Nebûna qadên bi ewle bûye sedema tundiya li hemberî jinan.

* Ji ber ku bincil, ped û alavên paqijiyê nîne jin bi pirsgirêkên mantar, enfeksiyona mîzê, hwd re rûbirû man. Her wiha bi nexweşiyên zayendî re jî rûbirûman.

* Li gorî UNFPA’yê li herêma erdhejê 226 hezar ducanî heye. Di nava travma û stresê de rewşa ducaniyan dikeve xetereyê. Divê xwarin û vexwarina ducanîyan baldar bin, heke ev tişt pêk neyên dê pirsgirêkên tenduristiyê bijîn.

* Zarokên keç di rewşên wisa de nikarin xwarineke baş bixwin û bêtir hewcedariyên zarokên kur li ber çavan tê kirin.

* Kesên perhîz û diyetê dikin, kesên ku divê xwarina bi gluten bixwin û kesên vejetaryen û vegan li herêmên erdhejê pirsgirêkan dijîn.

* Di konan de makineyên cilşûştinê nîne û cil bi dest tê şûştin. Ev tişt karê jinan zêde dike.

* Bi taybetî jin û zarokên keç diçin ava vexwarinê tînin. Ev tişt di hêla fîzîkî de zorê dide bedena wan.

* Ziblên ku li dora kon kom dibin, pirsgirêkên tenduristiyê derdixe hole.

* Li Bazarcix û Elbistanê bêtir pîr û kal dijîn, ji ber vê sedemê jî di xwedîkirina wan kesan de pirsgirêkên mezin derdikevin holê. Di konan de nikarin hewcedariyên xwe yên bingehîn pêk bînin.

* Ji bo zarokên ku bêkes mayî jî ewlehiyeke baş nayê girtin. Divê derbarê zarokên ku ketine destê cematê de agahiyên zelal bên parvekirin. Rewşa zarokan bê aşkerakirin, lîsteya zarokên winda bên diyarkirin.

* Jinên ku niha nikarin ji xwe re mijûl bibin dê di pêşerojê de travmayên wan bêtir kûr bibin.

* Divê jin û zarokên keç li hemberî şîdeta cinsî bên parastin û bên agahdarkirin ku bikaribin mafê xwe biparêzin.

* Li herêmên erdhejê jinên ku naxwazin ducanî bimînin nikarin xwe bighînin cihên hewce û ji ber vê jî rewşa wan a tenduristiyê dikeve nava xetereyê. Divê jin ji nexweşiyên têkiliya zayendî bên parastin.

* Divê bêtir alavên paqijiyê, ped, bincil, bezên zarok û nexweşan bişîni herêmên erdhejê.

* Ji bo jinên ku zarok şîr didin, xarineke taybet bên amadekirin.

* Cihê serşûştin û tualet li gorî jin û zarokên keç bên dizaynkirin. Alavên wekî sabûn, şampuan, xawlî bên amadekirin.

* Divê li konbajaran hejmara kaniyên ava vexwarinê bên zêdekirin.

* Xizmetên ku bi zimanê dayikê tên dayîn divê bên zêdekirin. Wek xizmetên tenduriyê.

* Ji bo zarok û jinan piştevaniya derûniyê bên kirin û atolyeyên curbicur ji bo zarokan bên organîzekirin.

* Sazî û dezgehên sivîl, partiyên siyasî û dildarên ku li herêmê dixebitin divê neyên astengkirin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê