spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amediyan barîkatên polîsan hilweşand

Bi sed hezaran Amedî diherikin qada Newrozê. Bi deh hezaran gel li qadê kom bûn. Polîs hewl dide provokasyonan pêş bixe. Hevberdevka meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, bertek nîşanî astengiyên polîsan da û got: “Peşiya girseyê vekin. Ku hûn pêşî li girseyê venekin dê li hemû kolanên Amedê Agirê Newrozê geş bibe. Dê hemû kolan bibin Qadê Newrozê.”

Fînala Newroza  2022’an bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” li qada Parka Newrozê ya Amedê tê pîrozkirin. Bi deh hezaran kesan barîkatên polîsan derbas kirin û ketin Qada Newrozê. Bi sed hezaran Amedî jî li pişt barîkatan kom bûne û hewl didin derbasî qadê bibin. Ji 7 salî heta 70 salî girse dimeşin qada Newrozê. Gelek rewşenbir, nivîskar û siyasetmedar ji welatên Ewropa û Rojhilata Navîn hatin Amedê û beşdarî pirozbahiya Newrozê bûn. Gelek siyasetmedar û rojnameger ji Herêma Federe ya Kurdistanê, ji Iraq, Misir, Lubnan, Fas, Tûnûs, Urdun û Yemenê, welatên Ewropa, welatên Bakurê Afrikayê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Malbatên girtiyên nexweş Nobeda Edaletê birin qada Newrozê

Ji malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya ye û nayê berdan ên Nobeda Edaletê digirin, Încî Guler, Reşahat Ada, Hakki Boltan û Nazire Boltan, Fevziye Kolakan, kurê Bedrî Çakmak ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da Osman Çakmak, di protokola Newrozê de cihê xwe girtin. Di protokola Newrozê de siyasetmedar Ahmet Turk û hevjîna siyasetmedarê girtî Selahattin Demirtaş  Başak Demirtaş jî amade bûn.

Polîsan gav paşve avêt

Midûriyeta Polîsan bi rojan e hewl dide ku pîrozbahiya Newrozê asteng bike. Li qadê jî mudaxaleya girseyê kir û hewl da aloziyan derxin. Polîsan destûr neda ku gel bi cilên xwe yên neteweyî têkev qade. Lê girseyê li dijî vê yekê bi dirûşmeyan hêrsa xwe anî ziman û barîkatên polîsan rakirin. Ciwanan bi dirûşmeyan polîsên ku xwestin li pêş dikê bendê dînin şermezar kirin. Ciwanan bi pankarta “Vîna gel nayê binpêkirin” meşiyan ser polîsan û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Piştî ciwan meşiyan ser polîsan, polîsan gav paşve avêtin.

Gel Newroze pîroz dike

Girseya ku ji serê sibê de derket rê, barîkatên polîsan derbas kirin û qedin qadê. Bi sed hezaran li qada Newrozê kom bûn û dest bi pîrozbahiyê kirin. Bi sedhezaran gelê li qadê û dervê barîkatan rawestiyan li hundir û dervê qadê govendê digerînin.

Dema polîsan mudaxaleya girseyê kir Komîteya Amadekar a Newrozê, û parlamenterên HDP’ê derketin ser dikê.

Hewldana provokasyonan

Hevberdevka meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, bertek nîşanî astengiyên polîsan da û got: “Peşiya girseyê vekin. Ku hûn pêşî li girseyê venekin dê li hemû kolanên Amedê Agirê Newrozê geş bibe. Dê hemû kolan bibin Qadê Newrozê. Polîs asteng dikin ku gel têkeve qadê. Kesen dibêjin ‘Amed nikare barîkatan derbas bikin’ bêaqil in. Hemû qad û kolan tev qadên Newrozê ne. Em ê li her derê Newrozê pîroz bikin. Tu hêz nikare vîna gelê Amedê rawestîne.

Başaran, bang li Midûriyeta Polîsan a Amedê kir û got: “Ku hûn dixwazin gel Nerwozê pîroz neke. Hûn gelê kurd nas nakin. Em ji Midûrê Polîsan ê Amedê, Waliyê Amedê û Wezîrê Karên Hundir re dibêjin dest ji van provokasyonan berdin. Barîkatan rakin. Tu hêz nikarin pêşiya gel bigire.”

Gel bi diruşmeya “Bijî Serok Apo” bertekên xwe nîne ziman.