12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qadê

Li navçeya Cizîrê ya Şirenxê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” li Qada Newrozê tê lidarxisin. Pîrozbahiyê serê sibê dest pê kir. Ewilî jinên Cizîra Botan hatin li qadê cihê xwe girtin. Ji zarokan heta kal û pîran cilên xwe yên netewî li xwe kirine û ev cil û bergên wan li qadê dibe ahenga rengan.

Yek ji welatiyên serê sibê zû hat qadê jî Hecî Hesen e ku ew ji ber îşkenceya 12’ê Îlonê hişê xwe xwariye. Hecî Hesen bi kêfxweşî û govendê ket qadê. Amadekariyên dawî li qadê temam bûn û welatiyên li ber nokteyên polîsan hatin seknandin, govendê gerandin.

Xelkê Cizîrê ku ji du baskan ve ketin qadê hem strîn û hem jî govendê digerînin. Piştî vekirina deriyên qadê xelkê Cizîrê bi salvegera 30’emîn a ruhê Newroza sala 1992’yan diherike qadê.

Parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr û Omer Ocalan dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Hunermend Pinar Aydinlar, Şerzad, Şiyar Berwerî û Nesîm Arsû jî dê derkevin ser dikê.

Li qadê bi hezaran kes li ber muzîkê govenda azadiyê digerîne.