28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Amedê diherike qada  Newrozê

Newroza  Fînalê îro li Amedê bi şiyara “Dem dema serkeftinê ye” li Qada Newrozê tê pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyê herikîna gel a qada Newrozê dest pê kir. Li Amedê tavek germ heye û tê payîn ku bi sed hezaran gelê Amedê beşdarî Newrozê bibe.

Newroz îsal bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Li Amedê îro Newroza Finalê tê pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Qada Newrozê tê lidarxistin. Ji çar aliyê Amedê û navçeyên Amedê gel berê xwe daye qadê û diherikin qada Newrozê.

Bi def û zirneyan dimeşin qadê

Bi hezaran kesên ku ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin bi cilên gelêrî û li gel def û zirneyan dimeşin Qada Parka Newrozê. Zarok, jin û ciwanên ku diçin qada Newrozê jî cilên gelêrî li xwe kirine û bi alên kesk, sor û zer bi dirûşme û stranan dimeşin qadê. Bi hezaran kesên dimeşin qadê, hinek ji wan bi maşîneyên taybet, hinek jî kom bi kom bi meşê diçin qadê.

Li ser pişta hespan hatin

Rojê bi coşek mezin dest pê kir û gel bi coşek mezin dimeşin qada Newrozê. Li ser rêyan dîmenên rengîn derketin holê. Li ser her kolanên ku diçin qada Newrozê kom bi kom bi hezaran kes bi çilên rengîn dimeşin qadê. Wekî her sal kesên li ser pişta hespan diçin qadê dîsa li ser pişta hespên xwe hatin qadê. Gelek xwendekarên dibistanê jî îro li şûna biçin dibistanê berê xwe dan Qada Newrozê.

Dirûşmeyên ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz dikin

Bi sedan kesên ku li semta Yenihalê kom bûn, bi cilên rengîn û herêmî dimeşin Qada Newrozê. Koma ku bi def û zirneyan dimeşe qadê, bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan na be”, “Bijî berxwedana zindana” berz dikin û dimeşin. Girseya ku dimeşe bêtir ji ciwanan pêk tê. Kelecan û coşa ciwanan, kolanan bi ruh dike.

Bi deh hezaran li qadê kom bûn 

Bi hezaran kesên ku hatin Parka Qada Newrozê ji 5 milan ve hewl didik têkevin qadê. Ji ber ku polîsan 5 nokteyên lêgerînê ava kirine, gel ketine dorê û hewl didin bi girseyî têkevin qadê. Girseya ku li pişt nokteyên konrolê kom bûn dirûşmeyan berz dikin û govendê digerînin. Bi hezaran kesên li pişt nokteyê kom bûne bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bertekên xwe tînin ziman û dixwazin têkevin qadê.

Polîsên ku li qadê nokteyên lêgerînê avakirine, hewl didin ku çilên gelêrî û şal û şapikan asteng bikin. Serokê Giştî yê Partiya Azadîyê Ayetullah Aşitî û Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) Serdar Altan û gelek rojnamevanên ku cil û bergê kurdî li xwe kirin rastî astengiya polîsan hatin. Girseya ku rastî avê astengiya polîsan hat bi dirûşmeya “Bijî Ocalan” bertekên xwe anîn ziman.

Coşa qadê zêde dibe

Bi hezaran kesên nokteyên polîsan derbas kirin û ketin qadê, bê navber dirûşmeyan berz dikin. Polîsan xwestin ku ciwanan binçav bikin, lê girseyê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bertek nîşanî polîsan dan û meşiyan ser polîsan.

Herikîna bi hezaran a Newrozê didome. Piştî bi deh hezaran kesên li qadê kom bûn dest bi govendê kirin. Dengê stran û dirûşmeyan ji qadê bilind dibin.

Beşdar 

Hunermend Devrîm Demîr û Ozcan Ateş pêşkeşiya Newrozê dikin. Di pîrozbaniya Amedê de dê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî dê axaftinê bikin.