4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi deh hezaran ketin qada Newrozê

Li Amedê gel ji bo bigihêje qada Newrozê bi sloganên “Bijî Serok Apo” barîkatên polîsan hilweşand.Bi deh hezaran gel ket qadê û bi coşek mezin Newrozê pîroz dike.

Polîs ji bo ku têkiliya protokol û gel qut bike, li ber dikê du rêzan barîkat danî û sê metre jî têl kir. Lê van dîmenên dişibiya girtîgehê, ciwanan piştî destpêkirina pîrozbahiyê barîkat hilweşandin. Ciwanên ku ji aliyê Hala Nû dihatin Qada Newrozê di bendên kontrolê de hatin sekinandin û ciwanan ev rewş protesto kirin. Polîsan bi bombeyên gazê û jopan êriş kirin. Ciwanan jî bi keviran li ber xwe dan. Li gel astengiya polîsan, ciwanan barîkat şikandin û ketin Qada Newrozê. Li ber dika Newrozê bi kurmancî, kirmanckî, tirkî, ermenkî, erebî û îngilizî brandayên mezin ên ‘Newroz pîroz be’ hatin daliqandin.

Li dika protokolê jî bi kurmancî, kirmanckî û tirkî “Newroz pîroz be” hate nivîsandin. Li qadê ji xeynî alayên HDP’ê flamayên kesk û sor û zer jî hatin hildan. Li qadê postera mezin a Denîz Poyraz jî hate daliqandin. Li qadên pankartên “Em ê bi ruhê Newrozê teqez bi ser bikevin”, “Newroz Rehşan û Bêrîvan e, Newroz Zekike Alkan e”, “Newroz azadî ye”, “Nabe ku îradeya gel were desteserkirin” û “Hevserokatî xeta me ya sor e” bal kişandin.